Li dij tundiya qeyrana aboriyê yekîtî divê

Şemî 1 Sibat 2025 - 02:20

ROZA METÎNA / AMED

Seroka Şaxa 5'emîn a Genel Îş'ê ya Milê Ewropayê ya Stenbolê Nebîle Irmak Çetîn têkildarî qeyrana aboriyê, bandorên wê yên li ser zarok û jinan diyar kir ku li Tirkiyeyê pîşesazî, hilberîn û aboriya çandiniyê hema bêje tune ye. Di encamê de jin û zarok berdêlên giran didin û got li dijî tundiya qeyrana aboriyê yekîtî divê. 

Pirgirêka qeyrana aboriyê li Tirkiyeyê her diçe zêde dibe. Îktidara heyî ya AKP-MHP'ê butçeyeke mezin ji şer re vediqetîne û fatureya qeyranê ya herî mezin dîsa ji civakê tê birîn. Ev yek dîsa bandora xwe herî zêde li ser jin û zarokan dike. Seroka Şaxa 5'emîn a Genel Îş'ê ya Milê Ewropayê ya Stenbolê Nebîle Irmak Çetîn têkildarî mijarê nirxandin kir. 

Jin û zarok berdêlên giran didin

Nebîle Irmak Çetîn di destpêkê de bal bir ser bandorên mûçeya herî kêm her wiha bandorên qeyrana aboriyê ya li ser zarok û jinan û wiha got:"Rêbaza diyarkirina mûçeya herî kêm ji aliyê welatên endam ve bi Peymana jimare 26 a Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî ILO di 30'ê Gulana 1928'an de hat qebûlkirin û di 29'ê Çileya 1975'an de li Tirkiyeyê ket meriyetê. Xizaniya kûr a ku ji ber krîza aborî ya heyî li Tirkiyeyê derketiye holê, di van çend salên dawî de heta niha hatiye hîskirin. Ji sedî 7  karmend,  bi mûçeya herî kêm têne xebitandin. Rêjeya jinên ku mûçeya herî kêm an jêrtir distînin ji sedî 60 e. Yanî qadên îstihdamê ji jinan re tê girtin û wekî hêza kar a erzan tên dîtin. Zîhniyeta vê nêzîkatiyê roj bi roj keda jinê bêqîmet dike, weke keda erzan dihesibîne. Ji ber vê yekê dema ku krîza aborî bi şîdeta mêran re dibe yek, li malê, li kar û li qadên giştî şîdeta li hemberî jinê zêde dibe. Qirkirina jinan a siyasî bandoreke giran li keda jinan dike, îstîsmar û tundiya ku ji aliyê patron, bav û mêran ve li jinan tên kirin dibe sedema bandoreke mezin. Li Tirkiyeyê pîşesazî, hilberîn û aboriya çandiniyê hema bêje tune ye. Di encamê de jin û zarok berdêlên giran didin.”

Plansaziyeke çalakiyê ya birêxistinkirî

Nebîle Irmak Çetîn ji bo bidestxistina mafên jinan bal bir ser rêxistinbûyînê girîngiya rêxistinbûyinê û wiha got:"Jin hem ji bo azadiya aborî hem jî ji bo mafên jiyanî yên weke alavên siyasî, haydarbûna ji mafên xwe, ji bo wekheviya zayendî têdikoşin. Dev ji Peymana Stenbolê bernedin. Dema em mafên xwe dixwazin, em li berxwe didin bi şîdeta dewletê re rû bi rû dimînin. Rêxistinên jinan bi rêxistinbûna di saziyên sivîl û sendîkayên ku keda jinan birêxistin dikin de dikarin li dijî tundiyê têbikoşin. Rêxistinkirina jinan di her qada jiyanê de û ji bo jiyanek wekhev, bidestxistina mafên wan ên di jiyana kar de, mûçeyên wekhev ji bo karê wekhev gelekî girîng e. Divê em plansaziyeke çalakiyê ya birêxistinkirî pêk bînin da ku hikûmet Peymana ÎLO'yê ya bi hejmara 190'î a ku wê cihêkariyê ji holê rake îmze bike û bi cih bîne."

Newekheviya zayendî kûrtir dibe

Nebîle Irmak Çetîn bal bir ser sedemên kûrbûna newekheviya zayendî û wiha pê de çû:"Konsepta ku sîstemê pêş xistiye, ya wekî cihêkariyê de, ji bo têkoşîna hevpar xetereyên cidî çêdike. Ev veqetandin bandorê li pêşketina pîşeyî û îstihdamkirina jinan jî dike. Ji ber vê yekê jin neçar dimînin ku di karên bi darê zorê, di sektora xizmetguzariyê de û di karên ne ewle de bixebitin. Bi vê re jî newekheviya zayendî kûrtir dibe."

Li welat krîzeke giran a aborî û siyasî heye

Nebîle Irmak Çetîn diyar kir ku Tirkiye li ser keviya zinarekê ye û wiha got:"Li welat krîzeke giran a aborî û siyasî heye. Israr di rêveberiya nebaş, butçeya şer û polîtîkaya şer de heye. Îsrafkirina ‘îtîbarê’ heye. Kuştinên ji ber kar, kuştinên jinan, karkirina zarokan û îstîsmar her roj zêde dibin. Hema bêje li her mal, cihê kar, dibistan, nexweşxane û kolanan şîdet heye, jiyan û ev ewlekariyê dixe xeterê. Tehemula li hember dengên muxalif tune ye, bi taybetî jî rojnamevan û siyasetmedar li girtîgehên ku wek kampên komkirinê ne. Bêhiqûqî zêde ye, hiqûqa siyasî tirsê belav dike. Her kes li edaletê digere, welatekî li ser keviya zinarekê ye. Bi têkoşîneke yekbûyî dikare van hemû rêbazên antîdemokratîk bi dawî bibe. Rêveberiyeke adil û wekhev, kar û rêbazên demokratîk mîna nan in.Welatiyên ku pêdiviya wan ‘ji fîşekan zêdetir bi bacanan heye’, wê zêdetir nikaribin pêdiviyên xwe yên bingehîn bi cih bînin û xizaniyeke kûr bijîn. Ji bo derbaskirina qeyrana aborî pêwîstî bi rakirina wêraniya krîza siyasî heye. Aştiya civakî ya lezgîn, hiqûqa lezgîn, edalet û demokrasî esas e, muxalefeta civakî divê bi bandor têbikoşe. Têkoşîna ku jin, gel û kedkar bibin mijar, wê xizmeta aştiyê bike. Peymanên navneteweyî (Peymana Stenbolê, ILO 190) Biryarên DMME, serdestiya Hiqûqê divê demildest bên sepandin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.