Îran li ber hilweşînê ye
Çarşem 19 Sibat 2025 - 03:30
Zanyara Siyasetê ya ji Rojhilatê Kurdistanê Jino Victoria Doabî têkildarî geşedanên li Îranê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Jino Victoria Doabî, diyar kir ku li Rojhilata Navîn bi sala ye krîzên piralî û şer diqewime û got:“Rojhilata Navîn li gorî rageşiyên dîrokî, aborî û jeopolîtîk teşe digire. Sînorên çêker ên di serdema mêtingeriyê de di navbera gelên herêmê de hatine xêzkirin, pirsgirêkên li herêmê girantir dikin. Komara Îslamî ya Îranê di vê dînamîkê de roleke sereke dilîze. Rejîm li gel zexta li 90 milyon hemwelatiyên xwe dike, bi rêya şerên wekaletê jî di bêîstîqrariya herêmê de roleke sereke dilîze. Bandora vê polîtîkayê jî li welatên weke Tirkiye, Iraq, Yemen, Lubnan û Sûriyeyê dibe. Bandora rejîma vê derê rê li ber krîza aborî û aloziyên siyasî vedike.”
Sedem polîtîkayên rejîmê ne
Jino Doabî, anî ziman ku Îran krîzeke piralî dijî û got:’’Sedema sereke ya krîza li Îranê, xeletiyên rejîmê û tunehesibandina mafên mirovan e. Îran, hemû çavkaniyên xwe ji bo şer xerc dike. Rejîm, çavkaniyên xwezayî yên welêt, ne ji bo başkirina jiyana gelê xwe lê ji bo lêçûnên leşkerî, Hîzbullah, Husî, Hamas û çendek komên girêdayî xwe yên li Iraq û Sûriyeyê xerc dike. Vê ne tenê zexta li hundir zêde kir, her wiha rê li ber îzolasyoneke navneteweyî jî vekir û vê jî rewşa aboriyê nebaş kir. Îran ne tenê krîzeke aborî dijî, her wiha krîzeke civakî dijî. Kontrola zalimane ya rejîmê ya li ser gel û krîza aborî ketine nava hev. Zextên heyî bandorê li tevahiya Îranê dikin lê bi taybet jî zextekî tund li dijî muxalîfên siyasî, jin û pêkhateyên din heye.”
Ne hîpotez lê rastî ye
Bi domdarî Jino Doabî daxuyand ku Îran êdî ketiye pêvajoya hilweşînê û ev nirxandin kir:“Jixwe Îran li ber hilweşînê ye. Ev êdî ne hîpotez, rastî ye. Demokratîkbûn êdî jêneveger e. Demokratîkbûn tê wê wateyê ku mafên jinan û gelan bên misogerkirin û tê wateya hemwelatiya wekhev. Demokratîkbûn ew e ku jin jî beşdarî pêvajoyên biryardayinê bibin û destûreke bingehîn a mafan misoger dike. Her wiha qebûlkirina hemwelatiya wekhev a Kurd, Beluc û hwd. û tevlibûna wan a di pêvajoya biryardayinê ye.”
Rêya azadiyê jin in
Jino Doabî, bilêv kir ku çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn jin in û got:“Tevgerên jinan, çîna karker û xwendekar di têkoşîna guherînê de xwedî roleke krîtîk in. Em dibînin ku jin li dijî Îslama siyasî ku li herêmê pir xurt in, bi dilwêrekî dij derdikevin. Ev ji bo hemû herêman derbasdar e. Dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' dirûşmeke bi Kurdî ye lê êdî ne tenê bi Kurdistanê re bisînor e. Êdî li Îran, Iraq, Sûriye, Tirkiye, Efxanistan, Hindistan û Lubnanê jî olan dide. Ev dirûşm, bû sembola azadiyan a kûrewî. Û nîşan da ku têkoşîna mafên mirovan a li Rojhilata Navîn û têkoşîna azadiyê ya jinan girêdayî hev in.”
MA/BÊRÎVAN KUTLU