Mezelê Manuşyan li ‘Pantheon’ê ye

Nûçeyên Çand/Huner

În 23 Sibat 2024 - 00:58

Helbestvanê Ermen Misak Manuşyan yek ji sembolên berxwedanê yê Fransayê tê qebûlkirin. Bi biryara serokwezîrê Fransayê êdî mezelê wî li goristana bi navê “Pantheon”ê ye. Manuşyan li hember dagirkirina Naziyan a li Fransayê tevî hevalên xwe yên komunîst li ber xwe dabû û paşê jî ji hêla Naziyan ve hatibû kuştin.

Serokwezîrê Fransayê Emmanuel Macron sala çûyî biryarnameyekê îmze kiribû da ku mezelê Misak Manuşyan bibin “Pantheon”ê. Cara yekeme ku kesekî biyanî û berxwedêrekî komunîst li vê goristanê tê veşartin. Mezelê kesên weke Madam Curie, Victor Hugo, Jean Jacques Rouesseu, Voltaire û Emile Zola ku weke sembolên neteweyî yên Fransayê tên zanîn li vê goristanê dimînin. Wekî din jî gelek kesên navdar ên Fransayî li vê goristana ku bi mezelên xwe yên weke abîdeyan tê zanîn dimînin. 

Ji Semsûrê ber bi Marsîlyayê ve

Misak Manuşyan di sala 1906’an de li navçeya Besnî ya Semsûrê tê dinyayê. Di sala 1915’an de, di dema qirqirina Ermenan de ji xeynî birayê wî yê bi navê Garabed hemû malbat sirgunî Suriye bû. Manuşyan heya sala 1925’an li Suriye ya ku wî zemanî di bin hukmê Fransa de bû dimîne. Piştî sala 1925’an bar dike diçe bajarê Marsîlya yê Fransayê û ji wir jî diçe li Parîsê bi cih dibe. Demekê ew li fabrîqeyekê weke karker dixebite. Lê di heman demê de ji bo kovareke wêjeyî ya Fransa jî dixebite û hewl dide bi vî awayî çanda Ermenan bide nas kirin.

Tevî 22 hevalên xwe tê kuştin

Gava ku Nazî berê xwe didin Fransayê û dixwazin Parîs dagir bikin, Manuşyan û hevalên xwe yên komunîst tevlî eniya antî-faşîst dibin û li hember Naziyan têdikoşin. Manuşyan pêşengiya berxedêrên koçber dikir û li hemebr hêzên Naziyan sabotajan pêk dianîn. Manuşyan di 21’ê Sibata 1944’an de ji hêla leşkerên Naziyan ve tevî 22 hevalên xwe hate kuştin. Nazî ev yek bi afîşekî ku li ser dîwarekî daleqandibûn pîroz kiribûn. 

Luis Aragon ew bibîranî

Helbestvanê Fransî Luis Aragon ku ew jî weke Manuşyan endamê FKP’yê bû di sala 1956’an de ji bo bibîranîna Manuşyan helbesteke bi navê “L'Affiche Rouge” (Afîşê Sor) nivîsand. Paşê jî helbestvan û muzîkjenê anarşîst Loe Ferre ev helbest weke beste hazir kir û weşand.

Hevjîna Munuşyan a bi navê Meline piştî şer bi dawî dibe di sala 1948’an de vedigere Ermenistanê û helbestên Manuşyan di pirtûkeke bi navê “Dîlekî Azadiyê” de kom dike û diweşîne.  Weşanên Arasê heman pirtûk di sala 2009’an bi Tirkî çap kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.