Malbatên Pirsûsê: Têkoşîna dadê didome

Şemî 22 Hezîran 2024 - 00:53

Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê, di meha 107'an a Komkujiya Pirsûsê de gotin "Edalet ji bo 33 Rêwiyên Xeyalan" û xwestin berpirs bên eşkerekirin. 

 Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê, 33 ciwanên sosyalîst ên dema xwestin pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibin li Navenda Çandê ya Amarayê di êrişa bombeyî ya DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, di 107'emîn meha komkujiyê de li Kolana Halîtaga ya Kadikoyê bibîr anî.

Di bîranînê de dowîzên wêneyên ciwanên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan li ser hatin hilgirtin û tim dirûşmeyên "Wê hesabê Pirsûsê bê pirsin", "Pirsûsê ji bîr neke, nede jibîrkirin" û "Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesî edalet" hatin berzkirin. 

Ev 9 sal in têkoşîna dadê didome 

Li ser navê Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê Hîvda Selenê daxuyaniyê xwend.  

Selenê anî ziman ku wekî malbatên Pirsûsê û birîndarên komkujiyê ji roja ku komkujî çêbûye heya niha ji bo edaletê têdikoşin û got ku 9 sal in ji bo zevtkirina kujeran û eşkerekirina kesên alîakriya wan kirine û bêhiqûqîtiyên di dosyeya komkujiyê de ji holê bên rakirin têikoşin. 

Kursiyên bersûcan vala mane

 Selenê bibîr xist ku wekî di danişîna dawî ya dozê de hatiye dîtin 9 salan kursiya bersûc vala bûye û got: "Bersûcên firar Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî hê jî nehatine zevtkirin. Çendî her du bersûc li Îdlibê di girtîgehê de ne jî, heyeta dadgehê bi israra ji bo tespîtkirina cihê bersûcan nivîsê ji mdiûriyeta polîsan re dişine.’’

Selenê her wiha got wan xwestin ku Wezîrê berê Ahmet Davutoglu jî were guhdarîkrin lê ev daxwaza wan nehatiye qebûlkirin.

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.