Divê Ocalan were berdan

În 19 Tîrmeh 2024 - 01:25

Hiqûqzan Ercan Kanar diyar kir ku prosedura ku CPT'yê ji bo Azerbaycanê sepandiye divê ji bo Tirkiyeyê jî heman prosedurê bide sepandin û got: “Li ser bingeha wekheviyê û azadiyê ji bo aştiyê têkildarî Ocalan divê qanûnek bê derxistin û were berdan.”  

Hiqûqzanê cezayê Ercan Kanar tecrîda li Îmraliyê û "hevkariya" CPT ya bi Tirkiyeyê re nirxand. Kanar anî ziman divê CPT çawa li Azerbaycanê kir, ji bo Tirkiyeyê jî heman rêbazê bi kar bîne û got ku dikare ambargoyan deyne ser Tirkiyeyê. Kanar wiha got: "Dibe ku mafê axaftinê yê li Konseya Ewropayê ji Tirkiyeyê bê standin an jî ji endamtiya konseyê bê derxistin. Mînaka vê ya herî dawî jî Azerbaycan e. CPT'yê diyar kir ku heke dawî li binpêkirinên derqanûnî neyine, wê mafê axaftinê yê Azerbaycanê bê standin û endamtiya wê ya konseyê bê bidawîkirin. Vê yekê ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re ragihand. Li ser vê yekê neçar ma ku bi paş ve biavêje.”  

Kanar serlêdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya ji bo Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) jî bi bîr xist û got: "NY'ê jî serlêdana parêzeran qebûl kir û xwest biryara tevdîrê bê girtin. Dibe ku Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li dijî Tirkiyeyê biryarê bide." 

Mînaka Mandela

Kanar da xuyakirin ku tu bingeheke qanûnî ya qedexekirina hevdîtina malbat û parêzeran nîne û got: "Pêwîste rêgezên Mandela ji bo Abdullah Ocalan bên bicihanîn. Dîsa li gorî van rêgezan, bêyî ku cezayên disîplînê bê girtin, pêşiya hevdîtina malbat û parêzeran nayê girtin.’’

Hiqûqa dijminatiyê 

Kanar destnîşan kir ku “hiqûqa dijminatî û şer” li dijî Abdullah Ocalan tê sepandin û sepanên li Îmraliyê şiband sepanên faşîst ên rejîma Hîtlerê. Kanar wiha got: “Li Tirkiyeyê hiqûqa parçekirî heye. Li dijî muxalîfan ‘hiqûqa dijminatî û şer’ dide sepandin. Li dijî yên ne muxalîf jî ‘hiqûqa asayî welatîbûnê’ dide sepandin. Ji vê doktrîneyê re 'hiqûqa dijmanitê’ tê gotin. Pêwîste li dijî vê rewşa tecrîdê bênavber hewldan bên kirin.”  

Divê Ocalan were berdan

Kanar destnîşan kir ku hin sedem hene ku Tirkiye daxwazên biryarên binpêkirinê pêk nayîne û wiha got: "Ji aliyê siyasî ve ji bo aştiya li ser esas û bingeha wekhevî û azadiyê ji bo pêkanîna aştiyê divê der barê Abdullah Ocalan de qanûnek bê derxistin. Divê di serî de Ocalan û hemû girtiyên siyasî bên berdan.’’

 MA/ESRA SOLÎN DAL/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.