• Hunermend Kasim Taşdogan ku bi stranên “Rê” û “Xem Neke” hat nasîn, diyar kir ku ew strana “Xem Neke” diyarî malbata Şenyaşar dikin û dixwaze ew her tim li cem êş û kêfxweşiya xelkê xwe be.

BÎLAL GULDEM / MA/AMED

Hunermend Kasim Taşdogan ku bi stranên “Rê” û “Xem Neke” hat nasîn, diyar kir ku ew strana “Xem Neke” diyarî malbata Şenyaşar dikin û dixwaze ew her tim li cem êş û kêfxweşiya xelkê xwe be. Taşdogan, got ku wê zextên li ser çand, huner û zimanê Kurdî jî negihîjin mexseda xwe û bi hêvî ye ku wê Kurd bi ser bikevin. 

Hunermend Taşdogan yek ji stranbêjên serdema nû ye û ew li Izmîrê dimîne û xebatên xwe yên hunerî li wir didomîne. Taşdogan dibêje, wî û stranbêj Rotînda strana “Xem Neke” bi hev re gotiye û wan ev stran diyarî malbata Şenyaşar kiriye. 

Taşdogan herî dawî li Qoser, Êlih û Amedê konser dan. Taşdogan. 

‘Bila tenê dewlemend guhdarî nekin’

Taşdogan piştî 20 salan vegeriyaye Amedê û dibêje, li Amedê jî weke her deverê du quncikên ji hev cuda hene: “Ez bi van konseran gelek şanaz bûm. Min ji ber kêfxweşî û coşa guhdaran fedî kir. Kelecana wan û ruhê wan ez neçar hiştim, lê ji hêlekê ve jî kir ku ez bêhtir li ser karê muzikê hûr bibim û muzîkeke baş çêkim. Gelek bi dilê min bûn ev konser. Mixabin li Amedê jî wek her deverê du quncikên ji hev cuda hene.

Quncika xizanan û ya dewlemendan heye. Ez naxwazim tenê dewlemend li huner guhdarî û temaşe bikin. Ez ê her tim li cem çîna xizanan bim.

Ez ê her tim ji wan bim û ji bo wan stranan bêjim.”

Êş û şahiyên hevbeş

Taşdogan got, ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan divê “em ewilî hay ji êş û şahiyên hev hebin” û dewam kir: “Çandeke me ya hevpar heye. Beriya niha bi sed salan em bi hev re bûn. Êş û şahiyên me yên hevbeş hene. Pêdivî bi wê yekê tine ye ku hunermend ji bo yekîtiyê bibin pirek di navbera xelkê me de. Heke gelê Kurd û gelekî din şer bikin pêdivî bi hunermendan heye ku di navberê de bibin pirek. Lê em miletek in û ji heman erdnîgariyê ne.”

Li gorî Taşdogan di muzîkê de beriya her tiştî naverok girîng e: “Dibe ku bi şêwazên cuda muzîk were afirandin, lê naveroka muzîk û stranê girîng e. Dixwazim di jiyana rojane de çi diqewime, behsa wê bikim û xwedî seknekê bim.” 

Carna rêwî rêyê diyar dikin

Taşdoğan herî dawî diyar kir ku ruhê stranbêjên salên 90’î hîna jî di nav gel de zindî ye: “Gel naxwaze wan salan ji bîr bike. Ez carna xwe wek otobusek dihesibînim. Rêwiyên min hene, dixwazin herin cihekî, ez wan siwar dikim. Cihê ez herimê, ez diyar dikim. Lê carna rêwî dibêjin, di vê rêyê de here, ya girîng cihê ku ez herimê ez bizanibim, wekî din xem nake, ez di kîjan rêyê de biçim.”

Kasım Taşdogan sala 1983’an li gundekî Melazgîra Mûşê hatiye dinyayê. Di 9 saliya xwe de tevî malbata xwe koçî Gebzeya Kocaeliyê kiriye. Ji 18 saliya xwe ve tim di nav kar û barên muzîkê de maye. Ev 11 sal in li Izmîrê dimîne.