Nabe ku em Kurdan tenê bihêlin!

Pêncşem 2 Çile 2025 - 03:00

Ji raya ya navneteweyî nerazîbûnên li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê berdewam dikin. Senatorê Fransî Pascal Savoldelli, ji bo ku balê bikişîne ser êrişên li dijî Rojava nameyek ji Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Nole Barrot re nivîsî. Savodelli diyar kir ku modela rêveberiyê ya berfireh û demokratîk a Rojava divê di jinûveavakirina Sûriyeyê de bibe mînak û bang li Fransayê kir ku hevalbendên xwe yên Kurd tenê nehêle.

Rojava referans e

Senator Savoldelli diyar kir ku hilweşîna rejîma Esad ji bo gelê Sûriyeyê hêviyekê temsîl dike û got:"Vê hêviyê di sala 2011'an de dest pê kir û niha lûtkeya şorekê ye ku encama wê nediyar e. Wek parçeyekî vê Şoreşê Kurdên Sûriyeyê ji deh salan zêdetir e piştgiriya projeyeke siyasî dikin ku xwe dispêre xweseriya demokratîk û hemû civak bi hev re di nav aşîtiyê de dijîn. Îro ev model, ji bo avakirina Sûriyeya nû ya berfireh û demokratîk ku xwe dispêre edalet, wekhevî û mafê hemû pêkhateyan referansek e."

Hêzên tarî gefê lê dixwin

Senator Savoldelli, têkoşîna Kurdan a li Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê dayî bi bîra Wezîrê Karên Derve Jean-Noel Barrot xist û got: "Hêzên Kurd, bi taybet di sala 2015'an de di peywenda êrîşên cîhadîstan ên li ser xaka Fransayê li dijî gelê Fransî pêk anîn, ji bo Fransa û koalîsyonê di têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê de bûye hevalbendekî biqîmet. Lê belê, piştî ku di 8'ê Kanûna 2024'an de koma Îslamîst û tundrew HTŞ li Şamê desthilat bi dest xist, bi taybet hin hêzên paşverû û tarî yên çekdar ku Tirkiye piştgiriya wan dike, li herêmên bakur û rojhilatê welat yên ku Kurd lê zêde ne li dijî QSD’ê êrîş dane destpêkirin. Bi taybet li Dêrazor û Minbicê kontrola hin herêman bi dest xistin. Gelek şahidên ku ji herêmê hatine tînin ziman ku gelê sîvîl tê qetilkirin."

Metirsiya karesateke nû

Senator Savoldelli bang li Wezîrê Karên Derve Jean-Noel Barrot kir ku divê Fransa li hember êrîşên dewleta Tirk û komên çeteyan ên girêdayî wê yên li ser Rojava li aliyê Kurdan bisekine û got:"Dema ku em mezinahiya êrîşên li dijî Kurdan li ber çavan bigirin, ez dixwazim bipirsim ku 'Gelo, Fransa da ku piştgiriya hevalbendên xwe Kurdan û modela wan a rêveberiya demokratîk bike, di pêvajoya siyasî ya jinûveavakirina Sûriyeyê de rê li ber daxilbûna Kurdan veke û bi taybet ji bo şermezarkirina êrîşên biyaniyan ên ku parçebûn û rageşiyan dijwartir dikin ku ji ber Tirkiyeyê rû didin, wê giraniyeke çawa nîşan bide?' Di vê serdemê de ku mirov nikare metirsiya karesateke nû ya însanî paşguh bike, Fransa nikare hevalbendên xwe yên Kurd tenê bihêle."

ANF/SERKAN DEMÎREL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.