Nabe bazarî bê kirin

Şemî 7 Kanûn 2024 - 02:50

Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaras tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mijara 'mafê hêviyê' ji ANF'ê re nirxand ku rojên dawî timî dikeve rojevê. Ozaras anî ziman ku tecrîd mirov ji civakê, ji jiyana civakî qut dike û divê weke pirsgirêkeke tenduristiyê û êşkenceyê bê nirxandin û got:"Mirov divê ji aliyê civakî û psîkolojîk ve xwedî jiyaneke bi tenduristiyeke baş be. Di peymana DMME'yê de kiryara xerab weke êşkenceya li rûmeta mirovahiyê nayê tê pênasekirin. Ji aliyê hiqûqî ve ev rewş li dijî mafên mirovan e. Her wiha divê ne tenê weke binpêkirina mafên mirovan û tenduristiyê yên kesekî bê dîtin; li dijî hewldanên demokratîk û karê hiqûqî yê wî welatî ye." Ozaras têkildarî rewşa Rêber Abdullah Ocalan anî ziman ku ne hiqûq lê belê kiryareke taybet a li hemberî şexs tê bicihanîn û got, biryara DMME hatiye binpêkirin.

Li tecrîdê mukir hatin

Ozaras destnîşan kir ku tecrîd gefê li aştiya civakî jî dixwe, gotina herî dawî ya Devlet Bahçelî bi bîr xist ku diyar kiribû ku Ocalan dikare sûdê ji mafê hêviyê werbigire. Ozaras anî ziman ku ev gotin tê wateya qebûlkirina tecrîdê û gotinên Bahçelî mikurhatine di vê mijarê de ye. Ozaras diyar kir ku mafê hêviyê mafekî bidawîkirina ragirtina mirovekî ya heta bi hetayê li girtîgehê ye. Ozaras ragihand ku ev maf li gorî xala 3'emîn a DMME'yê di çarçoveya qedexekirina êşkence û kiryarên xerab de ye û anî ziman ku mewzûata hiqûqî ya navxweyî ya Tirkiyeyê li pêşiya vî mafî asteng e û got:"Tirkiye bi sererastkirina hiqûqa navxweyî divê biryarên DMME'yê bixe meriyetê. Ev yek ne tenê ji bo Birêz Ocalan, ji bo hemû welatiyan pêwîstî ye." Sînan Ozaras herî dawî destnîşan kir ku nabe bazarî li ser mafê hêviyê û rakirina tecrîdê bê kirin û got, divê dewlet berpirsyariyên xwe yên hiqûqî bi cih bîne.

ANF/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.