Nebêje dereng e tenê pêk bîne

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 22 Mijdar 2022 - 06:35

  • Ji bo meriv hin tiştan pêk bînin temen ne asteng e. Muzîkjena 95 salî Angela Alvarez nimûneya vê yekê ye. Wê kula ku bi salan di dil de bûbû cîncok û ew êşandibû, bi albûmekê derman kir. Her wiha bû hunermenda herî serketî û xelata “Latîn Grammy” jî wergirt.

XASÊ CÛNÊ

 

Li vê dinyayê ji bo hin kesan temen û emrê mezin ji ti tiştî re nabe asteng. Her çiqas di wextê de mexsed û mirazê wan nehatibe cih û pêkanîna hin karan bûbe kul di dilê wan de jî, ew wê kulê piştî demekê dema keysa xwe lê tînin, derman dikin. Muzîkjen Angela Alvarez jî li gel temenê xwe yê mezin (ew 95 salî ye) kula xwe ya bi salan bi muzîkê derman kir. Ji zarokatiya xwe ve xeyala wê bû ku bibe stranbêj û stranan bibêje, lê malbata wê bi hincetên ku ew jin e û divê xizmeta malê bike, nahiştiye ku ew bibe stranbêj. Axir piştî salên dûr û dirêj, wê sala 2021’ê albûma xwe derxist. Ew ji Kubayê ye, tenê stranan nabêje, her wiha dinivîse jî. Angela Alvarez di beşa “Hunermenda herî serketî” de xelata “Latîn Grammy” jî wergirt û xelkê bi vî awayî bêhtir ew nas kir.

Angela Alvarez dema piçûk bûye, ti carî ji derûdora wê muzîk kêm nebûye. Naxasim jî du xaltîkên Alvarezê yên ku piyanoyê dijenin, dikin ku bala wê here ser muzîkê. Alvarez ji bo xaltîkên xwe dibêje, “Dema ez zarok bûm, du xaltîkên min jî li piyanoyê dixistin. Jixwe, wan ez fêrî gotina stranan kirim. Dema em di nav malbatê de li hev kom dibûn, stranbêjê wan, ez bûm. Her wiha ji xaltîkên min re cilûbergên xweşik jî dirûtin û di performansên xwe yên nav malê de min ew cilûberg li xwe dikirin.” Angela Alvarez piştî ku dibisatanê bi dawî dike, ji bavê xwe re dibêje, ew dixwaze bibe stranbêj. Lê bavê wê jê re dibêje, “Tenê tu dikarî di nav malê de stranan bibêjî!” Wekî din bav destûrê nade ku li derve, li ser dikan stranan bibêje. Piştî nerazîbûna bav, dilê wê dimîne û ji muzîkê dûr dikeve, lê ev weke kulekê tim dilê wê de dimîne. Jixwe, paşê jî dizewice û mecbûr dimîne li zarokên xwe binihêre. 

 

Neviyê wê li serpêhatiya wê xwedî derdikeve

Wext derbas dibe û zarokên wê mezin dibin. Angela Alvarez jî demeke dirêj li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) dijî û li wir bi cih dibe. Hevjîn û keçikeke xwe ji ber nexweşiya penceşêrê winda dike. Lê bi demê re zarokên wên yên mayî mezin dibin û ew jî dizewicin. Neviyên Angela Alvarezê jî çêdibin û ew jî mezin dibin. Jixwe, di nava van salan de, di nav malê de Alvarez tim gîtarê dijene û di ber re jî hin stranan dinivîse. Carlos Josê Alvarez, yek ji neviyên wê ye. Piştî ku ew mezin dibe, dibe çêkerê muzîkê û ew jî bi karên muzîkê re mijûl dibe. Carlos Josê pê dihese û dibîne ku pirîka wî Angela Alvarez qederê 50 stran çêkirine û gotine. Ev stran yên wê bi xwe bûne, yanî gotin û awazên stranên ku gotine, giş yên wê bûne. Carlos Jose wiha behsa serpêhatiya xwe dike, “Rojekê defterek nîşanî min da ku tê de gelek stran hebûn. Ji min re çend stran gotin. Piştî stran gotin, min tê derxist ku ew hunermendeke hêja ye û divê dengê wê were bihîstin.” 

 

Hunermendeke baş a jibîrçûyî

Neviyê wê xwe ji vê yekê berpirsyar hîs dike û dixwaze ji bo pîrika xwe ya ku bi salan bi kula muzîkê rabûye, tiştekî bike. Carlos Josê dibêje, “Yanî min dizanîbû ku stranan dibêje û dengekî wê yê xweş heye. Lê piştî ku min li stranên ku nivîsandine guhdarî kir, ez nû li xwe mukir hatim ku ew hunermendeke baş a jibîrçûyî ye.” Dema Carlos Josê ji pîrika xwe re dibêje, “em herin li studyoyê dengê te qeyd bikin” ew qet nabêje na û jixwe bi salan bû li benda vê rojê bû. Ji neviyê xwe Carlos Josê re, “Carlos ez dixwazim muzîka min li vê dinyayê were naskirin, ez dixwazim bi vi awayî ji vê dinyayê bar bikim.” Bi vî awayî dest bi projeya albûmekê dikin û dengê Angela Alvarez li studyoyê tê qeydkirin. Ji bo albûmê 15 stranan qeyd dikin.

 

‘Nebêjin dereng e!’

Dema ku Angela Alvarez xelata xwe ya “Latîn Grammy” werdigire, dibêje, “Ez vê xelata xwe diyarî xwedê û her wiha welatê xwe Kubayê dikim, welatê ku ez ê ti carî ji bîr nekim. Ji bo kesên ku nikarin xeyalên xwe pêk bînin jiyan bi rastî jî zor û zehmet e. Lê ez hînî vî tiştî bûm; her tim rêyeke xelasiyê jî heye. Ew dikarin bi hezkirin û bawerî di wê rêyê de bimeşin û tiştên dikin armanc, bi dest bixin. Lê divê hûn ti carî nebêjin, ‘dereng e!’” Serpêhatiya Angela Alvarez ya muzîkê, dibe mijara belgefilmê jî û derhêner Andy Garcia ku ew jî bi eslê xwe ji Kubayê ye, lê li Emerîka dijî, belgefilmeke bi navê “Miss Angela” çêdike. Di belgefilmê de pêvajoya qeydkirina stranên Angela Alvarez tê şopandin. Andy Garcia ji bo Angela Alvarezê dibêje, “Serpêhatiya wê tesîreke mezin li min kir. Ew nifşekî temsîl dike, nifşekî mezin ê Kubayê.”

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.