Muzîkjenên Kurd ew xenî kirin

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 8 Îlon 2020 - 23:00

Piştî demeke dirêj, konsereke weke adetê li Bakurê Elmanyayê bi rê ve çû û ev konser jî hem bi muzîkjen û hem jî bi muzîka xwe qismî ji Kurdistanê bû. Pêr Koma Musica Alta Ripa li Lehrte li Kurt-Hirschfeld-Forumê derket ser dikê. Ji ber tevdîrên ji ber şewba koronayê, gelek tişt ne weke berê bûn, di holê de xelk dûrî hev rûnişt. Lê belê ji ber ku piştî navbereke dirêj konsereke weke adetê bi rê ve çû, guhdar razî bûn. Koma Musica Alta Ripa tevî hunermendên Kurd Mevan Younes (Mêvan Yûnis ji rojava) û Hogir Goregen (ji Bakur) di konsera xwe de projeya xwe ya bi navê "NOURUZ - Bach und kurdische Tänze (NEWROZ: Bach û govendên Kurdî)" pêşkêş kir.
Sedema navê vê performansê jî Johann Sebastian Bach e; ev bestekarê navdar ê muzîka klasîk Newroza 1685´an hatiye dinê - tevî ku hin çavkanî dibêjin ew 31´ê Adarê hatiye dinê. Ji ber ku Newroz jî ji bo Kurdan cejna herî muhim e, di vê projeyê de muzîk û reqsa Kurdan jî cihê xwe digirin û navê "NEWROZ: Bach û govendên Kurdî" derdikeve holê.

Rojbûna Bachî û Newroza Kurdan

Di hilberîna projeyê de Koma Musica Alta Ripa ya muzîka Barok hevkariyê bi du hunermendên Kurd re dike: Mêvan Yûnis li bisqê dixe û bestekarî jî kiriye, Hogir Goregen jî bi înstrumanên derban (perkusyon) beşdarî projeyê bûye. Herduyan kiriye ku muzîka Barok û newayên Kurdî bi hev bikelin. Hem reqsên ji bo suitên Bach û hem jî muzîka ji Kurdistanê ji nû ve hatine şirovekirin.  
Suitên orkestrayê yên Johann Sebastian Bach yên ku ji bo reqsên weke Bourree, Polonaise, Sarabande, Gavotte, Rondeau, Menuett û hinên din hatine çêkirin di vê performansa Newrozê de li nav pêlên reqs û govendên Kurdan dikevin. 

LEHRTE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.