Newroz pîroz bû û wê pîroz bimîne

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 22 Adar 2021 - 02:38

  • Kurdan doh rola sereke ya Kawayî bi bîr anî û zend û bendên xwe li serketineke din a li dijî zulmetê vemalî. Ji ber wê jî Newroz pîroz bû û ji ber ku li serketina bê avis e, ew ê pîroz bimîne.

Serê pêşî Newroz li we tevan pîroz û bimbarek be, her roja we Newroz û cejn be. Min di nivîseke xwe ya berê de behsa cihêtiya di navbera rola Kawa di efsaneya Newrozê ya li nav Kurdan û di Şahnameya Firdewsî de kiribû. Efsaneya Newrozê di şahnameya Firdewsî de weha hatiye sêwirandin ku xanedaniya şah û melikên Îranê rewa bike, ji bo vê gotarekê ava dike. Yanî di Şahnameya Ferdewsî de îmtiyaza elîta desthilatdar û rewakirina şiklê desthilata heyî li navenda efsaneya Newrozê ne.

Yanî bi gotina Firdewsî, Cemşîd weke şahê avaker ê şaristaniya mirovan, aheng û aştî misoger kir û diyarî miletê xwe kir, helbet wî ev bi mafê xwe yê îlahî yê desthilatê kir. Di Şahnameya Firdewsî de "mafê" desthilatê yê şahên Îranê û Newroz bi hev ve girêdayî ne: Weke Cemşîd bi nefsmezinî û jixwerazî be, ev "mafê" hanê betal dibe, tariyeke hezar salî bi ser welatê wî de digire. Wisa diyar e ku dewra necis di temsîla tariyê de ye; heta xirabiya Dehakî bi temamî nakin malê Dehak jî lewma yê wî ji rê derdixe têgeheke mucerred a xirabiyê ye, necis bi xwe ye.

Em Kurd gava li Newrozê difikirin, çavên me her xwe li navê Kawayê Hesinkar digerînin, guhê me lê bel dibin navê wî bibihîsin. Lê Kawayê Hesinkar di Şahnameya Firdewsî de ne aktorekî sereke ye, ew fîguranek e. Derdê efsaneyên Kurdan hukmê tarîtiyê û şikandina wê ye. Di sêwirandina efsaneyên Kurdan de ciwanên xwe li çiyayan digirin, wê bibin pêşengên serhildana gel a li dijî hukmê zulmetê. Bi ser de jî rola Kawayê Hesinkar diyarker e, ew xwediyê rola sereke ye û ne fîguranek e ji bo Ferîdûn. Kawa bigewdebûna rêbertiyê û edaleta xwedayî ye: Ew bihara hezar salan nehatî, bi perçiqandina serê Dehakî tîne. Kawa û ciwanên xwe li çiyê digirin jî jixwe Kurd in û pê re jî kirdeyên têkoşîna li dijî zulmetê jî Kurd in.

Doh û pêr jî heman ciwanên Kurdan ji malan, ji gund, çiya û baniyan daketin meydanan û dawîhatina li hukmê tarîtiyê pîroz kirin. Rola sereke ya Kawayî bi bîr anîn û zend û bendên xwe li serketineke din a li dijî zulmetê vemalîn. Ji ber wê jî Newroz pîroz bû û ji ber ku li serketina bê avis e, ew ê pîroz bimîne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.