Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêre dest pê kir

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 19 Nîsan 2024 - 00:15

Pêşangeha Pirtûkan a Hewlerê ku di 17’ê vê mehê de dest pê kir dewam dike. Ji Bakur sê weşanxane beşdar dibin lê bi gelek zehmetiyan.

Pêşangeha Pirtûkan a Hewlerê ya 16’an ew ê heta 27'ê mehê li dar be. Ji Bakur sê weşanxaneyên kurdan, Weşanên Nûbihar, Avesta û Sîtav beşdar dibin. Lê ji Bakur heta Hewlêrê birina pirtûkan gelek zehmet e. Xwediyên weşanxaneyan bi peyamên belav kirin ev anîn ziman.

Xwediyê Weşanên Nûbiharê Suleyan Çevik wêneyê paketên pirtûkan ku şandine fûarê li ser hesabê xwe yê tora civakî belav kir û ev nivîsî, "Heta hevalan ev pakêt şandin îmana wan çikiya. Axir pirtûkên me gihaştine pêşengeha Hewlêrê. Çiqas em diçin Başûr eynî zehmetî derdikevin. Îro zehmetî qediyan, teseliya me çûyîna pirtûkan e!"

Xwediyê Weşanên Avestayê Abdullah Keskin jî wisa got, "Xwedê dizane û em dizanin bê bi çi zehmetiyan em beşdarî fûara Hewlêr dibin. Li Marsê ê wisa zehmet nebe, bêhenek. Hersal em dibên careke din tobe lê piştre hisiyat serdest dibe û em ji bîr dikin. Nebêjin we negot, nabe ev bar tenê ser milê me be, bi vî awayî em careke din naçin."

DIYARNAME

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.