Weşanxaneya Ava, pirtûka bi navê "Navdarên Kurd" (Meşahîr ul-Ekrad) derxist. Pirtûk ji aliyê Behcet Ehmed û Narîn Umer ve hatiye nivîsandin û behsa jiyana 24 kesayetên Kurd dike ku di wêjeya Kurdî, wêjeya rojhilatî û ya cîhanî de xwedî roleke muhim in. 

Pirtûk 134 rûpel e, û behsa jiyan û xebatên 24 kesayetan dike.

Di pirtûkê de bi taybetî behsa jiyan û kar û xebatên 9 jinan di dîroka Kurdî de dike ku kêm caran bal çûye ser wan: Hefse Xan Neqîb, Nazik El-Abid, Rewşen Bedirxan, Sit El-Şam, Mihrîban Xatûn, Mîna Xan Qadî û Mestûra El-Erdelan.  

ANHA/QAMIŞLO