Nêrgîzê Koyan ji Hamburgê

Nûçeyên Çand/Huner

În 18 Îlon 2020 - 23:00

  • Deza Sari hesreta welat û malbata xwe ji xerîbistana, ji Hamburgê kirin helbestên bi Kirmanckî û ji weşanên Zîlan Akademî derxistin. Ew dibêje, her kes behremend e û dikare tiştekî ji bo zimanê xwe yê dayikê bike. 

M. ZAHÎT EKÎNCÎ
HAMBURG

Deza Sari, ji navçeya Elezîzê Depê, ji nahiyeya Sarîcanê ye. Ew li Hamburgê debara xwe bi şifêriya otobosê dike. Bi navê Deza Sari, tê nasîn. Ew şairekî Kurdiyê ye jî. Wî li xerîbiyê bi zimanê dayika xwe Kirmanckiyê ev helbestên xwe nivîsîne û niha weke kitêb jî weşandin. “Nêrgîzê Koyanî Welatî (Nêrgizên Çiyayên Welatî) kitêba yekê ya Deza Sarî ye. Lê kula nemanê jî pê re heye, ew dibêje, wî xwestiye bi helbestên xwe yên bi Kirmanckî mîrateyekê bihêle. Kitêba wî ya 70 rûpelî 55 helbestan di nava xwe de dihewîne. Weşanên Zîlan kitêb weşandiye.
Li ser sedema nivîsandina kitêbê ew dibêje, “Elaqeya min a ji bo şiirê, di zaroktiya min de hebû. Ez pirr hez dikim ji nivîsê û bi helbestê îfadekirina hestên xwe. Lê mixabin helbestên min ên ciwaniyê, yek ji wan jî niha li cem min nîne. Piştî ku ez sala 1998´an hatim Elmanyayê, ji ber hesreta welêt û malbatê, min ji nû ve dest bi nivîsandina helbestan kir. Jixwe, gava ez bi zimanê xwe yê dayikê dinivîsim, yanî bi Kirmanckiyê, timî kela canê min radibe. Min helbesta xwe ya pêşî bi daktîloyeke li çopê min dîtî paknivîsîbû. Axir bi dîjîtalbûnê û belavbûna înternetê re, min vîdeoklîpa xwe ya pêşî weşand û xelkê pirr eciband. Gava ku gelek hevalên min got, tu çima van helbestên xwe nakî kitêb, min biryar da wan weke kitêb biweşînim. Mijarên helbestên min hesreta ji welat û malbata min re ye, pê re jî bedewiya welatê min, bêriya xwe li zarokî û cografyaya min dibane jî. Min gava bi zimanê xwe yê dayikê nivîsî, min bi berpirsiyariya beramberî welatê xwe ev kir. Ez bi devokê Sarîcanê, cihê lê ji dayik bûme, dinivîsim. Mamosteyê min ê bi qedr Nîhat Çir edîtoriya kitêbê kir û ev berhema mutewazî derket holê.”

Ziman û ziman

Deza Sari dibêje, ew li malê bi zarokên xwe re bi Kirmanckiyê dipeyive û li ser girîngiya zimên dibêje, “Tişta ku mirovî heyî dike, wî ber bi nifşên nû ve dibe, zimanê wî yê dayikê ye. Zimanê te nebe, tu ne dikarî xwe îfade bikî, ne jî dikarî vê bigihînî nifşên nû. Sê zarokên min hene û li malê em tenê bi zimanê xwe dipeyivin. Zimanek gava mirov pê bipeyive zindî ye. Xirabiya herî mezin em li zimanê xwe bikin ew e ku em pê nepeyivin. Ez yeqîn dikim di meseleya ziman de her kes behremend e. Hin ji me bi nivîsê, hin ji me bipeyivînê divê xizmeta vî zimanî bikin. Zimanê mirov pê nepeyive, zimanekî mirî ye.”
Deza Sari sala 1982ʼyan li Saricanê hatiye dinê, 3 zarokên wî hene û ji sala 1998´an ve li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê dimîne.

Ji helbestên Deza Sari

Mezopotamya ehend zaf o derdê ma 
Welat ra bî xerîb xort o kenayê ma
Çew welat de nêmendgerdun ra bî vila şarê ma
Her rojê hay bermenê dayiki û pîyê ma…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.