Mihrîcana xweza û jinê

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 22 Tebax 2021 - 23:27

Meclîsa Jinan a HDP’ê li Wanê, Mîhrîcana Çand, Huner û Xwezayê ya Jinê li dar dixe. Mihrîcanê bi govendê pêr dest pê kir. Li baxçeyê avahiya HDP’ê ya bajêr pêşangehek hat vekirin û komên govendê, govend gerandin. Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM), Komeleya Çandê ya Aryen û gelek kes beşdarî mihrîcanê û çalakiyên wê yên destpêkê bûn. 

Hevseroka navçeya Ebexê ya HDP’ê, Gonul Ûzûnay li vir axivî û got, armanca wan bi mihrîcanê ew e ku balê bikişînin ser qirkirina çandî, komkujiya li dijî jinan û xwezayê. piştre, koma govendê ya Jinên Sûrê ya Amedê bi govenda xwe li ser dikê cihê xwe girt. Komê gelek bi reqs û govendên herêmî bala xelkê kişand ser xwe. Piştre beşdaran jî li ber muzîkê govend gerand. 

Di çarçoveya mihrîcanê de pêr bişev Koma Jin a Ma Muzîkê û hunermend Nûray Balik konser dan.

WAN 
 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.