MHP’ê şebeke çêkiriye
Şemî 12 Tebax 2023 - 00:07
BAZÎD EVREN / MA / AMED
Giliyên cotkaran ên der barê Ofîsa Berhemên Çandiniyê (TMO) de naqedin. Cotkaran dan zanîn ku kesê bi navê O. Y. ku tê gotin Cîgirê Serokê MHP’a Amedê yê berê bû, li TMO’ya Şaxa Mermerê ya girêdayî Sûrê pergalek çêkiriye û cotkaran mecbûr dihêle ku berhemên xwe bi bihayekî erzan bifiroşin wî.
Cotkarê bi navê Abdulbasît Yaşa diyar kir ku îsal qasî 70-80 ton genim rakiriye û bi rêya TMO’yê jî difiroşe. Yaşa, anî ziman ku TMO’ya girêdayî taxa Mermer a Sûra Amedê li herêma wan dinêre û nikare bifiroşe wan. Sedema wê jî şebekeya ku serokê wê Cîgirê Serokê MHP’a Amedê yê berê O. Y. bû. Yaşa, wiha got: “Heta te bertîl nedaba vî kesî te nedikarî randevûyê bigirî. Ji bilî randevûyê niha pirsgirêkên cûdatir derketine holê. Bihayê kîloya genim ku dewletê diyar kiriye 8 lîre 25 qûrîş e, lê li herêma me 8 lîre 15 qûrîş hatiye diyar kirin. Herkes hewl dide bi vî bihayî bifiroşe. Li piyasayê jî bihayê kîloya genim 6 lîre û nîv e, lewma herkes dixwaze bide TMO’yê.”
Ji dewletê kêmtir dikirre
Yaşa, da zanîn ku piştî cotkar serî li TMO’yê didin û randevûyê digirin, vê carê jî, ji bo ku cotkar berhemên xwe bibin TMO’yê qamyon nayên dîtin. Yaşa, diyar kir ku sedemê vê yekê jî O. Y. e ku hemû qamyon li dora xwe kom kirine. Yaşa, anî ziman ku gava ji derve qamyon bê girtin rêzê nadinê û got;“Heke rêzê bidin jî qamyonan 4-5 rojan di rêzê de didin sekinandin. Heke cotkar bi wî re bikeve têkiliyê jî dibêje ‘Temam, ez ê qamyonê bidim te’ û dîsa 3-4 rojan dide sekinandin. Dawiyê tê dibêje ‘Berhemên xwe bifiroşe min, ez ê ji te re qamyon bişînim û berhemên xwe bîne. Rêz jî ne girîng e.’ Cotkar jî neçar dimîne ku qebûl bike û bi 7 lîre 30 qûrîş ku ji bihayê dewlet dide erzantir, difiroşe wî.”
Bersivê nadin giliyan
Yaşa, diyar kir ku wî hem ji bo randevû negirtinê hem jî, ji bo pirsgirêkên niha tên jiyîn daxwaznameyek fermî daye TMO’yê û li CÎMER’ê jî gilî kiriye. Ne ji CÎMER’ê ne jî, ji TMO’yê tu bersiv nehatiye. Yaşa, bi domdarî wiha got: “Karmendekî TMO’yê ji min re got ku ‘Qet nekeve pey van tiştan, O. Y. yê berçav e, ji jor heta jêr hemû bi hev re vê rantê dixwin.’ Heke ez berhema xwe îsal nedim TMO’yê ez ê neçar bimînim ku 5 an jî 6 lîreyan bidim bazirganan. Li gorî bihaya par ji sedî 25 zem hatiye ser bihayê genim, lê ji ber zemên hatine ser mazotê, gubre, derman em neçarin ku cotkariyê berdin. Ez dixwazim ev bûyere bikeve rojevê û rayedar çareseriyekê ji vê yekê re bibînin. Ji ber vê hevpeyvînê min xwe kir hedef û êdî ez nikarim berhemên xwe bifiroşim TMO’yê.”
Gel neşelînin
Cotkar Sûltan Yaşa jî destnîşan kir ku ew debara xwe bi çandina genim dikin û dixwaze genimê xwe bi xweşî bifiroşe û got: “Em diçînin, tînin ber derî û ev mirove bi pîlan û lîstikan nahêlin em genimê xwe bifiroşin. Em naxwazin kes heqê me bixwe. Debara me li ser genim e û hemû cotkar li benda firotina genimê xwe ne. Em bang li wan dikin bila bi hîle, pîlan û lîstikan nekevin pêşiya gelê me û gel neşelînin.”