Navendek çandî; Pirtûkxaneya Ehmed Koyî

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 7 Tîrmeh 2025 - 00:30

Li bajarokê Ranye ya ser bi Îdareya Raperîn, pirtûkxaneya Ehmed Koyî bûye mala duyem ya nivîskar û xwendevanan. Hoşeng Ehmed Elî bi nasnav Hoşeng Ehmed Koyî xwediyê pirtûkxaneyê ye.

Hoşeng derbarê dîroka pirtûkxaneyê de ji ajansa me re axivî û got; “Cara yekem ev pirtûkxane di sala 1997’an de bi navê Pirtûkxaneya Perwerde hate avakirin. Piştî bavê min di sala 2012’an de koça dawî kir, weke wesiyetek navê pirtûkxaneyê ji bo Pirtûkxaneya Ehmed Koyî hate guherandin û heya niha li ser heman rêya xwe pirtûkxane vekiriye.”

Hoşeng dibêje; “Berê hinek pirtûkxaneyên din jî hebûn, lê pirtûkxaneya Ehmed Koyî tekane pirtûkxaneye ku 27 salin bê navber bûye navendek çandî.”

Fêrî kişikê jî dibin

Pirtûkxaneya Ehmed Koyî ne tenê ji bo pirtûk xwendin û firotinê ye, di heman demê de di nava pirtûkxaneyê de çalakiyên rewşenbîrî jî pêktên. Derbarê mijarê de Hoşeng got; “Komek me ya bi navê ‘Bi çandîkirina pirtûk’ hatiye avakirin û heftane kom dibe. Ji bilî vê jî semîner, komxebat û nasandina pirtûkan jî dike. Di hola nû ya pirtûkxaneyê de qursên fêrbûna kişikê jî vekirîne, ji ber ev lîstokek fikiriye û pêwîstî bi zîrekbûnê heye.”

Pirtûkên diyarî û xelat

Hoşeng da zanîn ku rewşa aborî ya Herêma Kurdistan û ne aramiya li herêmê, bandorê li ser kirîna pirtûkan jî kiriye û got; “Ji bo ev rewş were derbaskirin me gelek pêngav avêtiye. Ji bo teşwîqkirina xwendinê em karên taybet dikin. Em carna ji bo xwendinê pirtûk diyarî didin xwendevanan û hinek caran jî xwendevanan xelat dikin. Me beşek ji bo kesên ku nikarin pirtûkan bikirin jî, veqetandiye û her kesê bixwaze dikare bê beranber livir pirtûka xwe bixwîne.”

‘Di nav xelkê de serê me bilind e’

Hoşeng Ehmed herî dawî jî got; “Mixabin tevî evqas xizmet jî heya niha ti aliyek peywendîdar bi awayek fermî ji bo me tiştek negotine û nekirine. Lê pirtûkxaneya Ehmed Koyî mala hemû pêkhateyane, deriyê me ji bo hemû semîner û çalakiyan vekiriye. Raste di dema xwendinê de, pirtûk serê me dinimizîne, lê di nava xelkê de serê me bilind dike û em fêrî bersiva herî baş dibin.”

ROJNEWS/RANYE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.