- Stranbêjên ciwan ên Bakurê Kurdistanê, nerazîbûna xwe nîşanî astengkirina muzîka Kurdî da û wan got, “Bi astengkirinan ew ê nikaribin zimanê Kurdî û dengê muzîka Kurdî bibirrin.”
Stranbêjên ciwan ên Bakurê Kurdistanê, nerazîbûna xwe nîşanî astengkirina muzîka Kurdî da û wan got, “Bi astengkirinan ew ê nikaribin zimanê Kurdî û dengê muzîka Kurdî bibirrin.”
Li Kolana Îstiklalê ya Beyoglû ya Stenbolê polêsan nehiştibûn muzîkjenên kuçeyan bi Kurdî bistrên. Piştî ku dîmenên vê astengkirinê li ser medyaya dîjîtal belav bûbûn, gelek kesan nerazîbûn nîşan da.
Li Amedê xebatkarên Akademiya Ma Musicê jî nerazîbûn nîşanî astengkirina muzîka Kurdî dan.
Li her derî Kurdî
Perwerdekarê akademiyê Xebat Yîgît got, zext û zora li ser ziman û çanda Kurdî bi salan e didome: "Muzîka Kurdî careke din hat astengkirin. Paşê wekî asteng nekiribin, daxuyanî dan. Ev daxuyanî ne jidil in. Em muzîkjenên Kurd, em ê nehêlin zimanê me winda bibe. Stranên me wê neqedin. Em ê tim binivîsin, bibêjin."
Muzîkjen Evîndar Dulek jî got, "Dewleta Tirk êdî di her warî de hewl dide dengê Kurdan bitepisne. Em jî li ber vê radibin. Tu divê, bila li seranserê cîhanê muzîka Kurdî û zimanê Kurdî qedexe bikin. Lê ew ê nikaribin di jiyana mirovan de qedexe bikin. Ew ê nikaribin zimanê Kurdî û dengê muzîka Kurdî bitepisînin. Êriş çi dibin bila bibin, em ê li her derî zimanê xwe û stranên xwe biparêzin û bibêjin."
Li dijî zextan timî têkoşîn
Muzîkjen Sarya Ertaş jî qedexekirina konserên bi boneya salvegera 30´î ya damezrandina Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) bi bîr xistin û got, "Wê demê jî destûr nedan. Ji ber ku Kurdî ye, mudaxeleyên bi vî rengî dikin. Bi qest û zanebûn dikin. Lê me wê çaxê jî nerazîbûn nîşan da, em niha jî nîşan didin. Her ku ev mudaxele zêde dibin, em bêtir dixebitin. Ew çi qasî di tinekirinê de israr dikin bila bikin, em ê jî di hebûnê de bêhtir israr bikin. Em xebatkarên muzîka Kurdî, em ê tim têbikoşin."
MA/AMED