Çîroka Rotraut Susanne Berner a bi navê "Xwişkeka Piçûk Ji Bo Kendal" bi Kurdî hat amadekirin û çapkirin. Çîroka ku Mahsûm Nîsêbînî ji Elmanî wergerandiye, ji Weşanxaneya Morî derket.

Pirtûka ku niha li ber dest e, navê wê yê orjînal "Ein Schwesterchen fur Karlchen" e û sala 2008'an bi Elmanî hatiye çapkirin. Berner hem nivîsiye û ji ber ku îlistrator e bi xwe xêz jî kiriye. Niha ev çîrok li Kurdî hatiye wergerandin.

"Karlchen" bi navê di wergerê de "Kendal" dema tê malê surprîzek li benda wî ye. Na, ev ne “scooterek” nû ye, ne kekê bi gezer e. Xwişkek wî heye û ew xwişk bi siûd e ku dê birayê wê gelek tiştan hînê wê bike. Çîrok ji bo zarokên di navbera 2-4 salan de ye û 18 rûpel e.

 

Rotraut Susanne Berner kî ye?

Nivîskar Rotraut Susanne Berner sala 1948'an li bajarê Elmanyayê Stuttgartê hatiye dinê. Ew grafîker û îllustrator hem pirtûkên zarokan dinivîse û hem jî wêneyên pirtûkên zarokan xêz dike. Heta niha ji bo 80 pirtûkên zarokan wêne xêz kirine. 

Li cîhanê zêdetir pirtûkên wê yên li ser çar demsalan navdar in û heta niha bi ser 500 hezar hebî re firotine. Yek ji pirtûkên wê jî “Xwişkeka Piçûk Ji Bo Kendal” e ku niha êdî bi Kurdî ye jî.

Berner, sala 2014'an xelata Hans Christian Andersen wergirtiye.

- Xwişkeka biçûk ji bo Kendal / Rotraut Susanne Berner / Morî/ 2023 / 18 rûpel / Çîrok

* Ev nûçe ji ber malpera Diyarnameyê hatiye wergirtin.