Muzîk hevala min e

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 14 Tîrmeh 2021 - 06:23

  • Diyana Hesarî ji herdu çavên xwe kor e, belê bêyî ku bibîne jî ew hostekareke baş a lêxistina tembûrê ye. Ew hem bi lêxistina tembûrê û hem jî bi deng û hestên xwe yên xweş mirovên li dora xwe mest dike. 

RONÎDA HACÎ
JÎNHA/HESEKÊ
 
Gelek kes hene hema ku çavên xwe li dinyayê vedikin, endamekî bedena wan ê kêm heye. Diyana Hesarî yek ji wan e. Ew ji herdu çavan nebîna hatiye dinê. Diyana Hesarî îro 18 salî ye, li gundê Til Tewîl ê ser bi Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê hatiye dinê. Erê ew ji herdu çavan kor e, belê hezkirina muzîkê pê re ew qasî xurt e ku wê ber bi hostekariyeke hunerî ve dibe. Bi tembûra xwe, bi dengê xwe yê zelal û hezkirina jiyanê ji bo her kesê guhdar, dibe xweşî. Diyana Hesarî behsa jiyan û berhemên xwe kir.  
 
Korî nebû asteng 

Diyana Hesarî dibêje, ji ber pirsgirêka çavên xwe, wê nikaribû wekî hevalên xwe hemûyan biçe dibistanê û fêrî zimanê dayikê bibe: “Dema ez piçûk bûm, min pirr zehmetî kişandin, her tim mirov di tariyê de be, pirr zehmet e. Dayik û xwişka min bi min re bûn alîkar û gelek pêwîstiyên min bi cih dianîn lê niha ez hîn bûme û dikarim bi tena serê xwe tevbigerim. Di nava gund de jî ez dikarim biçim û werim, ev hemû jî vedigerin keda dayik, xwişk û malbata min. Rast e pirsgirêka çavên min bû sedem ku ez nikaribim biçim dibistanê, lê nebû asteng li ber hezkirina min a ji muzîkê re.”

Diyana Hesarî dibêje, astengdarî ne di endamên bedenê de ye, astengiya rast a mêjî ye: “Ji ber hezkirina min a ji muzîkê re, bavê min tembûr ji bo min anî, ez pirr kêfxweş bûm, lê belê her kesê ji min re digot, tê çawa lê bidî? Sala 2018’an bavê min dewreyeke perwerdeyê ya muzîkê, li gel mamoste Ferec Derwîş ji min re vekir. Di hefteyê de du caran xwişka min û bavê min ez dibirim Peymangeha Muzîkê ya Mezopotamyayê ya li Hesekê. Destpêka perwerdeyê min pirr zehmetî dikişand, ji ber ku ez ne wekî her şagirtê bûm, her kes bi çavên xwe dibîne, lê ez tenê guhdarî dikim. Mamosteyê gelekî xwedi ber  min de êşand û li ser tilîkyan û guhdarîkirinê, ez fêr bûm. Heta ku ez gihîştim vê astê, pirr westiyam lê min hezkirina xwe pêk anî. Roj bi roj hezkirina muzîkê di dilê min de mezintir bû, wê demê min fêm kir ku astengî ne di endamên laş de ye, dema mêjiyê mirov saxlem be û zana be ew mirov ne astengdar e.”
 
Tenê bi Kurdî dibêje

Diyana balê dibe ser girîngiya xwedîderketina li çandê û dibêje, “Ez bi hêvî me hunermendên Kurd hemû bi zîrekbûn, stran û hestên xwe xizmetê bikin ji bo bipêşxistina çanda Kurdî. Daxwazên min ew in ku siberojê bibim hunermendeke bi nav û deng da ku karibim xwedî li çanda Kurdî derkevim. Stranên ku ez xwe fêrî wan dikim hemû jî bi Kurdî ne, muzîk hevala min e, bi rêya wê ez hest û hezkirinên xwe bi derdorê re parve dikim.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.