Meşa Azadiyê li Roboskê..

Sêşem 6 Sibat 2024 - 01:45

  • Meşa Azadiyê bi coşî û kelecaniyekê di roja 5’an de didome. Gel bi dilgermî meşê pêşwazî dike û piştevaniya xwe bi armancên meşê dike. Meşa Azadiyê ya Mezin gihaşte Roboskê. Yadê Helîme Oncu got,’’Êdî bes, bila komkujî çênebin.’’Parlamenter Ozgur Bartin jî got,’’Bila êdî Rêberê me azad bibe.’’

Rêwiyên Azadiyê yên ku di bin berf û sermayeke zêde de “Meşa Mezin a Azadiyê” ji Wanê dest dan destpêkirin, li her cihê diçinê daxwazên xwe yên “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareserî” ji gel re vegotin. Gotinên dayikên Roboskê yên bi wan re hatin bahev, raxist ber çavan ku ev daxwaz çiqas girîng in. 

Meşa Azadiyê ya Mezin di nav berf û seqemê de ji Wanê dest pê kir. Rêwiyên meşê her devera ku diçinê aşkere dikin ku ew ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û ji bo statûyek ji bo Kurdistanê dimeşin.

Meşa Mezin a Azadiyê ku 1’ê Sibatê ji Wan û Qersê dest pê kirî di roja 5’an de didome. Çalakvanên meşê li gel berf û baranê, sir û seqemê jî meşa xwe bi kelecaniya azadiya Ocalan didomînin û li her devera ku digihjinê balê dibin ser tecrîda jidandî ya li ser Rêber Ocalan. 

Li her qonaxa meşê gel bi dilgermî pêşwazî li çalakgerên meşê dikin û nîşan didin meşa ku hatiye destpêkirin çendî girîng e û meşeke dîrokî ye. 

Rêwiyên Azadiyê ku “Meşa Mezin a Azadiyê” ji Wanê dan destpêkirin, navnîşana wan a ewil bû navçeyên Payîzava û Elbak ên Wanê. Meşvanên roja pişt re derbasî navçeya Şemzînan a Colemêrgê bûn, di berdewamiya wê de çûn navçeya Geverê û pişt re gihiştin navenda Colemêrgê. 

Bi dilgermî pêşwazî kirin

Rawestgeha ewil a rêwiyên azadiyê yên duh serê sibê ji Colemêrgê ber bi Şirnexê ve derketin rê, bû gundê Aşûtê yê navçeya Çelê. Şêniyên gund ên di bin barîna berfa zêde de di ketina gund de bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” meşvanên azadiyê yên ku li benda wan bûn pêşwazî kirin.  

Gundiyan meşvanên azadiyê pêşwazîkirin, ew hembêzkirin û mil bi mil di bin barîna berfa zêde de heta derketina gund bi hev re meşiyan. 

 Meş bi govend û lîlan û dîlan e.. 

Meşvanên azadiyê yên ji gundiyan xatir xwestin û ketin rê, Mila Siwarakotra ya gihiştinê bi meşaleyên di destê xwe de derbas kirin. Meşvanan pişt re di nava çiyayên bi berf de bi hev re govend gerandin. Meşvanên ku demekê bi wesayîtan dewam kirin, ji Şirnexê re 40 kîlometre mayî dîsa ji wesayîtên xwe peya bûn meşiyan. Rêwiyên azadiyê yên di dema meşa xwe de her tim dirûşm berz dikirin û stran digotin, di vê beşa meşa xwe de têkildarî komkujiyên bi serê gelê kurd hatî zêmar gotin. 

 Bijî azadî, bimre koletî…

Di rêwitiya ji Çelê heta Elkê 5 saetan dom kir de meşvanan tevî berf û sermayeke zêde li her cihê ku çûnê daxwazên xwe yên “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ji gel re vegotin. Şandeya li Elkê gel bi eleqeyeke zêde pêşwazî kir, tevî rûspiyên navçeyê re bi dirûşmeya “Bijî azadî, bimre koletî” meşiyan.

Rawestgeha dawî ya meşvanên bi gel re li navçeya Qileban a derbasî wê bûn hatin bahev bû Goristana Roboskê. Li Roboskê ya di 28’ê kanûna 2011’an de di encama bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk de 19 jê zarok 34 kes hatin qetilkirin, malbatên zarokên xwe windakirin, bi wêneyên zarokên xwe şande pêşwazî kirin. 

 Yadê Helîme: Êdî bes e

Halîme Encu ya zarokê xwe di komkujiyê de winda kir, di dema serdana goristanê de wiha bang li dayikên leşker û polîsan kir: “Werin destê xwe bidin destê me. Bila êdî komkujî çênebe. Em aştî, azadiyê û yekitiyê dixwazin. Rondikê çavên dayikan yek in. Em hemû dest bidin destê hev û em bêjin êdî bes e. Dilê me dişewite.” 

Gotinên Encuyê armanca rêwiyên azadiyê yên tevî berf û zivistanê li dijî polîtîkayên şer û neçareserkirina pirsgirêka Kurd ketin rê, raxist ber çavan ku çiqas girîng e. 

Rêwiyên azadiyê yên anîn ziman ku di komkujiya Roboskê de edalet tenê bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêkan e û ji aliyê malbatên ku soza têkoşînê dan wan ve hatin birêkirin.

Meşvanên di baskê Wanê de cih digirin, li pêşiya avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Qileban a Şirnexê hatin gel hev. Tevî hewayê sar jî heta demeke dirêj li vir xelekên govendê hatin gerandin û beşdadran dirûşmên “Bijî berxedana zindanan" û "Na ji tecrîdê re, a niha aştî” berz kirin. 

 Em ê bi ser bikevin 

Di hevdîtinê de coşeke zêde hebû û Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin axivî. Bartin, got ku li ser Rêber Abdullah Ocalan tecrîdeke girankirî heye û ev tişt anî ziman: “Em ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiyê û ji bo pirsgirêka Kurd jî çareseriyê dixwazin. Di 1’ê sibatê de me li Qers û Wanê dest bi meşê kir. Gund bi gund, tax bi tax digerin. Gelê kurd çareseriyê dixwaze, gelê kurd dibêje ‘bila rêberê me azad bibe û pirsgirêka kurd çareser bibe.’ Her kesên daxwaza demokrasî, azadî, yekitî û wekheviyê dikin bila piştgiriyê bidin meşê. Dengê xwe bilind bikin. Werin em bi hev re vê çareseriyê bînin. Em bi xwe bawerin, dê bi ser kevin.” 

 Bila pirsgirêk bi diyalogê çareser bibe 

Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Qilebanê Ferîde Ender û Alî Urek jî di axaftinên xwe de meşvan silav kirin û xwestin tecrîda li Îmraliyê bê rakirin. Hevserokê DEM Partiyê yê navçeyê Abdullah Gun jî ev tişt anî ziman: “Em jî vê meşa pîroz pîroz dikin. Em dixwazin pirsgirêkên me yên civakî û pirsgirêka Kurd bi rêya guftûgoyê bê çareserkirin.”  

Çalakiya li vê derê bi dirûşma “Li dijî tecrîdê mil bidin milê hev” bi dawî bû.  

Piştre jî meşvan bi esnafan re civiyan. Meşvan dê piştre jî derbasî bajarokê Gundikê Melê yê girêdayî navenda Şirnexê. 

Baskê Qersê li Mûşê ye: Ev rêya heqîqetê ye

Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Qersê gihaşte Milazgir a Mûşê.

Meşvanên azadiyê gelê navçeyê slav kirin û heta bi avahiya navçeyê ya DEM Partiyê meşiyan.

Li ber avahiya partiyê Hevberdevkê HDK’ê û wekîlê DEM Partiyê Cengîz Çîçek axivî. Çîçek got,’’Dema ku em behsa çareserkirina demokratîk a pirsa Kurd dikin heqîqetek heye. Gelê Kurd Rêzdar Ocalan ji xwe re bi Rêbertî dibine û tekene muxatab qebûl dike. Em ê li dijî her cure tecrîdê bin ku dixwazin yekîtiya hîs û ramanê ya di navbeyna Rêzdar Ocalan û gel de ji hev dûr bixin. Beriya bi salan bi milyonan mirovî bi îmzeyan Rêzdar Ocalan ji bo xwe weke Rêber qebûl kiriye. Vê dewletê di pêvajoya çareseriyê de ev heqîqet qebûl kiriye. Em nîşan didin bê ka ev heqîqet çiye. Ev rê, rêya heqîqetê ye. Dawiya vê rêyê azadbûna gele Kurd û têkçûna polîtîkayên tecrîdê ye. Rêzdar Ocalan lîderê Kurdan e. Ji bo ku em pergala êşkenceyê ya Imraliyê têk bibin em ê bimeşin. Serfirazî ya wan kesan e ku ji bo azadiyê bi rê ketine.’’

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.