Nîgaşên hebûna Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

În 25 Mijdar 2022 - 06:24

  • Hunermendên hunerê hevçax ên Kurd li Lehistanê beşdarî pêşangeha bi navê “Kurdistan Images of Existence” dibin. Kuratorê pêşangehê dibêje: Ax û welatê xelkê heqîqeta wê civakê nîşan didin. Heger axa meriv tine be, mixabin dê fêkiyên meriv jî tine bin! Bi vî awayî meriv ji ser rûyê erdê winda dibin.

Dê pêşangeha “Kurdistan Images of Existence” (Wêneyên hebûnê yên Kurdistanê) li “Muzeya Okregowe” 25’ê Mijdarê (yanî îro) destpê bike û wê heta 31’ê Adara sala 2023’yan dewam bike.

Li Lehistanê cara ewilî ye ku pêşangeheke wiha berfireh ji bo Kurdan tê lidarxistin. Ji xwe, ev pêşangeh jî di çarçoveya “International Festival of Art of Protons” de tê lidarxistin ku nexasim piştevaniya miletên bê dewlet dike. Antropologê Norwecî, Thomas Eriksen têgîna “Proton” bi pêş xistiye ji bo îfadekirina miletên niştecih ên ku statuyeke wan tine ye. Her wiha ji bo karibin di warê siyasî û çandî de bi pêş bikevin û xebatên dewleteke serbixwe bimeşînin jî ji wan xelkên niştecih hunermend derdikevin û ew berheman diafirînin. Hunermendên Kurd ên beşdarî vê pêşangehê dibin jî nîşaneya vê yekê ne. Pêşangeha bi navê “Kurdistan Images of Existence” weke edîsyona yekem a festîvala “International Festival of Art of Protons” hatiye hazirkirin. Rêveberiya festîvalê da zanîn ku di demên peş de jî, dê ji bo civaka Bask, Katalan, Tîbet û Tataran jî edîsyonên cuda werin hazirkirin û festîval her sal wê bi awayekî dewam bike.

Di pêşangeha “Kurdistan Images of Existence” de ji gelek dsîplînên hunerî, berhem tên nîşandan. Di warê karên plastîk, wêne, film û wêjeyê de pêşangeheke xurt e û afirîneriya hunermendên Kurd nîşanî xelkê dide. 

Bi hêza heqîqetê ditirsînin û hêviyan çêdikin

Kuratorê pêşangehê û midûrê Muzeya Okregowe, Dr. Waclaw Kuczma got, ew pirr kêfxweş e ku wan ev pêşangeh hazir kiriye. Her wiha ji bo hunermendên Kurd li Lehistanê karibin hunerê xwe nîşan bidin jî derfet ava kirine û pêşangeheke bi rêk û pêk hazir kirine. Dr. Waclaw Kuczma da zanîn ku wî beriya vê xebatê jî çend hunermendên Kurd nas kirine, lê derbarê çand û welatê Kurdan de kêm tişt zanîbûye. Piştî hin çalakiyên ku Kurd li dar dixin, Kurdan ji nêz ve dişopîne û bi vî awayî Kurdan bêhtir nas dike. Ji bo hunermendên Kurd dibêje, “Hunermendên hevçax ên Kurd di huner, film û wêjeya xwe de zimanekî gerdûnî bi kar tînin û vê yekê pirr baş jî pêk tînin. Li festîvalên weke Cannes, Venedîk û Kasselê min pêşangeh û karên wan ên serketî dîtin. Ew bi hêza heqîqetê kesên dijberî xwe ditirsînin. Lê di heman demê de hunerê wan hêviyekê jî ava dike û maneya hebûna civakan nîşanî me dide.”

Ax tinebe fêkî jî çênabin!

Dr. Waclaw Kuczma ji bo rewşa Kurdan baştir rave bike, mînakeke wiha dide; “Zemanekî Antoine de Saint Exupery jî nivîsandibû û gotibû, ‘Rastiya dara portakalê, ew ax e ya ku li ser mezin dibe.’ Vêca çand û huner jî hebûna miletekî diyar dikin û dikin ku kesayetên xurt ava bibin. Ev kesayetên xurt li gel her tiştê ne baş jî civaka xwe temsîl dikin. Kurd jî li gel ku neteweke mezin in, dîsa jî ji axa xwe mehrûm in. Ax û welatê xelkê heqîqeta wê civakê nîşan didin. Heger axa meriv tine be, mixabin dê fêkiyên meriv jî tine bin! Bi vî awayî meriv ji ser rûyê erdê winda dibin.”

Hunermendên hevçax û sînemavan beşdar dibin

Ji Ewrûpa, Emerîka û Kurdistanê qederê 30 ta 40 hunermendên Kurd di vê pêşangehê de cih digirin û berhemên xwe nîşan didin. Hunermendên beşdarî pêşangehê dibin ev in; Ehmed Nebez, Arya Attî, Azad Kerîm Mihemed, Azad Kerîm, Azad Nanakelî, Behrem Haco, Baldîn Ehmed, Bayan Caf, Çeman Îsmaîl, Dara (Mihemed Elî), Îbrahîm Elîpûr, Faîq Resûl, Fuad Ezîz, Havîn El-Sindî, Celal Reûf, Cemal Pêncwêny, Xeyrî Adam, Malva (Omer Hemdî; sala 2015´an wefat kir), Mihemed Arif, Morazo Jajan, Namo (Mihemed Rustemzade), Nîmet Şebab, Norrem (Îssam Hemdî), Osman Ehmed, Poşya Kakil Ehmed, Rustam Aqala, Rushdî Enwer, Sakar Slêman, Şukr Seîd, Suleyman Şakir, Tania Reşîd, Walid Siti, Yûnis Mihemed, Yûsif Salih û Zehra Dogan.

Di pêşangehê de li ser muzîk û helbesta Kurdî jî dê semîner werin lidarxisitn û di semînerê de li ser giringiya muzîk û helbestê ya ji bo Kurdan bisekinin. Her wiha filmên sînemavanên Kurd Behman Qûbadî û Talal Dêrikî jî wê werin nîşandan. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.