Newroza gihandina Rêbertiyê
Pêncşem 20 Adar 2025 - 03:45
HAKAN TURKMEN / BERLÎN
Ew ê li Elmanya, Fransa, Swîsre, Îngîlîstan û gelek welanên Ewrûpayê, li dehan navendan Newroz bê pîroz kirin. Di 20 û 21’ê Adarê wê bi pêşengiya ciwanan meşên bi meşale û pîrozbahî bên lidarxistin, di 22 û 23’ê Adarê de jî wê li bi dehan navendên Ewrûpayê çalakiyên Newrozê bên pêkanîn. Fînala mezin jî wê di 29’ê Adarê de li Frankfûrtê pêk bê. Di pîrozbahiyan de wê banga azadiya Rêber APO bilind bibe.
Hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever îşaret bi wê yekê kir ku Newroza îsal Newroza destpêkê ya piştî banga Rêber APO ye û got:’’Em ê îsal Newrozê bi dirûşmeya ‘Em Rêbertiyê Silav Dikin, Aştî û Civaka Demokratîk Ava Dikin’ pîroz bikin. Em dibêjin ‘Azadiya wî azadiya me ye.’’
Ji Elmanya heta Kanadayê
Sever destnîşan kir ku ew ê ji Elmanya heta Îngîlîstanê, ji Yûnanîstan heta Kanadayê, ji Japonya heta Qibrisê, li 100 navendî zêdetir bi sed hezaran kes ji bo Newrozê werin gel hev û got:’’Newroza îsal wê bibe Newroza mezinkirina têkoşîna azadî ê aştiyê. Ji bo mezinkirina têkoşînê em bang li herkesî dikin ku tevlî Newrozê bibin. Newroza Îsal wê bibe lûtkeya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd. Divê em ji bo xwedîderktina paradîgmaya nû ya Rêber APO, avakirina aştî û civaka demokratîk bi hev re têbikoşin. Pîrozbahiya li Frankfûrtê wê bibe sembola vê têkoşînê. Em li bendê ne ku herkes, bi taybetî jin, ciwan û şoreşgerên demokrat hemû beş tevlî van pîrozbahiyan bibin.
Cara yekem li qada vekirî
Li Swîsreyê ji salên beriya vê cudatir wê Newroz cara yekem qada vekirî tê pîroz kirin. Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê Dîlan Çetînkaya got:’’Di rastiyê de em vê Newrozê weke destpêka pêvajoya jinûve guhertin û veguhertinê ya Rêbertiyê dibînin. Mirov dikare weke Newroza vejînê binav bike. Em bi van hestan Newroza îsal bi deh hezaran pêşiwazî dikin.’’ Dîlan Çetînkaya da zanîn ku ji bo pîrozbahiya navendî ya di 22’ê Adarê li Hardturm Arealê bê pêkanîn hemû amadekariyên teknîkî bidawî bûne û got:’’Ew ê bernameyeke ku xîtabê herçar parçeyên Kurdistanê û derdorên sosyalîst bike hebe. Ferhat Tûnç, Hozan Kawa, Xecê, Azad Karahan, Tolhildan, Koma Rojhilat, Govend û Dahol û Zirne derkevin ser dikê. Ez bawer dikim ku wê herkes ji coşa Newrozê têr bibe vegere mala xwe. Ez bang li herkesî dikim ku werin Newroza gihandina bi Rêbertiyê re.’’
Îngîlîstan jî amade ye
Pîrozbahiyên li Brîtanyayê ku wê bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurd û pêkhateyên wê pêk bên, ji bo Banga Rêber APO ya Aştî û Civaka Demokratîk tên lidarxistin. Pîrozbahî wê li bajarên weke London, Edinburg, Liverpool û Exeterê pêk bên. Yek ji pîrozbahiyên herî mezin wê di 23’ê Adarê de li Finsbury Park a li Londonê pêk bê. Koma Çarnewa, Yelda Ebasî, Memozan û Mervan Şan derkevin ser dikê. Osman Baydemîr û Jeremy Corbyn jî wê biaxivin. Di 21’ê Adarê de li Navenda Civaka Kurd a Londonê, Newroza Ciwanan wê pêk were. Li vir jî Nuarîn, Memozan û Mervan Şan wê derkevin ser dikê. Li Liverpoolê jî di 25’ê Adarê de li Invîsîble Wînd Factory de Seyda Perînçek û Bûrhan Şamamî derkevin ser dikê. Li Exeterê di 30’ê Adarê de pîrozbahiyeke din a mezin pêk bê û di vê pîrozbahiyê de jî Seyda Perînçek û Mervan Şan derdikevin ser dikê. Li Edînburghê jî di 30’ê Adarê de Koma Rengê Welat û Barham Şemanî derdikevin ser dikê. Herwiha wê di 24’ê Adarê e li Dîvîs Streetê pîrozbahiya Newrozê pêk tê. Hevserokê Meclîsa Gel a Kurd a Brîtanyayê Saît Sûrûç got:’’Newroza îsal em ê weke Newroza vejîn û azadiyê pîroz bikin. Em bi taybetî gelê me yê li Londonê vedixwînin pîrozbahiya mezin a Newrozê ya li Finbury Parkê ya di 23’ê Adarê de.’’