Mesrûr nahêle bên berdan

Duşem 22 Tebax 2022 - 21:15

  • Malbat, aktîvîst û parêzerê girtiyên Behdînanê bi hev re dibêjin, ji ber ku aliyekî siyasî dest werdide dadgehê, girtî bi şert jî nayên berdan. Kes eşkere navê vî aliyê siyasî hilnede jî, her tişt îşaret bi Mesrûr Barzanî dike. 

Xizmên girtiyên Behdînanê, bernedana girtiyan bi sedemên siyasî û destwerdana di nava kar û barên dadgehan ve girêdidin û dibêjin, “Destekî siyasî li pişt azadnekirina girtiyan heye, desthilat bi bernedana girtiyan dixwaze ji xelkê Behdînanê re bibêje, kes nikare daxwaza mafê xwe bike.”

Pêvajoya girtina çalakvan û rojnamevanên Behdînanê di 13’ê Tebaxa 2020’an de dest pê kir û zêdetirî 80 kesî hingê hatibûn girtin. Hê jî bi dehan rojnamevan, çalak û welatiyên daxwaza mafê xwe kiribûn, di girtîgehê de ne. Komek ji girtiyên Behdînanê ji 21’ê Tîrmehê ve di greva birçîbûnê de ne, û her ku diçe rewşa siheta wan xirabtir dibe.

Girtiyên Behdînanê û nexasim ên Şêladizê yên ku dadgehê li ser daxwaza serokwezîrê hikûmeta PDK´ê ceza li wan birrîn, niha jî zilmeke din li wan tê kirin: Destûr nayê dayîn ku bi şert jî werin berdan. Li ser rewşa girtiyan û sedema bernedana girtiyan Rojnews bi xizmên girtiyan, aktçîvîstan û parêzerên wan re peyiviye. 

Destekî siyasî li dijî serweriya qanûnê

Weke Rojnews radigihîne, birayê Şivan Seîd ê girtî, Mêhvan Seîd dibêje, li Herêma Kurdistanê yasa ne serwer e, pêwîst e dadgeh di biryardayînê de bi serweriya yasayê gavan biavêje. Li gorî wî ev nabe. Mêhvan Seîd paşê wiha dipeyive: “Divê dadgeh, destên siyasî û hizbî hemûyan ji dadgehê dûr bixe. Li gorî wê, dadgeh bi yasayî karê xwe bike. Destekî siyasî li pişt azadnekirina girtiyan heye û rê li azadbûna girtiyan digre. Desthilat bi ne berdana girtiyan dixwaze ji xelkê Behdînanê re bibêje ku kes nikare daxwaza mafê xwe bike.”

Kîjan kesayetên siyasî? 

Ji aktîvîstên Behdînanê, Amed Silêman li ser heman mijarê dibêje, li pişt bernedana rojnamevan û aktîvîstên Behdînanê, destên siyasî û kesayetên siyasî hene ku rêgiriyê dikin li serbestkirina girtiyan, ji ber wê jî heta niha ew girtî nehatine berdan.

Weke kesên din ên ku Rojnews bi wan re peyiviye, Amed Silêman jî navê kesî hilnade. Ev jî nîşan dide ka tirseke çawa di nava xelkê de hatiye belavkirin.

Amed Silêman bal bire ser rewşa girtiyan jî û got, ji ber greva birçîbûnê rewşa girtiyan gelekî xira bûye, tenduristiya wan têk çûye û gelekî lawaz bûne.

Mesrûr ew bi sîxurtiyê tohmetbar kiribûn

Parêzerê dosyeya girtiyên Behdînanê Beşdar Hesen jî sedema bi şert bernedana girtiyên Behdînanê wiha anî ziman: “Sedemeke siyasî li pişt bi şert bernedana girtiyên Behdînanê heye. Destwerdan li karûbarên dadgehê dikin, vê yekê berdana girtiyan asteng kiriye.”

Beşdar Hisên jî navê kesê dest werdide hilnede jî, her kes bi vê sira eşkere dizane: Her tişt îşaret bi serokwezîrê hikûmeta PDK´ê Mesrûr Barzanî dike. Li ser zexta raya giştî, Mesrûr Barzanî 10´ê Sibata 2021´ê daxuyaniyek dabû û rojnamevan û aktîvîstên Behdînanê yên sala 2020´an hatibûn girtin bi sîxuriya dewletên biyanî tohmetbar kiribûn. Dadgehê jî bi ya gotinên wî kir û 16´ê Sibata 2021´ê ji van sûcan cezayên pêşî li rojnamevan û aktîvîstan birrîn. 

Greva birçîbûnê dewam dike

Hêjayî gotinê ye ku 5 girtiyên Şêladizê, Yûsif Şerîf, Mehmûd Nacî, Kovan Tariq Cubraîl, Emced Yûsif û Nêçîrvan Hacî 21’ê Tîrmehê dest bi greva birçîbûnê kirin, lewma diviyabû bi şert bên berdan, lê nehatibûn berdan.

Heman rojê koma duyem jî ji bo piştgiriyê dest bi greva birçîbûnê kir. Niha qederê 50 girtiyên Behdînanê di greva birçîbûnê de ne. Seroka Desteya Mafê Mirovan a Herêma Kurdistanê Muna Yaqo pêr got, rewşa girtiyên Behdînan ên di greva birçûnê de şopandiye û hîna girtî greva xwe dewam dikin. Muna Yaqo ji bo berdana bi merc a girtiyên Behdînan bang kir.

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.