• Pirtûkxaneya gerok a pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan vê carê jî li navçeya Kelar a ser bi Germiyanê konê xwe danî. 

Pirtûkxaneya gerok a pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan vê carê jî li navçeya Kelar a ser bi Germiyanê konê xwe danî.

Pirtûkxaneya gerok, bi pêşengiya Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer li ber Parka Şarî Yarî Kelar a li Kelarê bû. Pirtûkên Ocalan bê pere li xwendekar û welatiyan hatin belavkirin. 

Pirtûkên tên belavkirin yên Rêber Ocalan, Şehîd Diyar Xerîb, Şehîd Sakîne Cansiz û pirtûkên li ser Jineolojiyê ne.

Xwendekaran elaqeyeke mezin nîşanê pirtûkxaneya gerok a pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan da.

Beriya niha Pirtûkxaneya Gerok a pirtûkên Rêber Ocalan çûbû Helebce, Seyîdsadiq û Bazyan. Wê van rojên li pêşiya me jî here hin navçe û bajarên din ên Başûrê Kurdistanê.

ROJNEWS/GERMIYAN