Di komkujiya Pirsûsê de edalet pêk nehat

În 18 Tîrmeh 2025 - 03:15

Di komkujiya Pirûsê de ku DAIŞ’ê pêk anî 33 rêwiyên xeyalê, jiyana xwe ji dest dan û 10 sal in edalet pêk nehatiye. 

Di 20’ê Tîrmeha 2015’an de endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) bi armanca pêlîstokan bibin ji zarokên Kobanê re û bajarê ji ber şer hilweşiyaye ji nûve ava bikin, çûn navçeya Pirsûsê ya Rihayê. Dema li ber Navenda Çanda Amara daxuyanî didan, DAIŞ’iyan êrîşa bombeyî pêk anîn. Di êrîşê de 33 rêwiyên xeyalê, jiyana xwe ji dest dan û 100 kesî zêdetir kes birîndar bûn. 

Plana têkbirinê 

Hikûmeta AKP’ê di 2014’an de plana têkbirinê xist dewrê û li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê êrîş û komkujiyên sîstematîk pêk hatin. Di 5’ê Hezîranê de li hember mîtînga HDP’a Amedê êrîşa bombeyî pêk hat, di 20’ê Tîrmehê de komkujiya Pirsûsê û di 10’ê Cotmehê de jî komkujiya Garê ya Enqereyê pêk hat. 

Me bi hev re parast 

Kobanê di 15’ê Îlona 2014’an de li dijî DAIŞ’ê ket berxwedanê û berxwedan 4 mehan berdewam kir û di 26’ê Çileya 2015’an de Kobanê ji çeteyan hat paqijkirin. Partiyên siyasî û rêxistinên çep-sosyalîst û parêzvanên maf li dijî hilweşînê bêdeng neman. 

Di dema daxuyaniyê de komkujî 

Ciwanên SGDF’ê ku bi dirûşmeya ‘Me bi hev re parast, em bi hev re ava dikin, pêlîstok, alav, pirtûk kom kirin û di 20’ê Tîrmeha 2015’an de ji bo biçin Kobanê çûn Pirsûsê. Ciwanên li ber Navenda Çand û Hunerê ya Amara hatin gel hev daxuyaniyek dan. Di dema daxuyaniyê de bombeyekî zindî yê DAIŞ’î êrîş pêk anîn. 33 kesî jiyana xwe ji dest da û ji 100’î zêdetir kes birîndar bûn. 

Gumanbar  parastin 

Qeymeqamê pirsûsê Abdullah Çîftçî got gumanbarê komkujiyê jinek e. Lê rojek şûnde di encama DNA’yê de derket holê ku Abdurrahman Alagoz ê 20 salî yê DAIŞ’î ye. Di êrîşê de gumanbarekî din derket holê. Piştî êrîş derket holê ku Abdurrahman Alagoz bi Yunus Emre Alagoz re  6 meh in windaye, bavê wan du meh berê ji bo her du kurê xwe îxbar kiriye. Birayê gumanbar Yunus Emre Alagoş 3 meh şûnde di 10’ê Cotmehê de komkujiya Garê ya Enqereyê pêk anî. 

Malbat li edaletê digerin 

Malbatê kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan tevî navberê de 10 sal derbas bûye jî di her platformê de daxwaza edaletê tînin ziman. Lêgerîna edaletê didome.

JINNEWS/RIHA/DERYA REN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.