Nivîskar Çorê Arda xwe ji xwedevanên Kurmanciyê sil nekir û niha pirtûkeke çîrokan a bi navê “Mêşo” nivîsî. Weşanên Payîzê ev kitêb weşand.

Beriya vê kitêba çîrokan, Çorê Arda kitêbeke nivîsên rexneyî bi navê “Rexne û Rexnegirî” nivîsîbû û ev kitêb jî îsal ji Weşanên Belkî derketibû. Romana wî 496 sala 2016’an û romana wî ya bi navê Roman jî sala 2017’an ji weşanên Belkî derketibûn. Yanî Çorê Arda pêşî roman nivîsîn û piştre dest bi çîrokan kir. Lio gorî nûçeya di diyarnameyê de li ser mijarê ew dibêje, “Ez her tiştî diceribînim. Sînorê wêjeyê li cem min tune ye. 

Roman li gor çîrokan hêsantir e. Çîrok jî li gor helbestan hêsantir e bi ya min. Lê ez ê romanên xwe bidomînim. Rexne ji gişan zortir e. Di wêjeyê de lêgerîn heta ku ez sax bim dê bidome. Çimkî sînorê wêjeyê tune ye.”

Di pirtûkê de bi navê “Axaftina Bêdeng”, “Berdûşo”, “Dîwar”, “Ez kûçiko!”, “Herbeke Serserkî”, “Lempeyeke Tenîgirtî”, “Mêşo”, “Nifte”, “Monolog”, “Nizanim”, “Qerto, “Dar(gul)îk” “Saet”, “Serdar”, “Serpiştê”, “Sifre”, “Şanoya di Derecekan de”, “Tecawiz”, “Wîrjînya”, “Xewn e-(reşek)”, “Xwedayê Têkçûnê” 21 çîrok cih digirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN