Dewleta Tirk li NY asê ma

Şemî 20 Tîrmeh 2024 - 02:35

Şandeya Tirk a ku di rûniştinên pêr de bi gotina “Tecrîd tine, qedexe heye” nikarîbû bersiva Raportora Taybet a NY’ê Maîda Naoko bide, doh jî bi pirsên li ser şert û mercên tecrîdê yên Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin re rû bi rû ma.

Raportorê Taybet ê li Dijî Êşkenceyê ya NY’ê Bextiyar Tuzmukhamedov, li ser parastina Alîkarê Midûrê Giştî yê Girtîgehan a Wezareta Edaletê ya Tirkiyê Fatîh Gungor ku ji ber cezayên dîsîplînê yên li ser Rêber Abdullah Ocalan û 3 girtiyên li Îmraliyê hatine birrîn û hevdîtin hatine qedexekirin, pirsên li ser domdariya qedexeyan û aliyên wê yên hiqûqî pirsî.

Raportorê Taybet Bextiyar Tuzmukhamedov di dewama axaftina xwe de bal bire ser girîngiya têkiliya girtiyan bi parêzerên xwe re û got:“Haten gotin ku ji ber cezayên disîplînê yên li ser birêz Ocalan hatine sepandin, hevdîtinên bi malbat û parêzeran re nehatiye qedexekirin.  Gelo ev qedexe tenê carekê ye, ji bo sê yan şeş mehan e, yan jî her ku ceza diqede yekser tê dubarekirin? Ger ev ceza çend caran hatibe birrîn, bi giştî birêz Ocalan heta kengî ji danûstandinê bêpar maye? Ez li vir tenê behsa birêz Ocalan dikim. Di rewşên din de, hevdîtina bi malbat û parêzeran re heta kengî dikarin bên astengkirin? Ji ber ku li hember êşkence û muameleya xerab misogeriyek e, têkiliya bi parêzer re pir girîng e. Ji ber vê yekê gelo hûn dikarin derbarê qanûnên ku rê dide astengiyên bi vî rengî yên têkiliya di navbera parêzer û kesên ku ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin û heta çi radeyê ev yek bi standardên navneteweyî re lihevhatî ye, agahiyê bidin me?" Heyeta Tirk a ku bi gotina “Tecrîd tine, qedexe heye” nikarîbû bersiva tecrîda li Îmraliyê bide, pirsên Raportorê Taybet Tuzmuhamedov bêbersiv hişt.

ANF/SERKAN DEMÎREL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.