Cihê xiyanetkaran li Şengalê nîne!

Merwan ZERDEŞT nivîsand —

În 27 Çile 2023 - 01:05

  • Derdikeve holê ku xiyaneta PDK’ê ji fermanê ve dewam kiriye. PDK’ê pêşengên civaka Êzîdî ji MÎT’a Tirk re kirine hedef, li dijî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser kar daye meşandin. Ev operayon beriya her tiştî, derbeke mezin e li siyaseta PDK’ê ya li Şengalê ketiye. 

Van rojên bihurî, nûçeyek ji Şengalê hat; vê nûçeyê bala raya giştî hemûyî kişand ser xwe, lê nexasim jî ya civaka Êzîdî. Hate ragihandin ku Yekîneyên Taybet ên YBŞ’ê û Hêzên Ewlekariyê yên Şengalê li dijî tora sîxurtiyê ya MÎT’a Tirk û PDK’ê operasyoneke taybet bi rê ve birine, di encama operasyonan de hejmarek ji endamên vê şebekeyê hatine girtin, ew kes li xwe mikur hatine û di encamê de çend bûyer û êrişên girîng hatine zelalkirin. Ev nûçe tevî hin dîmenên operasyonê hatin dayîn, ji dîmenan jî xuya dibe ku bi amadekarî û lêpirsîneke berfireh biryara vê operasyonê hatiye dayîn û vê operasyonê encam daye.

Ev pêngava girîng, bi navê “Operasyona Tolhildanê” hatiye meşandin. Ji navê wê jî xuya ye ku hedefa vê operasyonê tespîtkirina şebekeya xiyanetê û hesabpirsîna ji kiryarên wan ên qirêj e. Bi rastî, ev demeke dirêj bû ku civaka Êzîdî û gelên Şengalê daxwaz ji hêzên parastinê yên Şengalê dikirin da ku pêngaveke bi vi rengî bê destpêkirin. Ji ber ku, di gelek êrişên li dijî pêşengên civaka Êzîdî de şopên xiyanetê xuya dikirin. Rast e, ev êriş bi destê dewleta Tirk a dagirker dihatin kirin, lê xuya û zelal bû ku dezgeha îstixbaratê ya PDK’ê (Parastin) di van êrişan de xwedî berpirsyarî ye. Her wiha di demên dawî de bi rêbazên şerê taybet, PDK’ê li ser ciwanên Êzîdî xebateke berfireh dimeşand da ku wan tevlî nav şebekeya xiyanetê bike. Beriya niha jî me gotibû, PDK ciwanên Êzîdî dike sîxur û teslîmî MÎT’a Tirk dike. Niha ev rastî bi her awayî îsbat bûye.

 

Sîxurên MÎT û PDK´ê li xwe mikur hatin

Tê gotin ku sîxurên hatî girtin, li xwe mikur hatine ka ev şebekeya xiyanetê li Şengalê çawa hatiye birêxistinkirin, bi kîjan rê û rêbazê hatine xapandin, di kîjan êrişan de cih girtine, kî talîmata van êrişan daye, di berdêla van êrişên bêbext de MÎT û PDK’ê çi soz dane wan. Di encamê de çend ji êrişên girîng ên li dijî pêşengên civaka Êzîdî, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, hatine zelalkirin. Jixwe, wê di rojên pêş de bi bernameyên taybet encamên operasyonê bi civaka Êzîdî û raya giştî re wê werin parvekirin. Meraq û bendewariyeke mezin a civaka Êzîdî heye ji bo ku ev dijminên koka xwe û kiryarên wan werin zelalkirin.

Merheleyek ji operasyonê encam dabe jî, ev pêngav hê jî dewam dike. Bi qasî xuya ye, xelek bi xelek ev tora xiyanetê ya li Şengalê wê were zelalkirin. Lê em dikarin bibêjin ku ji niha ve derbeke mezin li tora sîxurtiyê ya MÎT û PDK’ê hatiye xistin. PDK ji niha ve, ji bo bandora vê operasyonê bişkîne li pey dek û dolabên nû ye, di rojên bihurî de li dijî YBŞ’ê hin kes dabûn axaftin, lê belê her kes dizane ku ev îtîraf derew in. PDK’ê, ji bo  bandora Operasyona Tolhildanê bişkîne fîlmekî derewîn amade kir û belav kir. Em dikarin bibêjin, ji niha ve PDK bi tayê ketiye, herî zêde PDK ji encamên vê operasyonê ditirse. Ji ber ku dest û tiliya dezgeha Parastinê di her êrişa li dijî Şengalê de heye. Dibe ku raya giştî bi mikurhatinên van sîxuran nizane, û meraq dike. Lê PDK baş dizane ka wê çi encam ji raya giştî re were ragihandin. Ji ber ku di plansazî, rêxistinkirin û pêkanîna van êrîşan hemûyan de ji serî heta dawiyê PDK heye. 

 

Dewama xiyaneta mezin e

Dema pêşmergeyên PDK’ê di 2014’an de ji Şengalê reviyabûn, civaka Êzîdî ji vê revê re gotibû “Xiyaneta Mezin.” Niha careke din wê derkeve holê ku xiyaneta PDK’ê ji fermanê heta roja me, çawa dewam kiriye. PDK’ê kîjan pêşengên civaka Êzîdî ji MÎT’a Tirk re kirine hedef, çawa li dijî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser kar daye meşandin. Ev operayon beriya her tiştî, derbeke mezin e li siyaseta PDK’ê ya li Şengalê ketiye. Rast e, hin ciwanên Êzidî terka dîn û baweriya xwe kirine, ji Êzdatiyê derketine û bûne sîxurên MÎT û PDK’ê, lê xiyaneta PDK’ê û dijminatiya wê ya li dijî civaka Êzîdî wê careke din, bi hemû ziraviyên xwe ve were naskirin. 

Operasyona Tolhildanê, derbeke mezin e li xeta xiyanetê ketiye, ya ku PDK dixwaze li Şengalê bi pêş bixe. Ev operasyon, bi daxwaza civaka Êzîdî hate destpêkirin û ya herî girîng jî ew e ku Êzîdî û pêkhateyên Şengalê hemû li dijî xiyanetê helwêsteke xurt û zelal nîşan bidin, xiyanetkaran ji nav xwe derxînin. Weke dayikeke Şengalî digot, “Cihê xiyanetkaran li Şengalê nîne, Şengal Şengala egîdan e.” Ev operasyon bi vê armancê encam daye, roj hatiye ku hesab ji xiyanetkaran were pirsîn, roj hatiye ku ev tora xiyanetê were şikandin û xiyanetkarek jî li Şengalê nemîne. 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.