Di 24’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de, li seranserê cîhanê çalakiyên berfireh hatin lidarxistin. Li Şengalê jî helwêst û têkoşîna li dijî tecrîdê û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan ji her demê zêdetir derket pêş. Di salên dawî de di çawanî û naveroka çalakiyên 15’ê Sibatê de guherîneke xuya heye, êdî ne tenê reng û zimanê şermezarkirinê, lê belê daxwaza azadiyê mohra xwe li çalakiyan dide. Ev encama bipêşketineke xurt a fikrî û ruhî ye ku guherîneke bingehîn a ziman û derûniya bindestan destnîşan dike. Zimanê gelên bindest ê şikestî û bi gazinc, bi hêza fikra azadiyê ya Rêber Ocalan vediguhere zimanekî xurt ê bi hebûn û têkoşîna xwe bawer.
Ev heqîqet li Şengalê her ku diçe xurtir dibe. Civaka Êzîdî a ku şûrê fermanê li ser hebûna wê her li ba bûye, bi fikra Rêber Ocalan re ji nû ve wate dide hebûna xwe, bi hêz û heqîqeta xwe dihise, bi zimanekî xurt ê bi hebûna xwe bawer, dipeyive. Rêber Ocalan ji bo civaka Êzîdî êdî ne tenê rêberek e yê ku ew ji fermanê rizgar kirine. Civaka Êzîdî roj bi roj zêdetir pê dihise ku hebûn û heqîqeta xwe tenê û tenê dikarin bi fikra Rêber Ocalan re biparêzin. Fikra heqîqetê ya Rêber Ocalan xwe dispêre nirx û şopên pîroz ên mirovahiyê û di berdêla parastina heqîqetê de ev 24 sal in li Girava Îmraliyê tê girtin, civaka Êzîdî jî di berdêla parastina qencî û xweşiyan, 74 ferman bi serê wê de hatin.
Niha ji her demê zêdetir zelal û xuya bûye ku komploya li dijî Rêber Ocalan û fermanên li ser civaka Êzîdî, bi destê heman ferasetê hatine kirin. Yên fermana Êzîdiyan rakirine û yên komploya navneteweyî birêxistin kirine, heman hêz û feraset in. Rêber Ocalan jixwe hay ji vê heqîqetê hebû. Lewma ewçend girîngî dida bi hebûna civaka Êzîdî. Îro roj, civaka Êzîdî jî bi vê hisiyaye, civaka Êzîdî baş dizane ku heqîqeta wan û Rêber Ocalan xwe disipêre pîroziyên qedîm ên ku civak û însan bêyî wan nikarin hebûna xwe biparêzin.
Ji ber vê heqîqetê, îsal jin û ciwanên Êzîdî, jinên Ereb ên Şengalê bi çalakiyên xwedî wateyên mezin, 15’ê Sibatê pêşwazî kirin. Ji komxebatan heta pêşangehan, berê xwe dan wate û renginiya heqîqeta Rêber Ocalan, dilê xwe pê germ kirin, coşa hebûna xwe di dil de hîs kirin. Civaka Êzîdî ku hîna beriya bi çend salan, qirkirineke mezin bi ser de hat, îro roj li Iraqê pêşengiya komxebat û konferansên derbarê fikr û felsefeya Rêber Ocalan de dike. Ne tenê vê fikrê bi civaka xwe dide naskirin, her wiha hewl dide fikra neteweya demokratîk a Rêber Ocalan li Deşta Nînowayê û Iraqê belav bikin. Li ser vî esasî di 25’ê Sibatê de li Şengalê bi pêşengiya Rêveberiya Xweser bi navê ‘’Pirsgirêka Azadî û Demokrasiyê ya Iraqê û Çareseriya Neteweya Demokratîk’’ komxebatek tê lidarxistin. Necef, Silêmanî, Mûsil û Bexda jî di nav de ji bajarên cuda gelek nûnerên gel û komên baweriyan wê tevlî vê komxebatê bibin.
Civaka Êzîdî li Şengalê hem xwe li ser fikra Rêber Ocalan birêxistin dike, hem jî fikra neteweya demokratîk weke projeya çareseriya pirsgirêkên bingehîn ên Iraqê dixe rojeva gel û baweriyên herêmê hemûyan. Beriya niha jî bi pêşengiya jinên Êzîdî li Bexdayê konferans hatibû lidarxistin, careke din Kurdên Feylî û Êzîdî konferanseke xurt bi encam kiribûn. Ev komxebat jî weke xelekek ji van xebatan wê pêk were. Şengal û civaka Êzîdî êdî ne tenê bi êş û kulen fermanên giran û bibîranîna wan rojan dibin rojeva herêmê. Civaka Êzîdî pişta xwe dide baweriya xwe ya qedîm û fikra azadiyê ya Rêber Ocalan û mînaka civakeke nû li herêmê bi pêş dixe.
Li Şengalê li ser fikra Rêber Ocalan bi rastî jî nûbûn û tezebûneke civakî bi pêş dikeve, di civakê de di asta şoreşê de bipêşketin û guherîn hene. Bi taybetî jin û ciwanên Êzîdî bi ruhê azadiyê rêyeke nû ji xwe re vekirine û li ser vê reyê bi coş û kelecan dimeşin. Û niha jî bi komxebat, konferans, pêşangeh, festîval û çalakiyên cuda yên fikrî û hunerî li cihekî weke Iraqê yê ku ji serî heta binî mişt kriz û qeyran e, rêya çareseriyê, rêya azadî û demokrasiyê nîşanî herêmê hemûyî didin. Civaka Êzîdî her ku xwe bi fikra Rêber Ocalan re zêdetir dipêçe û pê hebûna xwe zindî dike, ji herêmê hemûyî re jî dibe çirayek. Çiraya Êzdatiyê, niha careke din û geştir Şengalê û Iraqê ronî dike.
parvê bike
Nivîsên Merwan ZERDEŞT
Bihara Şengalê, bihara Êzidiyan
14 nîsanê
Cihê xiyanetkaran li Şengalê nîne!
27 Çileyê
Dara Êzdayetiyê û kurmê darê
16 kanûnê