Namzetê Şengalê bi serket Derb li siyaseta PDK’ê ket
Pêncşem 21 Kanûn 2023 - 00:15
- Li Iraqê hilbijartinên encûmena parêzgehan pêk hatin û namzetê Rêveberiya Xweser a Şengalê, Qasim Keşko bi serket. Ev encam ji bo Şengala xweser û azad, pêkvejiyana li Şengalê û deşta Nînowayê weke serketineke mezin tê nirxandin.
Hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê pêk hat. Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê ragihandibû ku ji sedî 41´ê dengdêran çûne ser sindoqan û dengê xwe dane. Yek ji parêzgehên herî girîng ên hilbijartinê, parêzgeha Nînowayê bû ku çav û guhên herkesi li ser encamên hibijartina parêzgeha Nînowayê bû. Bi taybet encamên Şengalê wekî nîşaneyeke xurt a hêz û daxwaza xwerêvebirinê ya civaka Êzîdî û pêkhateyên Şengalê dihate nirxandin. Wekî tê zanîn, rêveberiya Xweser a Şengalê li gel hêz û aliyên siyasî yên Şengalê tevî lîsteya Yekîtîya Gelên Nînowayê bi namzetên PADÊ, kete hilbijartinê. Li gorî encamên daxuyaniya komîsyonê, namzetê PADÊ yê ser bi lîsteya Yekîtîya Gelên Nînowayê Qasim Keşko, di rêza duyemîn a lîsteya giştî de ji bo encûmena parêzgeha Nînowayê hate hilbijartin. Lîsteya Yekîtîya Gelan 45.939 deng bi dest xistin. Her wiha lîsteya Yekîtîya Gelên Nînowayê ku temsîla hemû ol, bawerî û gelên deşta Nînowayê ne bi dengekî baş û temsîleke xurt kete encûmena parêzgeha Nînowayê. Li gorî van encaman herî kêm 2 kursî li encûmena parêzgeha Nînowayê tên bidestxistin. Yek ji encamên herî girîng ê vê serketinê jî piştgiriya xelkê Ereb ji bo Qasim Keşko ye. Xelkê Ereb li herêmên xwe bi rêjeyeke bilind çûn ser sindoqan û bi dengen xwe di hilbijartina Qasim Keşko de bi roleke girîng rabûn. Ev encam yekîtiya civaka Êzîdî û gelê Ereb a di nav pergala Rêveberiya Xweser a Şengalê de nîşan dide. Ev hilbijartin ji aliye civaka Êzîdî û pêkhateyên Şengalê ve ji bo diyarkirina çarenûsa Şengalê, ji bo xurtkirina îradeya Rêveberiya Xweser, ji bo misogerkirina statuya Şengalê wekî hilbijartineke girîng û stratejîk dihate nirxandin. Xelkê Şengalê bi serketina namzetê xwe Qasim Keşko ve re li hemû gund û komelgehên Şengalê daketin meydanan û ev serketin pîroz kirin.
Qasim Keşko malavahiya Saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê û gel kir û serketina xwe diyarî Rêber Abdullah Ocalan, şehîdên Êzîdxanê û gel kir. Vê encamê di heman demê de derbeke mezin li siyaseta PDK’ê ya li Şengalê jî xist. PDK’ê ku bi deh salan e desthilatdariya xwe li ser civaka Êzîdî ferz dikir û nedixwest civaka Êzîdî ji bin hikmê wê derkeve, di vê hilbijartinê de jî bi gef û zextan, bi dek û dolaban xwest îradeya xelkê Şengalê bidize, lê civaka Êzîdî, xelkê Ereb û pêkhateyên Şengalê, rê li ber vê siyasete girtin û derbeke mezin li PDK’ê xistin.
Tevlîbûna herî zêde li Kerkûkê bû
Rêjeya herî bilind a tevlîbûnên di hilbijartinên encûmenên parêzegehan de li Kerkûkê (Ji sedî 65) pêk hat ku partiyên bingehîn ên temsîliyeta Kurdan, Ereb û Tirkmenan dikin, lê ketin pêşbirkê. Li vê parêzgeha dewlemendê petrolê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bû partiya yekemîn. Lê belê ji ber parçebûna nava partiyên Kurdan, ji bo tayînkirina walî wê bi hevrikiya koalîsyonên Tirkmen û Ereb re rû bi rû bimîne. Di hilbijartinê de partiyên Kurdan bi giştî 217 hezar û 815 deng bi dest xistin. YNK'ê 139 hezar û 373 deng wergirt û bû xwedî 5 kursiyan. PDK'ê jî bi 46 hezar û 749 dengan du kursî bi dest xist. Bi vî rengî hejmara kursiyên partiyên Kurdan bû 7 kursî. Ji ber ku Kurd bi tifaqên cuda tevlî hilbijartinên meclîsa bajêr a Kerkûkê bûn, vê yekê bandor li hejmara kursiyan jî kir. Tifaqa Nifşê Nû û partiyên Îslamî ku 53 hezar deng wergirtin, nekarî kursiyekî bi dest bixe. Dengên bi dest xistin jî li ber avê çûn. Hevpeymaniya Meşxelî Kerkûk ku ji her du partiyên îslamiya siyasî Yekgirtû û Komele pêk tê, 6 hezar 655 deng, Partiya Sosyalîsta Kurdistan jî 377 deng anîn. Du lîsteyên Tirkmen 93 hezar deng wergirt û bû xwedî 2 kursiyan. Koalîsyona Ereb 3 kursî, Koalîsyona Qaîde 2 kursî, Tifaqa Ûrûba ya Ereb kursiyek û Tevgera Babîlîon a Xiristiyan jî ji ber sîstema kotayê kursiyek bi dest xist. Li parêzgeha Nînowayê jî ku navenda wê Mûsil e, Koalîsyona Nînowa ya Sûnî zêdeyî 141 hezar deng bi dest xist û bû partiya yekemîn. PDK'ê jî nêzî 123 hezar dengan wergirtin û bû partiya duyemîn. Koalîsyona Nînowayê ya bi pêşengiya Waliyê berê Necîm Cibûrî 5 kursî, PDK'ê 4 kursî û YNK'ê jî 2 kursî bi dest xistin. Li parêzgehên Selahaddîn û Diyalayê jî partiyên Kurdan kursî bi dest xistin. Li Diyalayê YNK'ê kursiyek, li Selahaddînê jî Koalîsyona Hasm ku PDK di nav de ye du kursî bi dest xistin.
Dengê Kurdan şewitandin
Derbarê mijara pûçkirina bi dehhezaran dengên Kurdan li Kerkûkê de, Rojnamevan û çavdêrê YNK’ê yê hilbijartina Kerkûkê, Xebat Necmedîn got:“Li deverên Kurdnişîn nêzî 44 hezar -piştre eşkere bû ev dengê zêdetir in- dengên Kurdan şewitîn. Partiya Sosyalîst nexwest li gel Hevpeymaniya Kerkûk Hêz û Îrademane -tifaqa bi pêşengiya YNK´ê- tevlî bibe. Yan jî Komele û Yekgirtû ku her du partiyên îslamî yên siyasî ne, li ser xwesteka dewleta Tirk da ku Kurd nebin dengê pirranî, cuda tevlî hilbijartinê bûn. Destwerdana dewleta Tirk wisa kir ku lîsteyên Kurdan parçe bibin. Kurdan bi yekrêzî dikarîn 10 kursiyên encûmena parêzgeha Kerkûkê bi dest bixin. Tevgera Nifşê Nû propaganda wê yekê dikir ku ew ê parêzgar diyar bikin. Lê nekarîn yek kursiyî jî bi dest bixin. Bi çi wijdanekî propaganda yeksanî û nehiştina gendeliyê dikin? Ev yek dikare bibe sedem, careke din parêzgarekî Ereb were hilbijartin. Niha kursiyê parêzgarê Kurd li Kerkûkê di metirsiyê de ye.”
NAVENDA NÛÇEYAN