Newayên Mutrib û Çengên Kurdan

Nûçeyên Çand/Huner

În 28 Cotmeh 2022 - 22:06

  • Weşanxaneya Nûbiharê pirtûkeke nû ya bi navê “Newayên Mutrib û Çengên Kurdan” çap kir.

Weşanxaneya Nûbiharê pirtûkeke nû ya bi navê “Newayên Mutrib û Çengên Kurdan” çap kir. Pirtûk ji hêla nivîskar Ebdulkerî Surûş ve hatiye nivîsandin û bi tevahî 295 rûpel e.

Surûş bi vê pirtûkê hewl dide mûzîka herêmên Kurdistanê, têkiliya muzîk û folklorê û her wiha têkliya muzîk û wêjeya devkî binirxîne.

Ebdulkerîm Surûş di sala 1958’an de li Kurdistana Rojhilat hatiye dinyayê. Li gel ku demek dirêj di çapameniyê de xebitiye , têkiliyên wî yên baş bi forklorê re jî hebûne. Di sala 2016’an de jî dîsa ji Weşanxaneya Nûbiharê pirtûkeke wî ya bi navê “Ji kelepora kurmancên Îranê gilî û gazinden evîndaran” derketibû. 

Surûş pirtûka xwe ya nû “Newayên Mutrib û Çengên Kurdan” jî wiha dinirxîne;

“Rengînî û dewlemendiya folklora Kurdî, ji mêj va bala gelek rojhilatnas û Kurdnasan kişandiye. Çimkî tu çi bixwazî, di nava evê gencîneya bêhempa da heye. Beşeke girîng ji vê gencîneyê edebiyata devkî ye. Edebiyata devkî jî ji hêman û berhemên curbicur pêk tê. Berhemên evê edebiyatê jî ne malê nivîskarekî ne ; ew malê tevahiya gel in. Ji edebiyata devkî ya Kurdî pişka ku naveroka wê ji hêla dîrokî va herî xurt, pişka stran û awazê ye. Ev pişk di çanda Kurdî da pirr dewlemend bûye, pêşda çûye, berfireh bûye û hema mirov çi bixwaze, dikare di nava wê da bibîne.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.