- Di kitêbê de selete, meze, şorbe, xwarinên sereke û şîranî û vexwarinên ji midbexa dayikên nivîskaran û helbet taştêya Kurdî cih digirin.
Sedat Çelîk û hevjîna wî Zelal Zînet Aydin-Çelîk bi Elmanî kitêba xwarinên Kurdî bi navê Fazination: Kurdisch kochen (Midbexa Kurdî ya îlhamê dide: Pijandina xwarinên Kurdî) derxistine. Kitêba 136 rûpelî êdî bi 25 euroyan peyda dibe.
Nivîsakarên kitêbê Sedat Çelîk û Zelal Zînet Aydin-Çelîk di kitêbê de dibêjin: "Bexteweriya me ya rojane di xwarinên dayika me de ye". Di kitêbê de selete, meze, şorbe, xwarinên sereke û şîranî û vexwarinên ji midbexa dayikên nivîskaran û helbet taştêya Kurdî cih digirin.
Kutilk, kulîçe, nanê tenûrê, seleta pîvaza, şorbenîsk, çeqilmast, mehîr, tawe, tirşik, rîçala kundiran, xweşav û gelek xwarin, şîranî, şorbe û seletyên din ên ji medbexa Kurdî di kitêbê de hene. Bi temamî 52 terîf hene di kitêbê de ku her kes dikare biceribîne û belkî li gorî devera xwe jî hinekî biguherîne.
FRANKFURT