Mexmûr tenê nehiştin
Pêncşem 25 Gulan 2023 - 14:18
Di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de çalakiya rûniştinê ya ku ji 25’ê Çileyê 2021’ê ve her roja Çarşemê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Cenevre yê Swîsreyê didome. Çalakî ev 29 meh in dewam dike. Di çalakiya vê hefteyê de dîsa doza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat kirin. Xwepêşanderan hewldanên artêşa Iraqê yên dorgirtina li wargeha penaberan a Mexmûrê jî protesto kir.
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (CDK) Mehmet Letfî Çelebî got, êrişa li dijî Mexmûrê jî girêdayî tecrîdê ye. Wî got, “Gelê Kurd wê di her rewşê de û li her derê xwedî li Rêbertiya xwe derkeve” û bal bire ser girîngiya çalakiyên bi vê armancê.
Berxwedan hate silavkirin
Li bajarekî din ê Swîsreyê, li Solothurnê jî ji bo piştevaniya bi berxwedana xelkê wargeha Mexmûrê re çalakî hat lidarxistin.
Li ser navê xelkê, Hevserokê Meclîsa Gel a Şehîd Firaz Dag, Kaya Demîr got, “Xelk li Mexmûrê ku di bin kontrola NY’ê de ye li dijî hewldana dorpêçê li ber xwe dide. Em bang li NY û saziyên rayedar dikin da ku tavilê dawî li vê dorpêçê bînin.”
Di axaftinên tevgerên ciwanên Kurd ên li Ewrûpayê, TCŞ û TêkoJIN'ê de jî hat gotin, “Em ê berxwedana xwe bi serketinê tacîdar bikin, li her derê û meydanan çalakiyan li dar bixin."
ANF/CENEVRE