• Yek ji filmên ku di Rojên Filman ên Solothurner ên 57´an de hat nîşan dan, Stille Post bû. 

Yek ji filmên ku di Rojên Filman ên Solothurner ên 57´an de hat nîşan dan, Stille Post bû. Ev filma derhênerê Elman Florian Hoffmann li ser êrişa dewleta Tirk a li dijî xwerêveberiya li Cizîrê ye. Film par hat çêkirin lê cara yekê li Swîsreyê 20 Çile û doh (23´yê Çile) di Rojên Filman ên Solothurner ên 57´an de hat nîşandan.

Di filmê de bi lîstikvaniya Hadî Khanjanpour, Xelîl jiyaneke rehet û xweş heye. Ew li dibistaneke li Elmanyayê, mamosteyê dibistana destpêkê ye. Hevala wî jî rojnamevaneke bi navê Leyla (Kristin Suckow) ye. Leyla ji bo nûçeya xwe ya berfereh a pêşî dîmenên şerê dewleta Tirk li dijî Cizîrê peyda dike û ji Xelîl dixwaze di wergerê de alîkariya wî bike. Xelîl bi xwe jî ji Cizîrê ye. Di dîmenan de xuya dike ku artêşa Tirk dor li Cizîrê girtiye û şerê milet dike. 

Xelîl bi van dîmenan bi rabihuriya xwe re rûbirû dibe. Di yekê ji qeydiyan de ew wisa bawer dike ku wî dengê xwişka xwe ya ku bi hizra wî miribû, bihîstiye. Piştî wê kêliyê ew her difikire ku xwişka wî Senem hîna sax e. Hemîd ê ji xwerêveberiya Kurdan a ji Cizîrê jê re dibêje, ew dikare têkiliya wî bi xwişka wî re deyne. Ji bo vê jî ew weke şert, dixwaze ku Leyla nûçeyê li ser zilma li dijî Kurdan çêke. 

Filma Stille Post (Nameya bêdeng) esas li ser miamelekirina bi trawmayeke şexsî re ye. Her ku Xelîl bêhtir peywendiyê datîne bi şerê di navbera dewleta Tirk û miletê Kurd de rabihuriya wî jî her xwe dide pêş. Di encamê de filmeke dramaya şer derdikeve holê ku rexneyan li ragihandina bi rêya medyayê digire û dike ku mirov li ser wê bifikirin.

SOLOTHURN