Li ser Rêberê me bazarê nekin!

În 19 Tîrmeh 2024 - 03:15

  • Kurd û dostên xwe yên li Ewrûpayê, li dijî polîtîkaya şantajê ya dewleta Tirk a li hemberî Rêber Abdullah Ocalan bi hêrs in. Li dijî vê yekê Kurd û dostên xwe wê li seranserî Ewrûpayê dakevin meydanan.

Piştî ku Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat da zanîn li ser Rêber Abdullah Ocalan polîtîkaya şantajê tê meşandin, hêrseke mezin di nava gelê Kurd ê welat û derveyî welat çêbû. Li ser vê bingehê Kurd û dostên xwe yên li Ewrûpayê li gelek deveran hatin ba hev û gotin, ew ê ti carî vê polîtîkaya qirêj qebûl nekin.

CENEVRE

Çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyan ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) dane destpêkirin vê hefteyê şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn, şerê dagirkerî û îmhayê yê dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê tê meşandin hat şermezarkirin. Çalakiya vê hefteyê ji aliyê ciwanên Kurd ve hate dewir girtin. Çalakî ji bo bîranîna şehîdên 14’ê Tîrmehê, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê komîteya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” Tûba Yilmaz axivî. Tûba Yilmaz îşaret bi xeta xiyanetê ya PDK’ê kir û bang li PDK'ê kir ku dev ji xeta xiyanetê berde. Li ser navê TCŞ û TekoJIN’ê Yekbûn Guneş axivî û bal kişand ser tecrîda 26 salan a li ser Rêber Abdullah Ocalan û got:"Ji me tê xwestin ku tecrîda li ser Rêber Apo qebûl bikin. Em ê ti carî vê yekê qebûl nekin. Divê CPT û Konseya Ewropayê dev ji bêdengiya xwe ya ku xizmetî qirkirina Kurdan dike berdin û guh bidin dengê bi milyonan Kurdan.” Piştî axaftinan banga KCDK-E ya ji bo parastina Rêber Abdullah Ocalan a li dijî pergala êşkenceya Îmraliyê ku 26 sal in dewam dike hate xwendin.

STRASBOURG

Piştî daxuyaniya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat ku gotibû dewleta Tirk li beramber tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan tawîzan dixwaze, li bajarê Strasburg ê Fransayê daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayîn. Daxuyaniya çapemeniyê bi beşdariya endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Strasburgê li qada Nobeda Azadiyê ya ku 13 sal in ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, hate lidarxistin. Li ser navê DKTM a Strasburgê Sîdar Amedî daxuyanî xwend û ev tişt hatin gotin:“Ev şantaj jî bêhêvîtiya dewleta Tirk û hêzên navneteweyî nîşan dide. Rewşa rêveberiya me ya ku ev 5 sal in ti agahî jê nayê, me dixe nava fikaran. Em bang li saziyên pêwendîdar DMME, KE û CPT dikin ku bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê. Tecrîd, êşkence sûcê mirovahiyê ne. Em weke gelê Kurd em ê êdî rê nedin vî sûcî.”

Ciwan wê li meydanan bin

Ciwanên Kurd wê di 20’ê Tîrmehê de bi dirûşma “Cenga Azadiyê Serbixe, Rêber Apo Azad Bike”li gelek welatên Ewropayê çalakiyan li dar bixin. Ji bo çalakiyên bi pêşengiya ciwanan li Elmanya û Fransayê bên lidarxistin banga tevlîbûna xurt hate kirin.

Hunermend jî li meydanan e

Hunermendên TEV-ÇAND’ê yên Fransa li Navenda Kurdî ya Ahmet Kaya ya paytexta Fransa Parîsê hatin cem hev, têkildarî tecrîd û bazariya li ser hevdîtina malbat û parêzeran a Rêber Abdullah Ocalan hate kirin daxuyanî dan çapemeniyê û wiha gotin:"Em nêzîkatiyên bêexlaqî yên li ser Rêber Apo bi temamî red dikin. Weke ku em hemû dizanin çareseriya bingehîn a pirsgirêka Kurd li Îmraliyê ye. Divê tecrîd bê rakirin, tecrîd her ku diçe kûrtir dibe. Em ê komplo û tecrîda navneteweyî ya ku ji sala 1999'an û vir ve tê meşandin ti carî qebûl nekin. Em bang li hemû hunermend, rewşenbîr û gelê xwe dikin ku li dijî dagirkeriya Başûr û xiyaneta PDK'ê ya û tecrîdê têkoşîneke bênavber bidin meşandin." Hunermendên TEV-ÇAND'ê ji bo mîtîng û meşên 20'ê Tîrmehê roja Şemiyê li gelek navendên Fransayê bên lidarxistin banga tevlîbûnê kirin.

Polîtîkaya şantajê red dikin

Saziya Malbatên Şehîdan û Windayan a Kurdistanê (KOMAW) têkildarî polîtîkayên şantajê yên ku dewleta Tirk a dagirker li ser Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne, daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyaniya KOMAW’ê bi vî rengî ye:’’“Weke Saziya Malbatên Şehîdan û Windayan a Kurdistanê (KOMAW) em diyar dikin ku em polîtîkayên şantaj û tecrîdê yên li ser Rêber Apo bi temamî qebûl nakin. Weke KOMAW em dibêjin ku divê tavilê polîtîkayên şantaj û tecrîdê bi dawî bibin. Divê hemû êrîşên li ser tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêber Apo rawestin, dawî li polîtîkayên tecrîdê bê û parastina Rêber Apo bê kirin û bi rêkûpêk hevdîtinên parêzer û malbatê bên kirin. Di vê çarçoveyê de em bang li Tirkiye û civaka navneteweyî dikin ku balê bikşînin ser van pêkanînên dijhiqûqî û ji bo edaletê gavên pêwîst bavêjin. Em bang li hemû malbatên endamên KOMAW’ê dikin ku li dijî van kiryarên qirêj ên li ser Rêber Apo tên meşandin, tevlî çalakiyan bibin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.