Bi Şoreşa Rojava re gelek gavên dîrokî li herême hatin avêtin. Li ser paradigmaya Netewa Demokratîk ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li dijî pergala netew dewletê ya kapitalizmê pêşxistibû li herêmê jiyaneke nû hat avakirin. Di destpêkê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hat damezrandin û rêveberiya gel hat esasgirtin. Li gundan komîn li bajarok û bajaran meclis û li ser meclîsan jî kanton hatin avakirin. Piştî 12 salên şoreşê li herêmê guherînên mezin pêk hatin. Ji perwerdehiyê heta nexweşxanê û darazê pergaleke nû hat rûniştandin. Ji bo çand, folklor û hunera gelan biparêze û pêş bixe Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) dest bi xebatan kir. Hevseroka Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Sumeya Mihemed xebatên çand û hunerê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji Ajansa Welat re nirxand.
Sumeya Mihemed anî ziman ku piştî şoreşê gelek saziyên çand û hunerê li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hatinê avakirin û bi awayekî komînal kar û xebatên hunerê dikin û got:“Li hemû bajaran saziyên çand û hunerê hatin vêkirin. Berê jî me xebat û çanda hunerê dikirin. Lê niha bi hemû netewên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Kurd, Ereb, Suryan bi hev re xebatên çand û hunerê dimeşînin. Bi awayekî komînal me dest bi xebatan kiriye.”
Komîna Sînemayê deng veda
Sumeya Mihemed di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku giredayî TEV-ÇANDê gelek saziyên çand û hunerê bi awayekî komîn hatinê vêkirin û got:“Komîna Sinemaya Rojavayê Kurdistanê deng li cihanê vêda. Gelek film çêkirin. Her wiha rêzefilm jî hatin çêkirin. 2 film jî bi dawî bûn û di demên pêş de ew ê jî bêne pêşandan. Filmên ku hatin çêkirin jî di ser asta cihanê de hatin çêkirin. Tevlî festîvalên Ewropa û Cenevreyê û gelek welatan bû. Komîna Muzik û şano hat avakirin. Hemû komîn şagirtên xwe bi rêxistin dike. Bi beşdarbûna hemû komînên hûnerê em festîvalên çandê ya Netewa Demokratîk derdixînin. Hemû netew û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi nasname, çand û floklora xwe tevlî van festîvalan dibin.” Sumeye Mihemed da zanîn ku ji bo perwerdehiya muzîk, şano û sînamayê Peymangeha Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ava kirinê û got:“Hunergeha Welat ku giredayî TEV-ÇANDê yê jî kar û xebatên serkeftî dimeşînin. Ji berê bi zimanê neteweyên herême kar û xebat dihatin kirin lê niha bi 7 zimanên biyanî jî kar û xebatên hunerî tên kirin. Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê peymangeheke bilind hat ava kirin. Ew peymangeh jî li ser şano, sinema û mûzikê perwerde dide. Armanca me ew e ku di demen peş de ji bo beşên din jî perwerde bê dayin.”
Sumeye Mihemed diyar kir ku gelek proje û plansaziyên wan hene ku bixînin meriyete û got:“Gelek proje li pêş me hene. Kar û xebatên ku em dikin jî di nav gel de dikin. Gel jî pir bi kêfxweşe ji bo kar û xebatên hunerê. Ji ber ku hemû netew û pêkhate reng û dengê xwe di vê hunerê de dibînin. Li dijî hemû êrişan me xwest em berê gelê xwe bidin hunerê. Di pêvajoya şer de berê civanan li dervê welat e. Diçin dervê welat. Bi taybet me jî xwest bi rêya hunerê berê wan bidi welat û çanda wan. Ji bo demen pêş projeyên me hene ku kargehên muzîk, şano, govend, wênesazî û peykersaziyê jî hene. Ji bo em huner û çanda xwe bi pêş bixin em hewl didin xwe bigihînin hemû pekhateyan û çand û hunera netewan biparêzin. Bi rêya çandê em dixwazin xwe bigihînin çanda Neteweya Demokratîk. Pergala Netewa Demokratîk edî li vir rûniştiyê. Em jî weke TEV-ÇAND hewl didin behtir xwedî li çand, huner û folklora xwe derbikevin.”
AW/MAHMÛT ALTINTAŞ