Milîtana leheng a PKK û PAJK’ê

În 14 Hezîran 2024 - 03:25

Navenda Ragihandin Çapemeniyê ya HPG'ê (HPG-BÎM) gerîlaya YJA Starê Arîn Êrîş ku Hezîrana 2019'an di encama êrişên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, bi rêzdarî bibîr anî. HPG’ê di daxuyaniya xwe ya di salvegera şehadeta gerîla de got:"Di 13'ê Hezîrana 2019'an de di êrişa dijmin a li Herêmên Parastinê yên Medyayê de hevrêya me Arîn Êrîş şehîd bû. Hevrêya me Arîn ku wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bi biryardarî û hesasiyeteke mezin bi cih anî û bi coş li her qadê tevlîbû û bû gerîlayeke mînak a YJA Starê. Hevrêya me ku weke milîtaneke PKK û PAJK'ê ya leheng gelek xebat bi serketî pêk anî, bi tevlîbûna xwe re karî di dilê her hevrêyekî xwe de cih bigire. Hevrêya me Arîn ku meşa xwe ya azadiyê li herêma Metîna destpê kir û li qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam kir; Bi kesayetiya xwe ya dilnizm, kedkar, manewiyeta xurt û hevrêtiya xwe ya ji dil karîbû di dilê hemû hevrêyên xwe de cih bidest bixe. Weke milîtanek bi hişmendiya kûr a azadiyê ya Apoyî xwe ji nû ve ava kir û cihê xwe di nava xebatên Hêzên Taybet de girt. Em soz didin ku têkoşîna ku hevrêya me Arîn dewrî me kiriye di şexsê wê de, layiqî hemû şehîdan bibin û bi serketinê tacîdar bikin. Em hevrêya xwe Arîn di salvegera şehadeta wê de careke din bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin û sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz, bi taybetî ji malbata wê ya hêja re dixwazin."

Hevrêya me Arîn li Amedê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2013’yan de berê xwe da çiyayên Amedê.

Weke mîlîtaneke fedaî ya YJA Starê li her derê parêzvaniya felsefeya Rêber Apo û jiyana şoreşgerî ya bi kedên bêhempa ya şehîdên me yên leheng, kir.  Hevrêya me Arîn li hemû qadên ku lê dima bi fedaîbûna xwe hate naskirin û di heman demê de ji bo xwe di xeya azadiya jinan de pêş bixe jî kedên mezin nîşan dan. Hevrêya me tim di nava lêgerîna mezinkirina têkoşîna xwe û derbxistina dijminî de bû û weke gerîlayeke jîr û jêhatî di gelek çalakiyên li dijî dijmin de weke pêşeng rola xwe lîst. Hevrêya me di 13’ê Hezîrana 2019’an de di çalakiyeke li dijî dagirkeran de bi fedekarî tirseke mezin di dilê dijmin de ava kir û derbên mezin li dijmin xist. Hevrêya me ya ku di vê çalakiyê de li dijî dijminî bi lehengî têkoşiya tevlî karwanê nemiran bû.’’

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me ya şehîd bi vî rengî ye:

Arîn Êriş (Necbîr Budak), li Amedê jidayîk bûye, 13’ê Hezîrana 2019’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.