NATO’yê navê Tirkiyeyê ji bîr kir

Pêncşem 21 Tîrmeh 2022 - 22:30

  • “Komkara Erebî piştgiriya Iraqê dike û destdirêjiya Tirkiyeyê şermezar dike.” Wî xwest dewleta Tirk pîvanên cîrantiya binpê neke.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî, Cemal Reşîd komkujiya dewleta Tirk li Zaxo pêk anî, şermezar kir û got, “Komkara Erebî piştgiriya Iraqê dike û destdirêjiya Tirkiyeyê şermezar dike.” Wî xwest dewleta Tirk pîvanên cîrantiya binpê neke.

Endamên NATO´yê bi xwe, navê hevgirê xwe yê qatil hilnedan. Wan êriş şermezar kir û xwestin berpirsiyar bên kifşkirin. 

Berdevkê wezareta karên derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Ned Price got, DYE êrişê şermezar dike. Wî got, her dewlet divê parastina sivîlan li pêş bigire, lê behsa dewleta Tirk nekir.

Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê jî bi daxiyaniyekê êriş şermezar kir û xwest “şert û merc û berpisiyarên êrişê” bên kifşkirin. Yanî weke ku Iraqê encamên lêkolîna xwe eşkere nekiribin, xwedî li qatilê navmala xwe ya NATO´yê yanî dewleta Tirk derket. Holandayê jî daxuyaniyeke bi heman rengî da û esas dewleta Tirk parast.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.