Mîr çima li dijî tifaqa Êzîdiyan kar dike?

Merwan ZERDEŞT nivîsand —

În 10 Adar 2023 - 01:54

Di demên dawî de hevdîtinên Mîr Hazim Tehsîn Beg ên li ser navê Êzîdiyan têne kirin, di rojeva civaka Êzîdî bi taybetî jî di rojeva Şengalê de ye. Civaka Êzîdî hevdîtin û daxuyaniyên Mîr Hazim Tehsîn Beg ji nêz ve dişopîne û her ku diçe, fikarên xwe yên derbarê daxuyanî û bangawaziyên Mîr Hazim Tehsîn Beg de bi dengekî bilindtir tîne ziman. Gelo ev fikar û hişyarkirinên civaka Êzîdî ji ber çi ne? Siyaseta ku li ser navê hemû Êzîdiyan tê meşandin, çiqasî xizmeta civaka Êzîdî dike? Di çarçoveya van pirsan de civaka Êzîdî her ku diçe zimanê rexneyê li siyaseta Mîr dixe. 

Weke tê zanîn, piştî ku Mîr Tehsîn Beg di 28’ê Çileyê 2019’an de kiras guhert, Hazim Tehsîn Beg li şûna wî weke Mîrê Êzîdiyan hate hilbijartin. Em dibêjin hate hilbijartin, lê hîna nû piştî nîqaşên 6 mehan û bi piştevaniyeke xuya ya PDK’ê, Hazim Tehsîn Beg di 27’ê Tîrmeha 2019’an de weke Mîrê Êzîdiyan hate îlankirin. Di axaftina xwe ya yekemîn de Mîr Hazim Tehsîn Beg got, “Ez ê ji îro û pê ve weke Mîr xizmeta Êzîdiyan bikim, em ê meclîsekê ava bikin ku ji sedî 60’ê wê zêdetir Şengalî bin.’’

Mîr Hazim Tehsîn Beg, bi van gotinan dest bi erka xwe kir ku weke tê zanîn di pergala civaka Êzîdî de saziya yekemîn a Mîrîtiyê ye, Mîr weke îradeya siyasî ya civakê di xizmeta civakê de ye û bi payeya xwe li ser Bavê Şêx e jî. Kurt û Kurmancî di civaka Êzîdî de sazî û payeya herî bilind Mîrîtî ye. Ruxmê ku Mîr Hazim Tehsîn Beg di axaftina xwe ya yekem de balê bire ser girîngiya Şengalê jî, piştî 3 salan di 27-28’ê Cotmeha 2022’yan de serdana Şengalê kir. Ruxmê vê derengmayînê jî Rêveberiya Xweser a Şengalê, şervanên YBŞ-YJŞ’ê, Asayîşa Êzîdxanê û jinên Şengalî Mîr Hazim Tehsîn Beg bi qedirgiranî pêşwazî kirin.

Di serdana Mîr a Şengalê de civaka Êzîdî ji Mîr daxwaz kir ku “Nekeve bin bandora aliyên siyasî lê tevahiya aliyên siyasî bike xizmeta Êzîdiyan.” Ev daxwaza Şengalê, erk û berpirsyariya esasî ya Mîr bû ku pê hate bibîrxistin. Her wiha ji Mîr hate xwestin ku ji bo rê li ber êrişên li ser Şengalê bigire kar û xebatê bimeşîne, rêgiriya PDK’ê ya li ser Şengalê were rakirin da ku Şengalî karibin serdana Laleş û cihên pîroz ên Şêxanê bikin. Û helbet ji Mîr hate xwestin ku ji bo yekîtî û tifaqa Êzîdiyan kar bimeşîne. Civaka Êzîdî ya li Şengalê bi taybetî ji wê demê ve ye hevdîtin û daxuyaniyên Mîr ji nêz ve dişopîne, dixwaze fêhm bike ka Mîrê Êzîdiyan li gorî berjewendiyên civaka xwe kar dike yan na. Ev mafê civakê ye ku ji Mîrê xwe bipirse. 

Mîr Hazim Tehsîn Beg bi rastî jî van çend heyvên dawî, bi taybetî jî piştî serdana Şengalê, di nav liv û tevgereke berfireh de ye. Li Ewrûpayê serdana gelek welatan kir, raya giştî dibe ku nizanibe, lê serdana welatên Ereb ên Kendavê kir. Her wiha bi taybetî serdana wî ya Tirkiyê û hevdîtina wî ya bi rayedarên dewleta Tirk a dagirker re bû mijara rexne û nerazîbûnên cidî. Niha civaka Êzîdî van pirsan dike; me serdana Mîr a Ewrûpayê fêhm kir, lê gelo çi karê wî bi neviyên Osmaniyan re, bi dijminê bav û kalan re heye? Dîsa, welatên Ereb ên Kendavê ku Mîr çû serdana wan, ew welat in ku piştgiriya siyaseta selefî dikin, ew hêz in ku piştgirî dane DAIŞ’ê. Gelo çima Mîr pêwîst dît û çû serdana van dewletan?

Bi kurt û Kurmancî, civaka Êzîdî li benda bersiv û îzaheke berfireh e, heger Mîrîtî saziya siyasî û îdarî ya civaka Êzîdî ye û ev sazî di xizmeta gel de ye, lazim e Mîr Hazim Tehsîn Beg derbarê hevdîtinên xwe de, derbarê rojev û biryarên van civîn û hevdîtinan de agahiyê bide civaka xwe, dilê wan rehet bike. Lê li şûna wê, Mîr piştî her hevdîtineke xwe, banga pêkanîna Peymana 9’ê Cotmehê dike. Herî dawî di 6’ê vê mehê de bi Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî re civiya û piştî civînê ‘tekezî li ser bicihanîna rêkeftina 9’ê Cotmehê’ hate kirin. 

Tiştê xuya û diyar, Mîr Hazim Tehsîn Beg ne bi rojev û daxwazên civaka Êzîdî lê li gorî ajandaya PDK’ê kar û xebatên xwe dimeşîne. Çawa dibe ku Mîrê Êzîdiyan ê ji civaka Êzîdî hemûyî berpirsyar, dikare banga pêkanîna Peymana 9’ê Cotmehê bike? Çawa ji bo bicihanîna vê peymanê welat bi welat bigere? Yan agahiya Mîr ji sekn û helwêsta civaka Êzîdî ya li dijî Peymana 9’ê Cotmehê nîne, yan jî Mîr ji vê rastiyê agahdar e lê li dijî daxwazên civaka xwe kar dimeşîne. Ji van her du rewşan kîjan rast be, ne xem e. Bi her du awayan jî Mîr ji rastiya civaka xwe qut dibe. 

Herî dawî desteya oldarên Şengalê û Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê derbarê vê rewşê de bang li Mîr Hazim Tehsîn Beg kirin û wan mîr hişyar jî kir: Karê te ne tifaqa 9’ê Cotmehê ye, karê te tifaqa civaka Êzîdî ye. 

Êdî rewş hatiye wê astê ku yan Mîrê Êzîdiyan wê li gorî erk û berpisyariya xwe bikeve xizmeta civakê yan jî ev payeya wî wê bikeve ber nîqaşê. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.