Divê qanûn bên amadekirin
Duşem 1 Kanûn 2025 - 03:30

Hevberdevkê HDK'ê Alî Kenanoglû got, serdana Komîsyona Meclîsê ya li Îmraliyê pêşî li hewldanên afirandina muxatabên cuda girtiye.
Di pêvajoyê de ku bi banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo destpê kir, qonaxeke dîrokî derbas bû. Sê endamên komîsyona ku têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Meclîsê ava bûye, 24'ê Mijdarê li Îmraliyê sê saet û nîvan bi Rêber Apo re hevdîtinek kirin. CHP tevlî heyeta komîsyonê ya ku çû Îmraliyê nebû. Ev helwesta CHP'ê li nava raya giştî bû cihê nerazîbûnê. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Alî Kenanoglû girîngiya hevdîtina bi Rêber Apo nirxand.
Alî Kenanoglû diyar kir ku serdan diviyabû bibûya û ji bo wergirtina encameke baş mecbûrî bû û ragihand ku bi vê yekê re dawî li hewldanên lêgerîna li muxatabên cuda hatiye anîn. Alî Kenanoglû got, "Divê mirov serdana Îmraliyê bi çend aliyan binirxîne. Dema ku mirov bala xwe didin ser pêvajoyên li cîhanê yên ji bo dawîanîna li şer û pêkanîna aştiyê, tê dîtin ku muxatabên vî karî hene. Aliyek dewlet e, rêveberên dewletê ye; aliyê din jî lîderê aliyê şerker, têkoşer e. Hevdîtinên muzakereyê jî pê re tê meşandin. Lewma ji hevdîtina bi Birêz Ocalan xwezayîtir tiştek nîne.
Ji xwe ji bo çareserkirina vê meseleyê komîsyonek ava bû, komîsyonê nêrîna her kesî wergirt. Lê belê bêyî ku bi muxatabê esasî yê vî karî, xwediyê fikrî vê vê mijarê re hevdîtinê bike, pê re yekser danûstandinê bike, nepêkan bû ku pêşketinek pêk bihata, encameke çêker bi dest bi keta. Lewma ji aliyê teknîkî ve beriya her tiştî ev mecbûriyetek bû."
Alî Kenanoglû destnîşan kir ku hewldana muxatabiyeke cuda li qadê bêbersiv e û anî ziman ku CHP'ê bi taybetî hewl da vê yekê bi rêya Demîrtaş bike, lê belê Demîrtaş bi xwe pêşî li vê girt.
Alî Kenanoglû got, "Ti ji van li rastiya qadê nayên. Ji ber ku qad li holê ye, muxatabê vî karî diyar e. Lewma ev serdan wê êdî vê nîqaşê ji holê rake. Aliyekî vê israrê jî ji bo vê bû; ji bo pêşîgirtina li hewlana dewletê û raya giştî ya ji bo afirandina muxatabê sexte girîng bû. CHP'ê jî hewl da li gorî xwe Demîrtaş bike muxatab. Demîrtaş bi gotina 'Ez ne lîderê rêxistinê me, ma têkildarî vê çi dikarim bibêjim?' i ber vê hewldanê rabû. Lê belê raya giştî ya tiştî timî di nava hewldana avakirina muxatabiyeke alternatîf de bû. Ji ber vê jî Tevgera Azadiyê bi israr destnîşan kir ku divê serdana giravê bê kirin, ji ber ku ji bo naskirina fermî ya muxatab ev girîng bû."
Alî Kenanoglû destnîşan kir ku ji niha û pê ve aliyê qanûnî maye û got, "Di vê mijarê de PKK'ê gelek kar kir, li cihê ku xitimî pêşniyarên nû kir, bersiv da daxwazan. Piştî merasîma şewitandina çekan diviyabû aliyê hikumetê gav biavêta. Li gel neavêtina gavan jî vekişîn, valakirina qadên bi rîsk jî di nav de gelek gav hatin avêtin. Di vir de xala krîtîk çûyîna Giravê û piştrastkirina fermî ya muxatabiya Birêz Ocalan bû. Ji niha û pê ve mesele bi temamî amadekirina qanûnan e. Êdî rê û rêbazeke din nema."
ANF/STENBOL












