Berpirsê komkujiya Pirsûsê dewlet e

Şemî 20 Tîrmeh 2024 - 00:35

Malbatên kesên ku di komkujiya Pirsûsê de şehîd bûn diyar kirin berpirsê kokmujiyê dewleta Tirk e, li Tirkiyê çi komkujî çêbûbûn berpirsê hemûyan dewleta Tirk e û gotin li Tirkiyê edelet nîne.

Malbatên şehîdên Komkujiya Pirsûsê  diyar kirin ku li Tirkiyeyê lêgerîna edaletê bûye tişta herî zor û ew kesek jî bimînin wê dest ji têkoşîna edaletê bernedin.  

Ji Malbatên şehîdên Komkujiya Pirsûsê Murat Budak bavê Vatan Budak ê 22 salî û Yasemîn Boyraz keça  Nazligul Bahar Boyraz derheqê endamên malbata xwe ku  20’ê Tîrmeha 2015’an di komkujiyê de şehîd bûbûn axivîn.

Nedixwest ku zarok bêne kuştin

Mûrat Budak got kurê wî jiyana wî tim bi têkoşînê bûye, kurê wî li bara hemû komkujiyan pir hesas bûye, bi bîr xist ku lawê wî çûye gundê Roboskî û navçeya Somayê serdana malbatên karkerê ku hatin qetilkirin kiriye û got: “Lawê min qetlîamekî qebûl nedikir. Gelek hesas bû. Nedixwest zarok bên kuştin. Dema ku got ez ê biçim Kobanê em pê serbilind bûn.”  

Dinya me bi ser me de hilweşiya

Budak anî ziman ku dema wan bihîstiye lawê wan di komkujiyê de miriye dinya bi ser serê wan ve hilweşiyaye û ev dinya her tim bi ser serê kesên baş ve hildiweşe.  

Berpirsê komkujiyê dewlet e

Budak diyar kir ku berpirsyarê sereke yê gelek qetlîamên ku li Tirkiyeyê hatine kirin dewlet e û wiha got: "Ne tenê Komkujiya Pirsûsê, komkujiyên Enqere, Amed û Edeneyê jî ji bo berjwendiyan ji aliyê desthilatdariyê ve hatin kirin. Desthilatdariya AKP'ê komkujiyên ku kiriye qebûl dike. Em weke malbatên qurbaniyan li pey doza zarokên xwe ne. Heta kesek jî ji me bimîne em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Heta ku berpirsiyar bên darizandin wê têkoşîna me bidome. Kujer nayên darizandin. Malbat hatin darizandin. 9 sal in darizandin dewam dike. Îro tişta herî zor li Tirkiyeyê pêkanîna edaletê ye. Em ê her li ber vê bêhiqûqiyê têbikoşin û xwe bi rêxistin bikin.”  

Dayika min kedkar û jineke demokrat bû

Yasemîn Boyraz jî bi bîr xist ku dayika wê Nazligul Bahar Boyraz di komkujiyê de miriye û dayika wê kedkar û jiyanê diparêz û di heman demê de jinek demokrat bû. Boyraz got jiyana dayika wê her têkoşîn bû û ew her tim bi hêvî bû û bi vê hêviyê jî biryar girt ku biçe Kobanê. Boyraz da zanîn ku ji bo dayika wê biçe Kobanê û cil û bergan bide zarokên Kobanê bi kêfxweşiyek mezin çû û ew kêfxweşî û hêviya wê negihîşt serî.  

Li Tirkiyê edelet nîne

Boyraz bal kişand ser hûrguliyên dozê ku 9 sal in didome û destnîşan kir ku delil nehatin komkirin, daxilî dosyeyê nehatin kirin û kujer hatin parastin. Boyraz anî ziman ku li Tirkiyeyê edalet tune ye û li dijî bêedaletî û bêhiqûqiyê banga têkoşîna hevpar li partiyên siyasî û rêxistinên sivîl kir. 

MA/FERHAT SEZGÎN/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.