Lêgerîna esasî mitabeqeta siyasî ye
Şemî 29 Mijdar 2025 - 04:00

- Gulistan Kiliç Koçyîgîtê diyar kir ku endamên komîsyonê bi awayekî qanehbûyî ji Îmraliyê vegeriyane û got:“Birêz Abdullah Ocalan got ku li gel mitabeqeteke bi dewletê re, lêgerîna esasî ya îro mitabeqeta siyasî ye û heke ev pêk were dê gelek astengî jî rabin.”
Endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku ji Serokwekîla Koma Meclisê ya DEM Partiyê, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz û Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê Huseyîn Yayman pêk dihat di 24’ê Mijdarê de çûn Girava Îmraliyê û bi Rêber APO re hevdîtinê pêk anîn. Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî naveroka hevdîtina li gel Rêber APO axivî. Koçyigit di destpêkê de derbarê çûna xwe ya Girava Îmraliyê de hin agahîn dan û wiha got:’’Birêz Ocalan pir bi coş û moral bû. Tenduristiya wî xurt bû. Bi rûkenî me pêşwazî kir. Tenduristiya wî baş bû. Birêz Ocalan bi giştî li ser rêwîtiya dîrokî ya PKK’ê, serdemên ku Kurd û Tirkan di dîrokê de tifaq çêkirine, ka van tifaqan çawa sûd ji gelên Tirkiyeyê, Kurd û Tirkan re anîne û xalên şikestina vê tifaqê yên dîrokî axivî. Wî her wiha nirxandinek berfireh li ser lêgerîna aştiyê ya PKK’ê û lêgerîna aştiyê ya dewlet û hikûmetê, lê çawa ev hemû rastî astengiyan hatiyê kir. Bêguman, endamên şandeyê jî der barê pêvajoyê de pirsên xwe kirin. Di dawiyê de min derfet dît ku silavên taybet ên jinan bigihînim wî û ji ber ku ew berî 25’ê Mijdarê bû, min jê pirsî gelo ew dixwaze bi taybetî li ser vê mijarê şîrove bike. Wî nirxandinek kurt li ser jinan jî kir. Wî bi taybetî behsa çanda kuştina jinan li kolanan kir. Wî behsa kuştina jinan kir. Wî her wiha nirxandinek pir kurt li ser perspektîfa xwe ya li ser azadiya jinan, nêzîkatiya xwe ya li hember jinan, li ser azadiya jinan bû, kir. Wî silavên xwe ji her kesî re şand. Birêz Ocalan li ser CHP’ê gelek nirxandinên wî ji berê de hebûn. Bi rêya heyeta me ya Îmraliyê ew nirxandin ji raya giştî re jî hatibûn parvekirin. Vê carê jî got 'Xwezî CHP jî bihata' û ev nirxandin kir.
Mesele ne tenê berdana çekan e
Rastî jî hevdîtineke dirêj bû. Birêz Ocalan qala tekiliyên Kurd û Tirkan ên dîrokî kir. Di serî de hevpeymana li Milazgirê ku di sala 1071’an de û têkiliya Sultan Alp Arslan bi mîrekiyên Kurd re analîz kir. Wî her wiha behsa serdema Selçûkiyan kir. Wî her wiha diyar kir ku serhildana mîrekiyên Kurd di dema hilweşîna Împeratoriya Osmanî de rolek di hilweşîna wê de lîstiye û Abdulhemîd ew yek dît û alayên Hemîdiye ava kir da ku pêşî li wê bigire. Piştre wî Şerê Serxwebûnê ku Kurd beşdar bûbûn analîz kir. Nirxandineke li ser Serhildana Şêx Seîd, ji perspektîfa dîroka Komarê, dest pê kir û li ser sedema ku ev serhildan di sala 1925’an de, ne di sala 1921’an de, çêbû, sekinî. Her wiha destnîşan kir ku dema Selahaddîn Eyubî Qûdsê fetîh kiriyê Kurd û Tirkan bi hev re têkoşiyane. Her wiha nirxandineke kin li ser raperîna Şêx Seîd kir û bal kişand ser vê yekê ku çima ew serhildan di 1921’an de pêk nehatiyê lê di sala 1925’an de pêk hatiyê. Ji ber ku Kurd bi fikra umetê tev li şerê serxwebûnê bûn û piştrê jî dewletê dev ji umetê berda û bi fikra netew dewlet tevgeriya. Birêz Ocalan diyar kir ku sedema serhildana Şêx Seîd jî ew hişmendî bûye. Piştre jî qala çawa PKK ava kiriyê kir. Qala civîna Bendava Çubukê ya Enqereyê ku bi 6 kesan dest bi rêwitiyê kiriye û heta pêvajoya îro kir. Herî zêde li ser têkiliyên Kurd û Tirkan rawestiya. Li ser hewldanên aştiyê rawestiya. Birêz Ocalan got di sala 1995’an vir ve wî sosyalîzma real derbas kiriye û dest bi lêgerîna aştiyê kiriyê. Lêgerînên aştiyê çawa rastî astengiyan hatiyê kir. Serdama lêgerînên aştiyê di dema Ozal, Erdal Înonu, Demîrel û Erbakan kir. Di van hemû deman de jî mudaxaleyên çawa ji lêgerînên aştiyê re bûnê çi astengî derketinê nirxand. Her wiha bi lêv kir ku hêzên navneteweyî naxwazin aştî pêk were û li ser mirina Ozal jî mînak da ku çawa dikarin sabotê bikin. Anî ziman ku mirina birêz Turgut Ozal ne tesaduf bû ye û divê bi awayekî guman li wê mirinê binêrin. Qala destpêkirina pêvajoyê axaftina Devlet Bahçelî û Serokkomar Erdogan kir. Destnîşan kir ku wî jî xwestiyê bersive bide wê helweste û banga 27’ê Sibatê jî li ser vê yekê formulê kiriye. Anî ziman ku aliyê herî girîng a banga 27’ê Sibatê mitabeqeteke ku dewletê jî biryar daye. Her wiha anî ziman ku piştî bangê PKK’ê gav avetinê û ji wê rojê şûn de agahiya şehîdan nehatiye. Destnîşan kir ku ew xwedî wateye û got ku mijar ne tenê berdana çekan e û pirsgirêka herî bingehîn ava kirin e.
Entegrasyon bi demokrasiyê dibe
Pir mijar hebûn. Ji ber wê li ser vê zêde nesekinî. Lê ev yek girîng e; pirsgirêk ne danîna çekan e pirsgirêka bingehîn avakirina demokratîkbûyînê ye. Yanî dewlet dê ji aliyê demokrasiyê ve biguhere. Civak dê bibe xwedî hez. Ji bo komareke demokratîk bi hev re têbikoşin û ji bo wê jî divê zemîneke hiqûqî hebe. Yanî bi lêv kir ku pêwîstî bi sererastkirineke yasayî heye. Herî girîng jî bi lêv kir ku pêdivî bi mitabeqeteke siyasî heye. Diyar kir ku lêgerîna wî ya bingehîn mitabeqeteke siyasî ye û heke mitabeqeteke siyasî pêk were gelek tişt dê derbas bibin. Birêz Ocalan di çarçoveya tiştên li Sûriyê de ev tişt pir zelal û rasterast got: 'Ji bo demek pirr dirêj, rejîmek Esed hebû, û taybetmendiya rejîma Esed di dawiyê de dîktatorî bû û ew bi salan bi vî rengî jiya. Îro rejîmek Şerîetê heye. Heke demokratîkbûnek rastîn tune be, ew ê di dawiyê de bibe dîktatorî'. Birêz Ocalan li ser demokratîkbûyîna xwecihî rawestiya. Birêz Ocalan diyar kir demokrasî rêxistinkirina civakê, avakirina komunan, meclisan û civaka sivîl e. Birêz Ocalan teqez kir ku pêwîst e her kes civak, komun, meclis û civaka sivîl ava bike û bi vî awayî bi hebûna xwe ve beşdarî pergalê bibe, demokrasî ji bo vê yekê pêwîst e û bêyî demokrasiyê, dê li Sûriyeyê dîktatoriyek nû hebe û ev yek jî aramiyê nade gelên Sûriyê. Kurd û gelên din dê di çi de entegre bibin? Ew ê ji pergaleke çawa re entegre bibin? Entegrasyon tenê di nav pergalek bi rastî demokratîk de mimkun e. Mirov dikare bibe beşek ji pergalek demokratîk.
Endamên komîsyonê qaneh bûn
Derbarê bêçekbûnê de birêz Ocalan girîngiya peymana 10’ê Adarê û pêkanîna wê teqez kir. Di vê çarçoveyê de, wî bi taybetî pêwîstiya entegrekirina hêzên çekdar di nav artêşê de, lê di heman demê de pêwîstiya hêzên ewlehiyê yên herêmî jî teqez kir. Birêz Ocalan yek weke 'Wezareta Karên Navxwe' û ya din jî weke 'Wezareta Parastina Neteweyî' pênase kir. Yek dê weke artêşek bi Wezareta Parastina Neteweyî re were entegrekirin. Hêzên ewlehiyê yên herêmî dê di bin Wezareta Karên Navxwe de bên entegrekirin. Bi zelalî û rasterast diyar kir ku ew ê di vî warî de pir bi bandor be. Endamên komîsyonê qaneh bûn. Wan jî dît ku birêz Ocalan pişt banga xwe ya 27’ê Sibatê ye û ne tenê ji bo Tirkiye û bakurê Kurdistanê, ji bo tevahiya herêmê xwedî bandor û xwedî perspektîfa çareseriya demokratîk e.
Ji bo çareseriyê lêgerîna mitabeqetê
Yanî li ser vê destnîşan kir ku ew hevdîtin dîrokî ye û wiha got, 'Hûn weke siyasetmedar li vir in. Heta niha me bi dewletê re hevdîtin dikir. Ew jî ji bo çareseriyê lêgerîna mitabeqetekê ye'. Helbet birêz Ocalan qala pirsgirêka Kurd kir. Bingeha wê ya dîrokî vegot. Qala Tifaqa Kurd û Tirkan kir û got, 'Me cara yekem pirsgirêka Kurd ji darvekirinan anî ser maseyê'. Yek jî xala herî girîng a hevdîtinê ew bû. Birêz Ocalan ji bo merasîma îmhakirina çekan a 11’ê Tîrmehê û vekişîna hêzên PKK’ê ji Tirkiyeyê di 26’ê Cotmehê de spasiya xwe ya mezin anî ziman. Wî her wiha girîngiya agirbesta ku ji 1’ê Adarê ve di meriyetê de ye û nebûna qurbaniyan teqez kir. Birêz Ocalan destnîşan kir ku sedema kesên çekên xwe şewitandine û nekarin werin Tirkiyeyê kêmasî û astengiyên qanûnî ne. Birêz Ocalan got, 'Xwezî endamên Koma Aştî û Civaka Demokratîk bikaribin werin.' Her wiha diyar kir ku ji bo şert û mercên hatina wan bên amadekirin pêwîstî bi qanûnan heye. Pêvajoya niha bi daxuyaniya Serokkomar a li Xelatê û axaftina Devlet Bahçelî ya 1’ê Cotmehê dest pê kir. Ji ber wê jî birêz Ocalan dibêje aqilê dewletê pêş ketiyê û pêvajoyê jî wisa dixwînê û divê siyaset jî di wê baweriyê de be. Birêz Ocalan bi lêv kir ku divê ev pêvajo serkeftî encam bigire û hîn derdor û hêz hene naxwazin pêvajo serkeftî encam bigire. Qala mekanîzmayeke derbê jî kir. Her wiha bal kişand ser vê yekê ku heke pêvajo bi ser nekeve ew mekanîzmaya darbeyê dê bikeve meriyetê. Li ser planên Îsraîlê li ser Rojhilata Navîn hin tişt gotin. Bi taybetî jî li ser hevpeymana Îbrahîm ku çawa dixwazin Rojhilata Navîn dîzayn bikin nirxandin kir. Bi lêv kir ku Îsraîl dixwaze xwe bispêre hêzeke Kurd û niha şûn ve hebûna xwe mîsoger bike. Li ser şertên serkeftinê rawestiya û nirxandinek li ser pêwîstiya serkeftinê ya vê carê kir. Pêvajoya aştiyê ya berê, pêvajoya aştiyê ya 2013-2015 û ka komên dijî çareseriyê çawa wê sabote kirin bi bîr xist û diyar kir ku ji bo ku ev yek îro careke din çênebe, divê pêvajo serkeftî be.
MA/ENQERE











