Nebin şirîkên sûcan!

Sêşem 9 Tebax 2022 - 21:33

  • 308 rewşenbîrên ji Tirkiyê, li ser êrişa dagirkeriyê ya muhtemel a dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bang li muxalefeta Tirkiyê kir û got, “Nebin şirîkên vî sûcî.” 

308 rewşenbîrên ji Tirkiyê, li ser êrişa dagirkeriyê ya muhtemel a dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bang li muxalefeta Tirkiyê kir û got, “Nebin şirîkên vî sûcî.” 

Di nava van 308 kesan de akademîsyen, rojnamevan, nivîskar û aktor jî hene. Rewşenbîran bal bire ser êrişên leşkerî yên li dijî Başûrê Kurdistanê jî û got, “Tê gotin ku niha jî amadekariya operasyoneke leşkerî ya li dijî Bakurê Sûriyê/Rojava dikin. Ti sedemeke rewa ya vê tevgerê/şer nîne. ‘Dijminê ku li Sûriyê gefê li welatê me dixwe’, tenê hinceteke koalîsyona desthilatdariyê ye. Li wir miletek heye ku xaka wan hatiye dagirkirin, ji bo parastina gelên xwe, hebûn û pergala xwe têdikoşin, û tên kuştin, dikujin, êşên mezin û wêraniyeke mezin bi serê wan de tê.” 

Daxuyanî wiha berdewam dike: “Di vî şerî de ji bilî desthilatdarî û şirîkên wê, berjewendiyên ti derdora din nînin. Zarokên me ne ji bo parastina welatê me lê ji bo mayîndebûna desthilatdariyê dimirin û ev şer ziyaneke mezin digihîne 84 milyon welatiyan. Di serdemekê de ku bi milyonan kes hindik mane birçî bimînin; ji perwerdeyê heta ji ked û tenduristiyê di her alî de pirsgirêkên mezin hene û di rewşeke wiha de mesrefên pirr mezin ji bo çekan û şer tên kirin. Ev jî bandoreke neyînî li jiyana 84 milyon kesan dike. Ji wê wêdetir, siberoja me dîl digire û hêviyên me dikuje. Ne tenê zarokên me jiyana xwe ji dest didin, siberoja wan jî tarî dibe. 

Heta niha jî ji maseya 6 ling (6 partiyên muxalefetê yên Tirkiyê) dengekî xurt derneketiye. Me heta niha jî nedîtiye ku we bi dengekî bilind ji şer re gotibe ‘Na.’ Heke hûn dengê xwe ji siyaseta şerxwaz a desthilatdariyê re nekin, hûn ê bibin şirîkên sûcên li dijî gelê me û mirovahiyê û xwîna tê rijandin. Nebin şirîkên ti sûcê vê desthilatdariyê, bi taybet jî yê şer. Dibe ku hûn ji tawanên weke xayîn, terorîst, alîgirên PKK’ê û hwd tirsiya bin û hûn tirsiyan ku dengên we kêm bibin. Di halê hazir de bêdengiya we tenê bi kêrî tifaqa Erdogan-Bahçelî hat. Em dixwazin ku hûn dawî li vê bêdengiya xwe bînin û li dijî şerê li Sûriyê û Iraqê li dijî îlhaqkirinê dengê xwe bilind bikin, eşkere û bi wêrekî bibêjin, ji şer re na.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.