Newroz li zarokan pîroz be

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 20 Adar 2023 - 02:15

LUQMAN GULDIVÊ

 

Her sal vî çaxî, wexta min a performansên Newrozê ye. Pêr min Newroza salê ya pêşî ya zarokan li bajarê Elmanyayê Darmstadtê tevî zarokan pîroz kir. Duşem sêşem, pêncşem û yekşema bê jî li Ludwigshafen, Mainz, Bingenê li dibistanan û bi xwendekarên dersên Kurdî re li navendên civakî heman performansa Newrozê ya bi zarokan ez ê bikim û weke her sal jî hem kela canê min radibe, hem jî ji ber ku zarokan dibînim, hêviya min zêde dibe. Hêviya nifşekî din ê Newrozê, hêviya civakeke bi ruhê Newrozê azad bûyî.

Li Darmstadtê qederê 30 zarokan di performansê de cihê xwe girt. Pê re jî koroya zarokan a komeleya Darmstadtê performansa xwe ya pêşî pêşî li heman cihî kir. Hêvî tiştekî welê ye, jê re tenê çirûskek divê. Her Newroz bi dîtina wê çirûskê hêviya min çêdibe. Û ez ji kesî xef nakim ku ji nifşên mezin zêde hêviya min nîne. 

Axir zarokan tevî ku gelekan ji wan bi Kurdî nizanîbû jî, bi eşq, kêf û kelecan rolên xwe kirin. Jixwe vê kêfa min anî, yek ji zarokan, em bibêjin navê wî Robîn bû, gava min rola wê jê re got, li min vegerand: “Ez ji te fêm nakim”. Min jixwe pêşî bi Kurmancî û piştre bi Elmanî ji wan re digot. Piştî ku performans qediya Robînê min û te hat û ji min re got, “Ez ê Kurdî hîn bibim.” De xwedê bike dê û bavê wî jî xwe bidin ber vî daxwaza wî. 

Zarokan piştî performansa xwe, ya ku pê zora Dehak û Necis birin, li baxçeyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Darmstadtê her yekî pîvaza kulîlkekê çand û av da. Paşê jî agirê Newrozê bi hev re pêxistin. Newroz li cem wan zarokan êdî xwedî maneyeke ku ji nasnameya wan wê qut nebe. Ev rîtuelên besît, nasnameçêker in. Yanî ji wan rîtuelên besît, yek ji pêvajoyên herî girift û tevlîhev ên kesayetiya insanekî diyar dibin. 

Bi heman rengî li deverên din jî îsal bi zarokan re Newrozê bi heman rengî pîroz bikim. Îro li dibistana Ludwigshafenê ya ku lê dersên Kurdî tê dayîn, em bi zarokan re piştî performansa li ser Kawayê Hesinkar kulîlkan diçînin.

Di performansa îsal de min fîgureke din jî bi cih kir. Esas pêşî du dilî bûm. Lewma ev fîgura hanê, di çend vegotinên mîtolojîk de hebû, lê ji ber ku bênav bû, tenê “jinek” bû, min berê ew nedixist nava performansê. Îsal min ew lê zêde kir. Lewma beriya Kawayê Hesinkar li gorî vegotina mîtolojîk a Kurdan, bibe xwedî rola sereke duaya qenceke xwedê lazim e. Ew qenca xwedê jî ji ber ku di hişkesaliyê de bi hewara wî ve hatiye, duayê ji Kawayê Hesinkar re dike. Bi wê duayê Kawa dibe Kawa.

Helbet di vê peywendê de ez ti qîmetê nadim bi wê vegotina Firdewsî ya ku tê de rola Kawayê Hesinkar tenê fîguranî ye. Ji bo min vegotinên ji Kurdistanê û belgeyên mîtolojîk ên Kurdan esas in; çi nû û çi kevin. Ji ber wê ya muhim ew e ku zarok karakterê damezrîner ê Newrozê ji bo neteweya Kurd bibînin û nas bikin. Têkiliya berxwedana îro, rola Newrozê di serhildanên îro jî ji zarokan re wiha diyar dibe. Tevî zarokan Newroz li we jî pîroz be.   

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.