- Bi taybet ji ber polîtîkayên asîmlasiyonên gelek ziman metirsiya tinebûnê li ser hene.
Bi taybet ji ber polîtîkayên asîmlasiyonên gelek ziman metirsiya tinebûnê li ser hene. Di nava zaravayên zimanê Kurdî de, zaravayê Kelhurî jî heye. Kelhurî tevî zaravayek berfirehe, xwedî dîrokek kevne jî. Lê ji ber ku kêm tê bikaranîn, di dibistanan de nayê xwendin û nivîsandin, ragihandin jî bikarnayîne, metirsiya tinebûnê li ser heye. Kelhurî dibêjin, eger zaravayê wan bikarneyê, wê bi demê re ji holê rabe.
Zaravayê Kelhurî yek ji zaravayên zindî ya Gelê Kurde, li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê zêdetir tê bikaranîn. Li Başur jî bi taybet li navçeya Xaneqînê tê bikaranîn. Li Rojhilat jî herî zêde li Kirmaşan tê bikaranîn. Lê niha metirsiya tinebûna zaravayê Kelhurî heye. Derbarê mijarê de mamosta, rojnamevan, hunermend û berpirsê Navenda Çandê ya Xaneqînê ji Rojnews re axivîn.
Berpirsê Navneda Çandê ya Xaneqînê Macid Şalyar got ku divê girîngî bi zaravayê Kelhurî were dayîn, ji ber ku her zaravayê neyê bikaranîn wê winda bibe. Macid sedema tinebûna ziman bi fêr nekirina dayîk û bavan ve girêdide. Macid diyarkir ku di bernameya xwendinê de jî ev zarava nehatiye bicihkirin û got; “Em weke navenda çandê ya Xaneqîn, her tim hewl didin girîngî bidin vî zaravayî. Ji bo dewlemendkirina zaravayê Kelhurî em semîneran didin, gelek peyvên zaravayê Kelhurî ji holê rabûne, lê em hîn li vê herêmê bikartînin û diparêzin.”
Hunermend Rizgar Mehmud jî derbarê heman mijarê de nêrînên xwe anî ziman û got; “Eger em Kelhurî bikarbînin, wê ji holê ranebe, zindî bibe û were parastin. Lê berevajî eger em bikarneynin, bi demê re wê tine bibe û peyvên zimanên din cihê xwe bigrin. Ji bov ê nabe zilm li şêwezara Kelhurî were kirin, pêwîste em pê bi axivin û girîngî bidinê.”
ROJNEWS/XANEQÎN