• Pirtûka Dr. Erdal Sîpan a duyemîn bi navê "Nexweşiyên Sereke" derket. Di pirtûkê de danasîna nexweşiyên sereke û xweparastina ji wan heye. 

Pirtûka Dr. Erdal Sîpan a duyemîn bi navê "Nexweşiyên Sereke" derket. Di pirtûkê de danasîna nexweşiyên sereke û xweparastina ji wan heye. 

Erdal Sîpan bijîşk e û di warê tendûristiyê de li ser girîngiya zimanê Kurdî radiweste. Beriya niha jî pirtûka "Alîkariya Destpêkê" nivîsîbû û niha jî pirtûka wî ya duyemîn "Nexweşiyên Sereke" ji Weşanxaneya Sîtavê derket. 

Pirtûka "Nexweşiyên Sereke" li ser danasîna hinek nexweşiyên ku di nava gel de pirr zêde tên dîtin, hatiye amadekirin. Di pirtûkê de ev nexweşî bi alîkariya wêneyan hatine pênasekirin, sedemên wan û xweparastina ji wan bi awayekî zelal hatine vehunandin. Armanca sereke, naskirina nexweşiyan û xwevedan û xweparastina ji wan e.  

Dr. Erdal Sîpan dibêje, ew hêvî û daxwaz dike ku ev pirtûk di nava gel de hişyariyekê derxîne holê û bibe sedema pêşîgirtina li hin nexweşî û rewşên jin siheta mirovan re nebaş. 

AMED