Miletê Kurd navê Têkoşer lê kir,ew bû layiqê vî navî

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 11 Mijdar 2020 - 02:11

  • Osman Sebrî gelekî diqeherî bi wan Kurdan de ku dev ji welatê xwe berdidan û diçûn xeribistanê. Nexasim gava ku digot, ‘Şairek divê ti carî welatê xwe û miletê xwe neterikîne!’ pirr cidî bû.

ÎBRAHÎM BULAK

 

Osman Sebrî rewşenbîrekî pirralî ye ku li serê kitêb hatin nivîsandin, destan hatin gotin, derheqê wî de di kovaran de dosya hatin amadekirin. Ew siyasetvan, wêjekar, çalakgerê zimanê Kurdî bû. Kurdên li Rojava wî bi navê “Apo” nas dikin; her wiha ew di nava rewşenbîriya Kurdî de bi helwêsta xwe ya gelparêz, serhildêr tê nasîn.
Kitêba helbestan a tevî 69 şiirên Osman Sebrî, bi navê, Apo “Gotinên xav nepijîn bê tav”, hat weşandin. Hemreş Reşo xwe dabû ber barê karê çapê û weşanê. Wî li ser kitêbê ne navê Osman Sebrî lê navê “Apo” weke nivîskar danîbû. Beriya wê jî helbestên Osman Sebrî di kovarên weke Hêviya Welêt, Çiya yên li Elmanyayê de hatibûn weşandin. Lê ji bo ku aliyê wêjekar ê Osman Sebrî bê nasîn ev kitêb gelekî girîng e. Sala 1998’an jî bi amadekariya A. Balî, kitêba bi navê ‘Dîwana Osman Sebrî’ li Stockholmê ji Weşanên Apecê derket. Heman kitêb paşê li Elmanyayê (Weşanên Evra) û Stenbolê (Weşanên Perî) jî hat çapkirin.

Wî axatî red kir

Xelkê Osman Sebrî bêhtir bi vê kitêbê nas kir, lê Osman Sebrî beriya ev kitêb derkeve, wefat kiribû. A. Balî di weşana kitêba Osman Sebrî ya bi navê Hevalê Çak de jî bûye alîkar. Konê Reş û Dilawer Zengî jî ji wan rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ne ku ji bo ji nû ve weşandina nivîs, helbest û bibîranên Osman Sebrî xwe westandine û di vê de xwedî risteke mezin in.
Osman Sebrî kurê axê bû, lê wî axatî red kir û bi qewlê komunîstan “di warê çînayetiyê de xwe kuşt”. Ew bi temamî 18 caran kete hepsê. Kitêba wî ya bi navê “Bîranînên min” a ku Weşanên Lîsê derxist qismek behsa jiyana wî dike. Di vê kitêbê de Osman Sebrî bi Kurmanciya xwe ya xweş, ji zaroktiya xwe digire heta bi salên 1930'î qal dike ka çi hatiye serê wî.

Osman Sebrî beriya niha bi 27 salan, 11’ê Cotmeha 1993’yan konê xwe ji nav me bar kir û koça xwe ya dawî kir. Em li ser jiyana Osman Sebrî, têkoşîna wî û kesayeta wî ya têkoşer, bi akademîsyen, şair û nivîskar A. Balî (Abuzer Balî) Han re peyivîn. A. Balî, Osman Sebrî baş nas dikir.

Dewletê sê bapîrên wî kuştin

A.Balî ji bo Osman Sebrî dibêje, “Koka Osman Sebrî heta bi Mîrtiya Mirdêsiyan diçe. Sê bapîrên wî bi awayên cihê bi destê dewletê hatine kuştin. Ji bo bavê wî Sebrî û bapîrê wî Ebûzer jî ferman hatiye dayîn. Malbata wî li nahiya Narincê ya Kolikê mane, ev navçe heta bi salên 1950’î jî ser bi Meletiyê bû.
Osman Sebrî 7’ê Çileyê 1905´an hat dinê. Hîna zaroke bavê wî Sebrî Axa wefat dike. Apê wî Şikrî Axa ji bo ew bigihîje çi ji destê wî tê dike, dixwaze siberoja malbatê bide dest dest wî. Ji bo bavtiyeke tam jê re bike, bi dayika wî re jî zewaca xwe ya duyê dike. Şikrî Axa di heman demê de zavayê Hecî Bedir Axa ye (îro jî malbateke xurt û bi tesîr e li Semsûrê). Hîna Osman Sebri 17 salî ye, sala 1922’yan jinekê jê re tînin. Salek nakeve navê kurekî wî tê dinê. Navê Welat li wî kurî dikin.”

Mamosteyê sirgûn û guherîna Osman Sebrî

A. Balî bi bîr dixe ku hingê mamosteyekî sirgûn li gundê Osman Sebrî tê wezîfedarkirin. Ev mamosteyê bi navê Îsmaîl Efendî ji Osman Sebrî re ku hingî ew bi xwe axayekî ciwan e, dibêje, ya ku axa û feodal tînin serê gundiyan zilm e. A. Balî behsa li ser meselê wiha dewam dike: “Ev fikrên nû li xweşiya Osman Sebrî diçin. Destpêkê bi guhdarîkirinê û paşê carinan bi danberhev û pevçûnê, carinan bi lihevkirinê, dostaniyeke wan çêbû. Mamoste carinan jê re helbestên şarirên şoreşger xwendin.”
Li gorî A. Balî vê yekê jehra şairiyê jî berdabû nav laşê Osman Sebrî. Axir Osman Sebrî hîna 20 salî bû, tevî her du apên xwe tê girtin. Dadgeha Îstîklalê ji bo apên wî Şikrî û Nûrî biryara îdamê dabû. Apê wî Şikrî beriya îdamê wesiyeta xwe kir li Osman Sebrî yê ku pê re di heman qawîşê de bû. Li Osman Sebrî di vê dozê de 6 sal ceza tê birrîn. Ew li hepsa Edenê 73 rojan, li ya Konyayê 3 mehan li ya Denizliyê salek û nîvê dimîne. A. Balî dibêje, li gorî wî jê re qal kiriye, li dadgeha Meletiyê dadgerekî ji Dêrsimê pê re şexsî peyiviye û jê re gotiye, ´Tu ciwan î, dil nahêlim tu bimirî yan jî bêyî daliqandin! Sûcekî te yê bidarvekirinê jî nîne. Keysa xwe li firsendekê bîne. Tiştekî din ê ez ji bo te bikim, nîne!´ Osman Sebrî jî piştî ku ji dadgehê derdikeve keysa xwe lê tîne û direve. Ji Beydagiyê dibihure û xwe digihîne Narincê ya li quntara Nemrûdê. Piştî ku pêlekê li wir dimîne, binxet dibe, diçe Sûriyê.”

Bi qantiran sîleh ji qereqolan radikirin

Li ser karên wî yên siyasî yên li Binxetê, A. Balî dibêje, “Pêşî di nava rêxistina Xoybûnê de û paşê bi hevalên xwe re Partiya Demokrat a Kurdistanê / Sûrî dadimezrîne tevî hevalên xwe û xebatên xwe bi lez dike. Bi Ekrem Cemîl Paşa re hevaltiyeke wî ya baş dibe. Ekrem Cemîl Paşa di kitêba xwe ya bi navê “Hatıratım (Bibîranînên min)” de wiha behsa Osman Sebrî dike: ‘Gava dibû havîn, di Xoybûnê de şerê beg û axayên Kurd bi dawî dibû. Ji ber ku pirraniya wan diçûn zozanên hênik. Şervanên weke Osman Sebrî jî vedikişiyan Bakur, çend mehan paşê bi qantiran sîleh û cebilxaneya ji qereqolên dijmin rakirî, vedigeriyan.’
Osman Sebrî gelekî di hepsê de ma. Qederê 20 caran ketiye hepsê. Salên ku bi kurê xwe Hoşeng re di hepsê de bû û kuştina kurê wî Welat ê li ber dilê wî gelekî ezîz, ji wan bûyeran in ku gelekî têsîreke xirab li Osman sebrî kirin.”

Destek da têkoşîna çekdarî

Piştî Hemreş Reşo, A.Balî li derveyî Sûrî kitêbên Osman Sebrî weşandine. Li ser têkiliya Hemreş Reşo bi Osman Sebrî re A.Balî dibêje, “Osman Sebrî û Hemreş Reşo xizmên hev in. Di destpêkê de têkiliyên Osman Sebrî û Hemreş Reşo gelekî baş bûne. Paşê, gava Osman Sebrî bû dildarê têkoşîna çekdarî, ez dizanim ku ji hev sil bûn. Min li ser meslelê ti tişt ji Osman Sebrî nepirsî. Lê Hoşeng Sebrî û Hemreş Reşo timî baş li hev kirine. Bi qasî dizanim, Osman Sebrî ne endamê PDK’ê bû, gava min ew nas kir jî, ne endamê partiyeke Kurd bû.”

Tenê li welatê xwe dikarî bijî

A.Balî dibêje, wî di saxiya wî de pêşniyaz kiriye Osman Sebrî biçe Ewrûpayê, lê Osman Sebrî ev red kiriye; bi vê jî Osman Sebrî ji bo A.Balî bûye nemirek. Di dewamê de A.Balî wiha behsa meseleyê dike: “Kurê Osman Sebrî Hoşeng, rojekê got ka were, ez ê nameyekê ji te re bixwînim. Osman Sebrî name şandibû. Osman Sebrî bersiv dida nameyeke kurê wî jê re şandî. Hoşeng ji bavê xwe re gotibû: ‘Hevalên hatî ji min re gotin, baweriya te ya bi têkoşînê lawaz bûye! Çawa çêbû ku emrekî te dayî têkoşînê, di dawiya emrî de tu jê sar û sil bûyî?’ Osman Sebrî jî bi helbestê bersiv dabû kurê xwe. Ew nameya Osman Sebrî bi navê ‘Bersiva Hoşeng’ di gelek kovar û rojnameyan de jî derçû, deng veda. Helbest ‘Hoşeng! Roniya çavê min’ dest pê dikir, qismek ji vê helbestê wiha bû:
Ev e rê û ramana van celeb kesan,
Têgihan û bîrbirina nandoz û teresan.
Li pêş dost û yaran qurre û çalak in.
Dema rûbarî neyaran dibin bizdok
û perşikestî,
Nikarin serê xwe rakin.
Lê ji bo kurdên dilçak û doza welat,
Bê ûst ji devê wan dertên her agir û pêt.
Nemaze ji bo kesên têkoşer û gelparêz,
Gunehan çar dikin, didin berhev, dikin rêz.
çi kesê ji zanîn û baweriya wan bi dûr keve
Dibêjin “şaş” e
Ji kesên wek xwe bizdok û çepel re
Dibêjin
“Têgihiştî ye, gelekî baş e!”

Divê şairek welatê xwe neterikîne

Ez jî hingî mudaxilî meselê bûm. Gava ez çûm cem Osman Sebrî rewş wiha ji min re rave kir: ‘Kurê min ê ezîz! Ez Kurdekî ewqasî serbilind im ku ne têm firotin û ne jî dijmin dikare min bikire. Binihêre, ez kal jî bûme, hîna huviyeteke min nîne ku ez çend kîlo şekir û birincê hikûmet bi erzanî dide, bikirim. Fransiyan jî gotibû, dev ji siyasetê berde, em gundekî bidin te. Ji bo miletê xwe min ti carî berjewendiyên xwe li pêş negirtin. Ez sirgûnî girava Madagaskarê jî kirim.’ Hingê min xwest ber bi wî ve biavêjim, ku em pasaportê jê re derxin û bibin cem Hoşeng (Hoşen hingî li Berlînê ye), lê bersiva wî zelal bû: ‘Naçim! Nikarim biçim! Ez tenê li welatê xwe dikarim bijîm.’ Min jê re got, Şam ne welatê te ye, wî jî got, ‘Dizanim. Lê ji ber ku nêzîktirî welatê min e, ez ê li vir bimînim. Û gava ez bimirim wê min bibin li axa Kurdistanê veşêrin.’ Di vî warî de Osman Sebrî gelekî hestiyar bû. ew gelekî diqeherî bi wan Kurdan de ku dev ji welatê xwe berdidan û diçûn xeribistanê. Nexasim gava ku digot, ‘Şairek divê ti carî welatê xwe û miletê xwe neterikîne!’ pirr cidî bû.”

Cegerxwîn weke Osman Sebrî ne hişk bû

Osman Sebrî ji terikandina welêt nexweş bû û ji ber vê rexne li Cegerxwîn jî girtibûn. A. Balî wiha behsa meseleyê dike: “Partiya wî, salên 80’yî weke berpirsê xwe yê Ewrûpayê, Cegerxwîn şandibû. Cegerxwîn li cem min ji du kesên navdar re got, ‘Me li ser navê partiyê hûn şandin Ewrûpayê. Piştî ku hûn hatin her yek ji we bû zilamê partiyeke din!’ Osman Sebrî jî ji bo Cegerxwîn gotibû “Ji bo berjewendiyên xwe keça xwe da komunîstan!” Li ser meselê, Cegerxwîn ji bo hevrêyê xwe yê demên dawiyê ji hev sil bûbûn, got, ‘Ew mêrxas rexneyan li min digire. Ew timî heq e. Lê yê min jî, li gorî min tiştên min ên heq hene.!’
Cegerxwîn, weke Osman Sebrî hişk bûya, nedikarî qederê 20 berhemên xwe yên hêja li Ewrûpayê bide çapkirin. Osman Sebrî ne ew kes bû ku pişta xwe bide hevrêyên xwe. Ji ber wê miletê Kurd navê Têkoşer lê kir. Jixwe, ew bû layiqê vî navî.”

 

Di warê Kurdayetiyê de pirr dişibiyan hev

Osman Sebrî û mamosteyê A.Balî Cemal Nebez hev li Şamê dîtine û nas kirine. A. Ablî wiha behsa wan dike: "Osman Sebrî û Cemal Nebez, di warê Kurdayetiyê de pirr dişibiyan hev. Ez jêî piştras im ku wan ji bo menfeetên xwe yek kevirê tenê yê Kurdistanê jî nedida. Aliyên wan ên ne wek hev hebûn. Min rojekê ji Osman Sebrî re gotibû, Osman Sebrî weke şairekî hevçax, şoreşger û sosyalîst, navdar e. Wî li min wiha vegerand: ‘Ez ne şair im! ji ber ku milet bi şiirê fikrên min rehettir fêm dike, ez şiiran dinivîsim.’ Min bi hizirker û zimanzan Prof. Dr. Cemal Nebez re jî li ser şiirê li hev nedikir. Li gorî Nebez, “Şiir, yanî xeyal! Xeyal jî ji fikrên ji îfadeyên bêmane pk tên. Kurt û Kurmancî şiir, yanî xeyal û derew!´ Lê wî di saxiya xwe de gelek ristên Hacî Qadirê Koyî û Ehmedê Xanî jî ji ber digotin!
Dema ez diçûm Sûrî û dihati, ez dibûm mêvanê mala Osman Sebrî. Mêvanê wî pirr bûn, mala wî vala nedibû! Mala wî ji bo Kurdan weke dibistanekê bû. Dersêbn Kurdî didan hinan, ji hinên din re behsa ezmûnên xwe dikirin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.