Nikarin bêalî bimînin

Sêşem 18 Hezîran 2024 - 02:45

  • Parêzer Cengîz Yûreklî anî ziman ku serlêdana “çalakiya lezgîn” a raporvanên NY’yê dê saziyên din ên navneteweyî jî têxe nava liv û tevgerê û got: Dema ku komîteyeke NY’yê got ‘êşkence heye’ CPT, KE û DMME nikare bêalî bimîne. 

ÎBRAHÎM IRMAK / MA / STENBOL

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 17’ê gulanê de ji bo muwekîlên xwe Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên ev 39 meh in li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin û tu agahî ji wan nayê girtin, serlêdana “çalakiya lezgîn” li Raporvanê Taybet ê Îşkenceyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) kir. Ji parêzerên Rêber Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî têkildarî serlêdana ji raporvanên girêdayî NY’ê kirine axivî. Yureklî da zanîn ku ji dema ava bûye heya niha peywira venêrîna Girtîgeha Îmraliyê ser Neteweyên Yekbûyî (NY) ye û vê erkê jî CPT pêk tîne. Yureklî diyar ku CPT erka xwe pêk nayne û got:’’An ji ber berjewendiyên xwe an jî ji ber neçarê hikûmeta Tirkiyeyê ne an jî nikarin bi wan, li hemberî domandina tecrîdê pir lewaz tevdigerin, kêm dimînin.”  Yureklî diyar kir ku ew serlêdanên xwe yên Konseya Ewropayê, û saziyên girêdayî konseyê didomînin. Yureklî da zanîn ku ji ber ev yek jî têr nake ew serlêdanên xwe ji saziyên cudatir jî dikin û got:“Ev sazî ne alternatîfên hev û du ne. Danekirinên wan cuda bin jî heman erkê pêk tînin. Di heman demê de rol û misyona wan heye ku dikarin hev bixin liv û tevgerê jî. Ango dema komîteyekî NY’ê got ‘êşkence heye, mafê mirovan tê binpêkirin’ CPT, KE an jî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nikare bêalî bimîne. Ev yek wê rewabûna wan jî bide nîqaşkirin.”  

Meha Tîrmehê rûniştin hene

Yureklî serlêdana sala 2022’yan a li Komîteya Mafên Mirovan a NY’yê hatiye kirin bi bîr xist û anî ziman ku tevî biryara “tevdîrê” ya komîteyê, Tirkiyeyê di demên derbasbûyî de tu gav neavêtine. Yureklî da zanîn ku serlêdana wan ji Raporvaniya Taybet a Îşkenceyê re kirine, rasterast têkildarî vê yekê ye û got:“Biryara tevdîrê ya komîteyê biryareke pir cidî ye. Balê dikêşe ser her saniyeyên derbas dibin û dibin sedema zirarên pêşî lê nayên girtin. Me serlêdanên xwe ji raporvaniyên cudatir ên girêdayî konseyê jî kirin. Ew ê nava meha Tîrmehê de rûniştinên diyarkirî yên Raporvaniya Taybet a Îşkenceyê ya NY’yê werin li dar xistin û dê Tirkiye jî wek perîyodîk were şopandin. Ev yek wek texmînî rastî perîyodên 5-6 salan tê. Ew ê binpêkirinên li Tirkiyeyê û çawaniya wan bi awayekî berfireh werin destgirtin.” 

Tecrîd teşhîr bûye

Yureklî daxuyaniya Wezaretê Edaletê Yilmaz Tûnç a ku tecrîdê red kiribû bi bîr xist, da zanîn ku tecrîd di vê astê de teşhîr bûye û ketiye rojeva hemû saziyên navneteweyî û got:“Tecrîda li Îmraliyê di hemû belgenameyên navneteweyî de bûye biryar û êdî di qonaxekî ku êdî nikarin bidomînin de ye. Bi tu awayî wek hiqûqî nikarin vê rewşê bidomînin. Wezîrê Edaletê tim daxuyaniya ‘Li Îmraliyê tecrîd nîn e’ dide û berovajî rastiyê daxuyanî dide. Ev yek sedema xwe ji teşhîrkirina tecrîda li Îmraliyê digire. Ev yek lûtkeya têkoşîna hiqûqî nîşan dide û dê encam jî bigire. 

Divê têkoşîn bidome 

Yureklî qala grevên birçîbûnê yên di sala 2019’an de bi daxwaza rakirina tecrîda li Îmraliyê û pêkanîna hevdîtinê hatibû destpêkirin kir û got:“Wê deme Wezîrê Edaletê bi rayedarên CPT’ê re ji raya giştî re daxuyaniya ‘Li Îmraliyê tu astengiyên hiqûqî neman, astengiyên li pêşiya hevdîtinê hatine rakirin’ kiribû. Wê demê ji ber grevên birçîbûnê wan dabû zorê, vê daxuyaniyê dabûn. Dîsa di wê demê de hinek kesên rehetiya wan xira bûbû û ji wan re rewşenbîr tê gotin gotibûn ‘erkê bidin me, em bibin şopdarên pêvajoyê’. Lê belê em hêj jî nikarin tu agahiyên ji Îmraliyê bigirin û li hemberî me helwestekî bêyî liv û tevger heye. Lê belê dema têkoşîna li dijî tecrîdê wek hiqûqî, civakî û polîtîk domdar bû wê bandorê li van kesan jî bike.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.