Mînakên dirustî û sadebûnê

Sêşem 25 Sibat 2025 - 03:45

  • HPG'ê 4 gerîlayên li Heftanînê şehîd bûne bi hurmet, minet û hesret bi bîr anî û got:"Em soza xwe nû dikin ku ala şoreşê ya ku şehîdan radestî me kirine, bi berpirsyariyeke bilind a hêjayî wan, em ê bi ser bixînin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayên li Heftanînê şehîd bûne daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:"29’ê Cotmeha 2024’an di êrîşa dijmin a li ser herêma Heftanînê de fermandara me ya fedayî ya Apoyî Axîn Cûdî û hevrêyên me yên pê re Dilovan, Zozan û Avzem şehîd bûn. Em hevrêyên xwe bi rêzdarî, minetdarî û bi hesret bi bîr tînin û soza xwe ya ji bo dilsoziya bi bîranînên wan re, nû dikin.

Hevrê Axîn bedewî, berxwedêrî, esîltî û hebûna bi kedê di kesayetiya xwe de temsîl kir. Ji fermandariya tîm heya fermandariya eyaletê di her kêliya têkoşînê de esas girt ku bi keda xwe mezin bibe û bi vî rengî bû yek ji mînakên herî dirûst û sade yên fermandariya PKK’ê. Li her qada ku wezîfe lê meşandî, mîsyona pêşengiyê ya YJA Starê bê kêmanî bi cih anî. 

Hevrêyê me Dilovan nasnameya welatparêzî û berxwedêriyê ya Amedê pir zû qezenc kir û bû şoreşgerekî xurt. Lewma hevrêyê me bi cewher, soz û pratîka xwe bû milîtanekî Apoyî. Weke yek ji mînakên herî sade ya milîtaniya PKK’ê di dîroka me ya têkoşînê de cih girt.

Hevrêya me Zozan hatina çiyayên Kurdistanê weke yekane armanca xwe diyar kir û piştî ku xwişka wê ya mezin Sema Marînos – Wahîde Kurt tevlî nava refên gerîla bû, bi îdîa, biryardarî û hezkirina azadiyê berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêya me Zozan bû mînaka herî sade ya heqîqeta jinên Kurd bû yek ji milîtanên herî bijarte ya Partiya me PKK-PAJK’ê.

Bi ruhê xwe yê têkoşer bû gerîlayeke YJA Starê ku hemû hevrêyên wê ew ji xwe re mînak digirtin. Weke hevrêyên wan di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku ala şoreşê ya şehîdan bi berpirsyariyeke bilind bigihînin serketinê û bibin layiqê wan.

Derbên giran li dijmin xistin

Fermandara me ya hêja Axîn Cûdî, li gundê Şiwêt ê Qileban a Botanê di nava malbateke ji eşîra Goyî de hate dinê. Komploya navneteweyî ya ku di sala 1999’an de li hemberî Rêbertiya me hatî pêkanîn, mîna bi hezaran ciwanên Kurd ji bo hevrêya me Axîn jî bû xala werçerxê. Li dijî vê komployê hevrêya me Axîn tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me heta sala 2006’an li herêmên Qendîl, Xakurkê û Zagrosê têkoşîn kir. Hevrêya me di wê baweriyê de bû ku gerîlayên azadiyê yên Apoyî dikare bi taktîk û şêwazên dewlemend li hemberî hemû îmkanên dijmin berxwedanê mezin bike, pêşniyar kir ku derbasî herêma Heftanînê bibe. Hevrêya me bû xwedî pratîkeke li gorî vê îdîayê. 

Hevrêyê me Dilovan di nava malbatek welatparêz ku bi nirxên kurdewarî ve girêdayî li navçeya Pasûr a Amedê jidayîk bû. Di sala 1993’yan de bavê wî Adil Mintaş ku welatparêzek hêja bû, ji aliyê dijmin ve hat qetilkirin û şehîd xistin. Hevrêyê me Dilovan neçar ma di temenek biçûk de bêyî bav mezin bibe, vê rastiyê hestê tolhildanê di kesayeta wî de pêş xist. Ji bo tola şehîd Egîd hilîne lêgerîna xwe kûrtir kir û li ser vê esasê di sala 2013'yan tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Dilovan di jiyanê de xwedî sekneke pir dilnizm û gihîştî bû, bi felsefeya Rêbertî xwe perwerde kir û ev taybetmendiyên xweş kiriye bingeha milîtaniya Apoyî. 

Hevrêya me Zozan li Colemêrga ku navê wê bi berxwedanê tê zanîn, di nav malbateke welatparêz de hat dinê. Hevrêya me Zozan ji Bakurê Kurdistanê beşdarî refên gerîla bû û demekê li herêma Botanê ma. Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê hewl da gelê Êzidî qir bike, li gor ruhê srferberiyê yê ku Tevgera me dayî destpêkirin tevgeriya û erkên xwe yên şoreşgeriyê bi cih anîn.  Hevrê Zozan wek gerîlayeke xwedî tecrube, di gelek qadan de piştgiriya pêşketina hevrêyên xwe kir. 

Hevrêya me Avzem li gundê Avyanê yê girêdayî Şirnexê di nav malbateke welatparêz de hat dinê. Di sala 2015'an de, dema ku di Berxwedana Rêveveriya Xweser de gelek şehadet çêbûn, wê sonda tolhildanê xwar û ber xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêya me Avzem bi awayekî çalak, kêfxweş û xwedî moral beşdarî perwerdehiyan bû û ji bo hevrêyên xwe bû mînak.

Hevrêya me Avzem bi hevrêtiya xwe ya jidil û bihêz, bi şexsiyeta xwe ya fedakar, kedkar û dilnizm di xeta azadiya jinan de bû gerîlayeke mînak a YJA Starê û mîlîtaneke Apoyî." Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Axîn Cûdî (Halîme Kaya), li Şirnexê jidayîk bûye, 29’ê Cotmeha 2024’an li Heftanînê şehîd bû.

Dilovan Avzem (Mehmet Înan Mîntaş), li Amedê jidayîk bûye, 29’ê Cotmeha 2024’an li Heftanînê şehîd bû.

Zozan Rûken (Çîgdem Kurt), li Colemêrgê jidayîk bûye, 29’ê Cotmeha 2024’an li Heftanînê şehîd bû.

Avzem Cûdî (Azîme Kabûl), li Şirnexê jidayîk bûye, 29’ê Cotmeha 2024’an li Heftanînê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.